1

ceco; zarokê welatê ẍerîbyê, nevyê mîr bedirxan.
From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  536 views

herwekî ko hatye gotin, merv pêşî dibîne û dinhêre, paşê jî dipeyve û dibêje. romana ko celadet begê dixiwest binvîse, dikare bi vê wêneyê dest pê bike, ev wêne dikare bibe fotografa yekemîn a romana bîra qederê; salut di konstantnopil, ro di moda a kadkiwî. silav ji konstantnoplê, bergehek û dêmenek ji modayê, li kadkoyê. pêşê bergeh û nêrîn, paşî gotin û qise... sal, 1893e. demsal, bihar, ji mehan gulan, ji rojan rojeke germ, vekirî û xweşe. bihar û gulan hatne; der û ber hêşîn, dinya germ, esman gewhere. sitembol û kadkiwî di nav govenda rengan de ne. reng bi ser ketne, dinya ji no ve vedje. jyaneke no dest pê dike.

di bergehê de tiştê herê ber bi çav, zerya (derya) ye. zerya di nav rengekê kesk û şîn de hemu wêne rapêçaye. tonên rengê şîn lê ne. li alyê dor sipyekî qerqaş destihlate. li der û dorên qeraxên zeryayê tarîtyeke qer li ser avê dixuye. di navbera herduyan de jî hin celebên din ên rengê şîn hene. esman çîkvekirîye. li cîhê ko zerya û esman bi hev re dibin yek, komên ewran çîlispî ne. lê li jorê, cîhê ku êdî ’ewr diqedin, esman bi rengê şîn xemlye. rengê sipî xwe qulpandye ser rengê şîn. ’ewr di nav hev de ne, lê nerim û sade dixiwîn. ne sawa berf û baranê, ne jî tirsa ba û bahozê lê ne. ew di nav sipehîtyeke zarîf de ne, mîna ku ew mizgînya jyana no bi dinyayê dighînin.

li dor, li cîhê ku zerya û esman dighên hev, berpala girekî ku dirêjî avê buye, xwe bi zeryayê dighîne. qirax û ax li wir dest pê dike. gir bilind û asêye. ew bi carekê noqî avê buye, royê wê kevre û mîna pyekê dirêj ê axê dixuye. li ser gir dar hene. ji bergehê fahim nabe ka ew çi texlît darin, lê situr û dirêjin. li cîhê ku dar dest pê dikin, rengê kesk zora rengên sipî û şîn dibe. keskahyeke bedew li rengên wêneyê zêde dibe. keskahî hemu milê jor ê bergehê dadgire. daristaneke xweş û bedew li wir hevaltî li zerya û esmanan dike. jyana mervan jê li wir dest pê dike. ji ber ku li ser gir, di nav daristanê de xanî xuya dikin. di ser daran re, banên qesreke pir mezin dixuyê. qesir sipîye û welê dixuye ko ew ji çend beşan tê pê. hema di binê banên xanyan de pencereyên dirêj û mezin dixiwîn. merv ji penceran dikare hemo rengên roja xweş a gulana 1893 - an bibîne. digel ku qesir di wêneyê de jî pir li dore, dîsan jî merv ji avasazya wê derdixe ko qesir di dema osmanyan de lêboye. mîmarya wê ne ya bîzansane. xwedyê qesrê jî binemala osmanyan, sultan û şahzadeyên wanin. qesir li ser pozê gir ava buye û eynî mîna malbata osmanyan, nêrevanê li ’erd û esmanan, dewr û dewranan dike.

ji qesrê hinekê dor, lê li ser eynê rêzê, çar qonaẍ, bi gotna osmanyan çar koşk hene. ew bi qasê qesrê baş naxwîn, bi tenê banên wan û hin alyên wan dixiwîn. ew ji qesrê pir biçoktirin, lê tevê vê, qonaẍên sipehî ne. banên wan sor dike; bi lehîtên sor lêbune. qonaẍ li kêleka hevin û di nav daran re merv dikare pencera yekê ji wan bibîne. ew qonaẍa ku pencera wê dixuye, li kêlekêye, ji qesrê dore. ew ji qonaẍên din jî hinekê dore... ew qonaẍ, hebona wê, reng û avahyên wê, ode û meclîsên wê, bîr û bexçê wê, ji bo romana bîra qederê pir girîng û pir pêwiste. ji ber ku tovên romanê li wê qonaẍê tên avêtin: qonaẍ, yek ji malên malbata mîrê kurd ê cizîra botan bedirxan bege. lawê wê bedrî paşa û ser’eskerê osmanyan, tevê mala xwe tê de dijî.

li kêleka qonaẍa bedrî paşayê bedirxanî, gir bi şikêrekê xelas dibe. tê re gewryek derbas dibe û xwe dikhîne zeryayê. piştê gewryê jî girekî no ku hinekê beriztire, dest pê dike. lê di navbera herdu giran de, li cîhê ku gewrî xwe dighîne zerya, lengergeheke dirêj heye. welê dixuye ku lengergeh bi qasê 100-120 mîtroyê dirêje. li herdu alyên lengergehê çend kelek, qayk, kod û keştyên biçok ên bayî hene. ji wan hinekê dûr jî keştyeke meznitir lenger avêtye û rawestaye. u hema li qiraxê lengergehê, du qonaẍên biçok ên bansor ku pir bi qonaẍên din dişbin, dixiwîn. wan berê xwe dane zerya û pişta xwe dane gir. girê no û beriztir jê bi daran tijîye û li cîhê ku wêne xelas dibe, nîvê qesreke mezin xuyaye. avasazya vê qesrê jî mîna ya dine.

li ser vê wêneyê tiştê herî balkêş, hebûna mervekîye. di wênê de, li alyê pêş, giraveke pir biçok heye. girav hema bi qasî bihustekê ji qirax û gir veqetyaye. lê merv dikare bi hêsanî xwe bighîne giravê. u hemû girav ji çend lat û kevrên mezin û bilind hatye pê. ew ne cîhê jîyn û roniştinêye. lê ji wir mîna teyrê baz, merv dikare hemû alî bibîne. di wênê de, mervekê li ser kevrê herî bilind ê giravê ronşitye û li kamerayê dinhêre. ew kîye, çi kese, çi dike? merv vê yekê ji resim nikare derxe. digel ku ew di wênê de, pir li pêşe, dîsan jî royê wî baş naxuye. ew mêre, porê wî reş, gomlegê wî sipî û kincên wî reşin. wî hinekê sitûyê xwe xwar kirye û li alyê objektiva makînê mêze dike. pêşî ew li fotografkêş dinhêre û paşê jî, bi îhtimaleke mezin, weha dibêje: «ez jî heme, ez li virim, perçeyekî vê wêne û bergehê me...» hebûna vî mervî wênê yekcar diguherîne; ruh û can dikeve wênê, hest û pejna jîn û jîndaryê direşe ser bergehê. di fotoya yekemîn a romana bîra qederê de, hebûna mervekê weha gelek girînge. ji ber ku romana bîra qederê, tevî bergehên cuda û xweş, li ser însan ava dibe. merv û hebûna wî esase.

ev mervê ko li ser kevir ronşitye, pişta xwe daye girê jorîn ku qesir û qonaẍ lê ne. pişta merv, bi temamî, ber bi qonaẍa bedrî paşaye. eger merv xêzekê ji pişta wî bikşîne, xêz ê rasterast xwe bighîne qonaẍê. di qonaẍê de, ji 40 zêdetir merv dijîn. hemû jî bedirxanî ne. bedirxanî, bi gotna osmanyan bedirxanpaşazade, pirin. ji vê qonaẍê pê ve, çend mal, xanî û qonaẍên wan ên din hene. hemû jî li alyê rohelat ê sitembolê, li milê anatolyê, li kadkoyê bi cîh bûne; li moda, fenerbaxçe, cevzilk, bostanc, mohurdar, guztepe û kizlitoprakê dijîn. piştî kurdistanê, sitembol û kadkoyê bûye welatê wan ê duyemîn.

fotokêş kîye? li ser fotoyê, ev ne dyare. lê belê, eger kê be, ew fotokêşekê hosteye. li ser fotoyê hem dîmenên vekirî yên kadkoyê, bi rengên xwe yên taybetî, hene, hem jî di navenda hemûyan de însan. ne însan ji ber çavan direve ne jî bergeha kadkoyê... bergeh, perçeyekê ji xweşê û dewlemendya kadkoyê, tevê însanê wê, berpêş dike. zerya marmarayê bi pêlên xwe pişta qirax û girên kadkoyê mist dide. dar û ber bi rengên xwe yên demsalan hawirdor dineqşînin. qesir û qonaẍên kadkuyê esaleteke yekta didyê. bender û lengergehên kadkuyê ko ew rapêçane, mîna pencereyekê li dinyayê vedbin. keştyên ko li doralyên kadkoyê ne, ahengeke lêhatî didnê. daristan û hêşnahyê kadkoy kirye cîhê ger, geşt û seyrangehê.

di rojeke biharê ya gulana 1893 -an de, kadkoy, taxa wê moda û qonaẍa bedrî paşayê bedirxanî, li ser resmekê weha xweş û rengîn dixiwîn.