2

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  508 views

li mala bedrî paşayê bedirxanî, di rojek ji rojên gulana 1893 -an de, lez û bez û endîşe heye. zarokek di rê deye. jina emîn alî bedirxan, sanîḧa xanim li ber biçokbûnê ye. qonaẍ tijî merve. roj xweş, dinya germ, dan êvare. ji axê bîhna gul û kulîlkan difûre. zerya çîk şîne û mîna neynkekê zelal û arame. li esmanan komên sipî yên ewran, bi aramê, xwe dilvînin. li dûr, du keştyên dirêj û sitûr ên dûkelî zikê ava paqij diqelşînin û hêdî hêdî, li pey hev, derin. dûya wan, bi giranî, ber bi esmanan hildikşe. ro di ser ewran re li kadkuyê dinhêre û tîrêjên wê li ser enya pêşê ya qonaẍa bedrî paşa şewq didin.

qonaẍ, sê qate û li gora avasazya osmanî hatye lêkirin. du qatên jêrîn, ji herdu alyan, firehin. lê qata jorîn, bi tenê dirêje. loma, ne sê qat, lê merv dikare bibêje ku qonaẍ du qat û nîve. qata jorîn ji navenda xênî ber bi jor dibe û estetîkeke taybetî ya avasazyê dide qonaẍê. li royê pêşîn ê qata jorîn pencereyeke dirêj û fireh heye ku xweşya avasazyê dineqşîne. li ber pencerê jî balkoneke, bi gotna kevin, şaneşîneke biçok heye. ji wê derê merv dikare hemû pêlên zerya, yek bi yek, bijmêre. ji wir ebedyeta ’ewr û esman, av û zeryayê, mîna tabloyeke resamekê hoste, baş, pir baş dixuye. bana qonaẍê, ji herdu milan ve, ber bi jêr, xus dibe û bi qermîtên sor raxsitîye. ev qermîtên sor pir xweş li rengên xênê û hawirdor hatne. rengê qonaẍê sipîye û hawirdor jêy di nav rengên kesk û şîn deye. gava rengê sor jî li wan zêde dibe, cumbuşa rengan temam dibe û rengên herî xweş ku li ber dilê kurdan pir ’ezîzin, derdikevin holê; kesk, sor, zer û gewher. niha di vê danê êvarê de, gava tîrêjên tavê li ser qermîtên banê govend girtine, di eynî wextê de, govenda rengane jî. ban, bi kêranên têkûz, bi dîwarên depîn ên qonaẍê ve hatne girêdan. ev kêran, di avasazya osmanî de, hem pêwsityeke lêkirnêye, hem jî neqşe.

mîna hemû qonaẍ, qesir û xanyên li dor’alî, qonaẍa bedrî paşa jî xeşape, ji max, qab, cax, kêran, karîte, sipartek û sitûnên textîn ava bûye. li enya pêşîn a qonaẍê, ji nav daran, 9 pencere dixiwîn, çar li qata binî, çar li qata navîn û yek jî li qata jorîn. caxên penceran bi hostehî hatne neqşandin. li ber deryê mezin ê qonaẍê derenceyek bi pênc pêlkan heye. li herdu alyên derê darên biçok ber bi jor dibin. bexçeyekê biçok û xweş ê qonaẍê jî heye. niha, li bexçê tiştê herî girîng ê romana bîra qederê, bîra bexçeye. hema li kêleka çepê xênî, di bin dareke dirêj de, bîrek heye. bîrek ku hem ji bo romana bîra qederê, hem jî ji bo şênyê malê girînge.

herçî alyê hundir ê malêye, berî her tiştî merv divê bibêje ko 18 odeyên malê hene. du salon, metbexeke mezin, deh odeyên razanê, kitabxaneyek, odeyeke xebatê, serderyeke dirêj, dalaneke fireh, du banyo... lê dîsan jî, digel vê meznahî û pirbûna odeyan, xanî têrî şênyên malê nake. malbata bedrî bi xwe ji bîst kesan zêdetre. eger merv mêvanên wan ên ko hertim tên jê bihesbîne, hejmar hîn pirtir dibe. niha, ji mehekê zêdetre ko birayê wî emîn alî bedirxan beg jî, tevî jin û zarokên xwe, hatne û bûne mêvanên wan.

belê, mêvanyek ko ji bêgavyê hatye pê. agir û şewatên sitembolê navdarin. her roj derek, taxek, alyekê sitembolê dişewte. gulokên agiran bi esmanan dikevin, mal wêran dibin, malbat li kuçan dimînin. her roj agirkujan taxên sitembolê, sitil û depoyên avê li ser milên wan, bi qîreqîr, li kolanên sitembolê dibezin da ko xwe bi agirên kambax bighînin û vemrînin. lê heyhat!.. ne agir vedmire ne jî qîre qîra agirkujan bi kêrê tiştekê tê. mal dişewtin, tax kavil dibin, jyana rojane têk dere... berî niha bi qasê mehekê, mala emîn begê jî ko li alyê kadkuyê, kizlitoprakê bû, şewtî. wan jî têkber û feraqên malê berhev kirin û hatin qonaẍa bedrî paşa.

«nivîskarê bîra qederê, herwekî ko tu dizanî, kitekit û detay ji bo afrîn û avakirnê gelek girîngin. kitekit û detayên reng û bergehan ji bo resamekê, yên dengan ji bo musîkejenekê, yên peyv û gotnan ji bo nivîskarekê girîngin. belê, hê berî ko ez werim dinê, agirê sitembolê mala me wêran kirbû... ew agir û bi gotna te, agirkujan sitembolê, mîna kitekit û detayeke jîna min, tê bîra min jî. li milekê ew agir û şewat, li milekê jî qîreqîr û xirecir, ro û roçk, cil û bergên wan agirkujan... merv nizanîbû çibke, bikene yan bigrî... li taxa me kizlitoprakê jî komeke agirkujan hebû. qîrîna wan hê jî di guhê min deye; «Hayyyy!..kara babam, hayyy! Yolumuzu kesenin haline vayyyy!...Bu gelen kızıltopark köleleri!..» kumê wan xwar, simbêlê wan boq, lingên wan xwasî, pazûyê wan şidayê, ew fedakar, pêxas û berdûşên sitembolê bûn. hebûna wan, nîşana jînê bû; li milekê axîn, girîn û qîrîn, li milekê jî ken, ḧenek û zirtîn..»

îro, di vî danê êvarê de, gava roja romantîk a biharê ya modayê hêdî hêdî winda dibe, li qata dudyan a qonaẍa bedrî paşa, di odeyeke fireh de, sanîḧa xanim di nav êşeke mezin deye. mêr li qata jêr, li salonê roniştine, jin jî li jor. zik lê giran bûye. êşa wê yekcar zêdeye. nefes lê diçke. ev çi ḧale!..