êdî fotograf ê bipeyvin...

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 10 minutes  938 views

«nav: bîra qederê

gengire (çeşin): roman

tarîxa destipêka nivsînê: 15 tîrmeh 1951

destipêk: herkes dimre; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin. dora min jî hat, niha jî dora mine.

di ropela yekemîn a deftereke biçok de, bi destinvîseke gelek xweşk û xwar, weha hatye nivsîn. di vê şeva kesertijî de, nivîs bi ronahya çirayeke biçok, bi zeḧmetî dixiwîn. rêz, berê niha bi hefteyekê, hatne nivsîn û rêzên herê dawînin ku li pey celadet alî bedirxanPerson, nevyê mîrê dawîn ê mîrekya kurdê cizîra botanêLocation, mîr bedirxan, lawê kurdiperwerê navdar emîn alê bedirxan, mane.

şeve. îşev 22-ê tîrmehê ya 1951-ane. şev, şeva ku dora romana bîra qederê rapêçaye, bi giranî daketye. dinya germe. şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata bedirxanan, şahîdê mirna celadet alî bedirxan, westyayî, dikeve xewê. şeva giran û westyayî roniştevanên bajarê kevin û navdar şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. xalîçeya ji sitêrkan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva şamê nobedarî dike.

lê li şama miqedes û şerîf a mislimanan, jineke navsal ranezaye; roşen bedirxanPerson, keça salḧ bedirxan, jina celadet bedirxan, dya sê zarokan, useyma, sînemxan û cemşîd. xew jê dore. ev buye hefteyekê ku xew neketye çavên wê. belê, bi temamê hefteyekî... ew dixiwaze, pir dixiwaze ko razê, her tiştî ji bîr bike, deng, pejin, hiş jê bi dor bikevin û bikeve nav xewa bêdawîn û here da ku xwe bi hevalê xwe yê jyanê celadet beg bighîne. lê nabe, xewa ku hertim li kêlekê bu, hertim dihat û çavên wê digirtin, niha winda boye. reh û damarên wê vekşyayî, xwîna wê miçqî, devê wê kilîtbûyî, bêhereket û bêlebat, ji hefteyekê u vir ve, ew hişyare. ji hiş, bîr û mêjî pê ve, her derê wê mirye, winda boye. bi tenê mêjî, hiş û bîr jîndarin, ji her carê bêtir û xurtir jîndarin. roj û boyerên bihurî, gotin û xeberdanên do, tahim û bîhnên jibîrboyî, niha, yek bi yek, tên û li dora roşen xanmê digerin. umrekê dirêj, jyaneke rengîn, niha, digel her kitektê, bi ser wê de tê. her tişt, her alî, her gotin, her gav, her rêz û ropela jyana celadet beg, niha, bi awayekî ecêb, tên bîra roşen xanmê.

niha, di vê şeva germ û kambax de roşen xanim jî dixiwaze bikeve pey celadet beg, pê re bikeve nav xewa ebedî, here ba wî. lê çawan?

celadet beg niha tuneye, windaye. merv çawan hînî windabon û windakirnê dibe? kursya wî ya ku ew hertim li ser rodnişit, niha, valaye. ken û dengê wî yê navdar di nav dîwaran de, li derekê, veşartîne. peyv û gotnên wî yên kîbar nayên bihîstin. masa wî ya xebat û nivsînê, bê zar û ziman, li hêvya wî ye. pênûs, defter û kitabên wî, peregende, li ser mase û refan, li hêvyê ne.

pakêtên wî yên cixarê, pilakên wî yên musîqa kilasîk li hêvyê ne. kinc, cil û bergên wî li hêvyê ne. zarokên wî li benda bavê xwe ne. eḧmedê fermanê kîkî, dengibêjê wî, nexweş, di nav nivînan de, li hêvyêye. kewên wî yên yekta, çavgirtî, li benda fîtka wî ne... lê ew nayê, ew tuneye. ne li vê odê, ne li oda razanê, ne li ḧewşê, ne li kêleka bîrê, ne li çapxanê, ne li yaneya tucaran a bajêr, ne li qahwexana taxa muhacrîn û ne jî li tu derekê din...

niha, bi tenê hişa windabonê ya biquwet û xurit heye. merv çawan fêrî vê hişê dibe? mirnê hat, celadet beg û bedena wî bir û li pey xwe jî ev hişa kambax xiste nav malê. vê hişê niha mal vegritye. malê reşa xwe girêdaye. ji roja mirnê û vir veye, mal, roşen xanim, zarok, nas û xizim, merv û dost li şînê roniştine. roj bi girî dest pê dikin û diqedin. bi sedan, bi hezaran kes tên. roşen xanim, herçî ewe, buye dîla hişên bêdeng. ew li oda roniştinê ya mezin, navenda jyana wan a ko ew hîn bubûn, li ’erd, dîwar, têkber, xalîçe û kursyan dinhêre û bêdeng difkire.

zarok razane, heye ku ew ranezane, lê ji jorên wan deng nayê. mêvanên ku ji bo şîn û tazyê hatne, hin di odên mêvanan û hin jî di malên nas û dostan de razane. roşen xanim ne li ser kursyê, lê li ’erdê, herwekî ku celadet beg pirî caran dikir, ronşitye. na, ew ronenşitye, li êdî fotograf ê bipeyvin...

ser kêlekê dirêj buye: li kêlekê du xwelîdank tijî xwelê û cixare hene. li berê çaydankeke biçok, qedeheke nîvtijî û şekirdankek hene. li kêleka wan, nameya ku celadet beg, berî mirnê nivsîbu, heye, «yavrum roşen...» hema li ber, deftera ku celadet beg ji bo nivsîna romanê hilbjartbu, vekirî, li pêşyêye. li doralyê jî tiştên ku li pey celadet begê mane, peregende, li vê derê, wê derê, belavbuyî hene; kaxiz, defter, kitab, kovar, rojname, name, pênûs û resim... bi taybetî jî resim, şahîdên umrekê balkêş û zimanê romana bîra qederê. her yek li derekê, di wexteke bihurî de, hatye kişandin. niha, di vê bêdengya şîn û keseran de, bi rengên şevê rapêçayî, resim, bi zimanê xwe yê taybetî, dipeyvin.

gelu ev jyana celadet begê, jyana ku mîna romaneke pir balkêşe, dê, êdî, bi windabuna celadet beg re, winda be? jyana wî, xebat, berhem û eserên wî dê ji bîr bibin? ev kovarên wî hawar, ronahî ku wî bi hezar zeḧmetî û dijwaryan derdixistin ê di nav refan de birzin? wexta malkambax ê her tiştê bide jibîrkirin? şopên wî dê, mîna berfa ber tavê yan jî nivîsarên li ser qomê, hêdî hêdî biheln û winda bibin?.. yek xwedê û yek jê roşen xanmê dizanî ka wê çiqas ezyet dikşand da ku bikarbe berhem û eserên xwe bi afrîne. ew xebat, neçarî, êş, dest tengî û ezyet... ma ew ê niha winda bibin?

dîsan girê dikeve çavên wermî yên roşen xanmê û rondik hêdîka resmekê ku li berêye û li sitembolê, atêlya fotografî ya» abdulah fireres», hatye kişandin, şil dikin.

ew cixareyeke no, bi cixara ku di destê wê de xelas dibe, vêdxe, li dora xwe dinhêre û difkire.

fikir, ḧis, pejin û guman li dora ronya çirê difirin. gotin û peyv qedyane, winda bune. mixabin, hezar mixabin ku ev weşan û resmên ku li berê ne, napeyvin. çima ew rêzên xweşlihevhatê yên celadet beg ji nav ropelan dernakevin û dest bi peyvînê nakin? ev şi’ir, ev çîrok, ev serpêhatî, ev nivîsar... çima ev jê mîna roşen xanmê bi tenê bêdengin? pa ev resim û wêne? nemaze ev resmên ku şahdê jyaneke dirêj û qedereke balkêşin? ma ev fotoyên ku niha li berê ne û li pey jyaneke dijwar û rengîn, kesertijî û bedew mane, dê weha bêdeng û sitoxwar bimînin û birzên? ev ê, bêzar û bêzman, biqulbin ser rengê zer û mîna pelên zer ên payzê bweşin? ma ev ê bi tenê bibin xewneke wexta bihurî? ma ev ê nepeyvin û xwe li hember herkîna wextê ranegirin?..

roşen xanim li resmekî kêlekê dinhêre. ew xwe dide hev, li ’erdê rodne, resim digre destê xwe û bi hizir û dîqet lê dinhêre; celadet beg, sal divê 1926 be. enî vekirîye, çav mîna çavên teyrê helu bi xwe bawer û vekirî ne. porê wî yê ber bi paşyê şehkirî û reş, dibirqe. poz, pozê nas ê bedirxanane; mezin, dirêj û xweş. kincekê no û reş, bi gotna firansizan kostumek ku dyare, ji destê terzyên yekta derketye, lêye. qirawateke xweş a hewreşîmî û bi nixtik, mîna her gavî, kincan û gomlega sipê xweş li hev tîne. yêlegê wî ku perçeyekî ji kincane, bi şeş qumiçkane û qumiçk hemu, ḧeta sîngê, girtî ne. celadet beg hinekê xwar seknye û herdu destên wî di bêrîkên pantolonê de ne. ro hinekê gulovere. simbêl û rih nînin. heye ku loma hinarkên ro meznitir û gilovertir dixiwîn. enî û pêşcênk gelekî vekirî ne. biryên çavan, ji hevûdu baş veqetî, dirêj û reşin. bijang di bin reşahya biryan de winda bune. lê bîbik mîna du lûlûyên reşin û dibirqînin.

niha? ew ê niha bi tenê di nav van resman de bimîne? gelo qedera wê, ev bû? roşen xanim radbe ser pyan, fotografên ku li dora wê peregende belav buyî ne, yek bi yek, dide hev û dîsan tê li ’erdê, li cihê xwe rodne. ji çilê zêdetir resim. ji çilê zêdetir kurte -demên bihurî û qeytikirî. li vir û li wir. hin ji wan bi hunermendya fotografkêşên hoste hatne kişandin. di hinan de jê ne huner û ne jê hostahî heye, ew bi tenê ji bo îspatkirna jyan, wext û demên bihurî hatne veşartin. hemo jî bi rengên reş û sipî ne. bêguman çeşnên reş û sipî jî tê de ne; hin vekirî ne, hin jî girtî. hinên wan portire ne, nîşana jyana celadet begê ne. di hinan de jî gelek kes bi hev re ne, îspata yekbon, hevgirtin, hevkarî, dostî, mervahî û biratyê ne. hin jî bi tenê bergehin, cih û warên ko jyanek tê re bihurye.

roşen xanim li ro û bedenên kesên fotografan dinhêre. ew hinan ji wan dinase, lê hinan jê nas nake. hin bi simbêl û rihin. royê hinan bi kene, yê hinan jî serit, hin jî westyayî, matmayî û şaşbuyî li objektifa makîna resman dinhêrin. royê hinan mîna heyvekê sipehîye, yê hinan jî çelimsî û qerimçîye. hinan çavê xwe girtine, mîna ku ew di xewê de bin. hin jî li derekê din, li dorahyê dinhêrin. hin rotirşin, hin jê ronerim. royên ji hev cihê; li pey her yekê qedereke cihê û balkêş.

ya çav? çavên reş, çavên belek, çavên kentijê, çavên kesertijî, çavên kal, çavên pepok.

çavên jîndar û kûr... çavên kurdan, eynî mîna qedera wan.

her tişt niha di nav van resman de veşartye. wext, dem, dewran, jyan, serpêhatî, bûyer, pêwendî, evîn, şer, têkoşîn, êş, keser, ḧesret, ḧis, pejin... her tiştê niha xwe veguhezandye nav van fotografan, xwe kirye beşekê biçok ê fotografan da ko roşen xanim her tiştî bibîne û bi bîr bîne. bêguman, eger celadet beg weha ji nişka ve neçuba û bikarbuya romana xwe bîra qederê binvîsya, wî dê li van resmên ko nîşana dewreke dirêj û jyaneke bedbextin, binhêrya.

lê mîna her daxwaz û xwesteka wî, daxwaza nivsîna romanê jî qurimçî û nîvçe ma...

- kî dê niha pêşî li van resman binhêre û paşê wan bîne ziman? kengê ev fotograf ê dest bi peyvînê bikin?..

roşen xanim li resman û deftera romana bîra qederê ko celadet begê dest pê kirbu û bi tenê çend rêz nivîsîbun, dinhêre û weha difkire.