qoç ’usman 1

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 14 minutes  701 views

bexaleqî berqerare

bewey řoy nabû řojgare

mexlûq bîbê îxtîbare

dinya nabê berqerare

ew le bo ’ebdî hejare

qoç ’usman pyawêk bû řût û qût û lewî de bêkare

eger le daykî xoy zîzbû, le mergeweřê le bo beẍdaye dehate xware

dehate kin ewladî şa řostem began. sê sałan debuwe seqa û sêyan debû be abdare

serî ḧewtûmey debû be pêşxizmet û darkarî dekird wekîl û wezîr û řidêndare

de merkezî ew maqułîyeyda bû, şewêkî be dayk û baban bû întîzare

sibḧeynê le derkî aẍay xoy řonîştibû, damabû zwêr û zigare.

aẍay dełê:

«řołe, qoç ’usman, firzendî berqerare!

eger etû hatîye kin emin, hetîwêk bûy, kes pênewîst û lewanî de bêkare

sê sałan le derkî min berqerare bûy, kes pêy nebûy îxtîbare

êsta emînî małe minî, boxot bûy be qenedare

eger dełêy małim keme, zorim nîye îxtyare

kilîlî genc û xezênanîş wergire ewcare

bîbexşe bebarî, daẍanî bike be xełware

emanetî min letû ferz bê, ḧîsabit degeł biraderan řagre dînar bedînare».

deygut: «aẍay min! xuła řawestawit ka, bibê berqerare

mensebî maqûłîyêm zore, çî dî nakem îxtyare

emma ew şew dexewêda be dayk û babî xom bûm întîzare

debê merexestim bikey, biçmewe kin dayk û babanim, bewe’dey ḧewt şew û ḧewt řojan, ca dêm debmewe nokerî bêkare».

aẍay xoy lewê degełî kird guftare,

deygut: «řołe! sebrêkim lê bigre, heta qawey dexom, qawey dexom qenney dekêşim, dekemewe nehare».

dirawî bo dagirt bebarî, zêř û eşrefîy dekird serbare

swêndî beserî xoy deda îxtibarî pê nebû, bekelamułłay espard ew care

deçuwe êxtexanan derî dehênawe, cwanûlêkî nozînî sê sałî; de

piştêy dekird zînêkî murset, le tenîştî řikêfî ałdoz leser deste

qayşêkî cîřî bułẍare

de zarî dekird danelẍawêkî ḧewêze mirware

deçuwe cibbexaney aẍay xoy, hełî dekêşa demerqopanêkî saçaẍ gułebatûn lewî berqerare

de pêy xoy dekird çekmêkî mûsłî, lewanî de gułîngidare

de qebûłyanî dena cûtêk demançey ser bedûgme

bo řojî tenganan dên bekare

deyawîte şanî xoy zirêyekî dawwidî le milanî bibû berqerare,

de şanî dekird metałêkî heyzeran, ḧewt qube, ewîş bo řojî de’waye dên bekare

destî deda řimbêkî dûparî, hejde qefî lewî cewherdare

herçî bewî dijmin bû, deygut: «ew małe mîr seyfudîn begî deba le

kołman debêtewe ew şeytan û şofare

herçêkî bewî dost bû, şîn bû, giryan û haware

deygut: «małî aẍay mîr seyfudîn begî bird; nayetewe ewcare».

merkebî segławî le êxtexaney dênaderê be’îznî xuła û pêẍemberî lê debû sware

le hêndêkyan pêkenîne, le hêndêkyan giryane, qoç ’usman

dełê: «xułakey temenayan bo biken lew cebare».

qoç ’usman bo małe dayk û baban dehate xware

le hêndêk cêyan beřoyîn le hêndêk cêyan be wirdeẍare

şewêkî wextî nwêjî şêwan bemergeweřê bû întîzare

bemnidałî řoyîbû, bemałe dayk û babî xoy nedezanî ewcare

deygut: esp mirade, ciłewî şoř dekemewe, her cêyekî ew lêy řawesta,

lewênderê degirim qerare

înca sibḧeynê le małe dayk û babî xom dekem pirsyare.

ciłewî merkebî segławî şoř dekirdewe be kûçe û kołananda dehate xware le derkêkî çikołaney degirt qerare.

bangî dekird: ey xanexwê! lêy wederkewtin pîrêjnêk û pîremêrdêkî pîr û îxtyare

deygut: ewşew mîwanî engom deyangut: eme le mîwanî wek tû debîn

xecałet û şermezare

xercî bazařman nîye, nîmane pûł û pare.

ewe małe wezîr û wekîlan lewê bibe berqerare.

deygut: mîwanim ewşew, her lêre debim sitare.

merkebî segławîyan lê wergirt, kirdyan berqerare.

ew dayk û babî denasînewe, ewyan nedenasî ewe firzendî xoyan ewcare.

ew pîrêjin û pîremêrde deyangut: çibkeyn, be nanî wişkî le mîwanî wa debîn xecałet û şermezare.

qoç ’usman řuḧmî be dayk û baban dekird ewcare

bangyan deka: pîrêjin û pîremêrdî îxtyare!

engo leknim hîç firzendu nebûn, bow bê bekare?

dayk û babî qoç ’usman deyankirdewe giryan û haware

deygut: ew sał ḧewt sałe kuřêkman heye bo beẍdaye çote xware.

babî çawî kem bîna buwe, daykî lêy biřawe îxtyare

qoç ’usman dełê: pîrêjin û pîremêrdî îxtyare!

eger qibûł biken, emin ew ’usmanim cinêwu û damê, lêw dam, paş nwêjî

nîweřoyew derkirdim yekcare

dayk û babî bîln debûn, deyankirde haware

dełên: řołe, qoç ’usmane, taqane, bextewere!

were řonîşe lekin daykî xot heta sed sałî dî, babit debête pêşxizmet, daykit debête kenîz û kardare.

deygut: dayk û babî min, pîr û îxtyare!

şukiraney zorim weber cebare

eger dîdar axret nebû ewcare

emin aẍayekim heye, xuła bîka berqerare

hêndî zêř û eşerefî bo engo narduwe ewcare

heta sed sał bîxon, lêw nabřê û lêw nabê qutare

emnî swênd da bexułay be kelamułłay espardûmewe dûbare

eger neçmewe kin aẍay mîr seyfudîn beg, be cwanî demirim, kelamułła

demgirê, le xecałetî aẍay xom nabim řizgare

debê biçmewe kin aẍay mîr seyfudîn beg ta nebmewe mistexesare,

daykî dełê: elḧemdulîlay! kuřim saḧb îxtyare.

ḧewt şew û řojanî lewê degirt qerare.

řojêkî merkebî segławî hênaderê, de piştî kird zînêkî murset le

tenîştêy řikêfî ałdoz, tengey dekêşa be qayşêkî bułẍare

hegbey le terkî qaym dekird dayk û babî wî deyankird haware,

deygut: řołe! bo kwê deçî? deygut: dayk û babî min merkebî segław û xefexane, pêy deçme řaw û şikare,

deygut: řołe! edî ew hegbey bo le terkî berqerare?

deygut: ewe wesyetî aẍay mîr seyfudîne, kesêk pyawî bikujê, xoy bawête kin emin, sindûqî serî aẍay xom bîkem řizgare

kesêk jinê hełgirê, bê damêngîrî min bê, teseduqî serî aẍam deykem qutare

espim le řawê laqî bişkê zînim le ’erzî bimênê, dûsed tumenî dedem, debmewe sware

heta aẍam zîndû bê, pyawe nabim ewcare

dayk û babî min, megrîn, heta mîr seyfudîn beg xoş bê le feqîrî bûn qutare

pêy de řikêfêy dena, hawarî dekirde cebare,

sûçî řekêfê be merkebê nîşan da; hertik çawî merkebê kwêr bû, le ’erzîyêy nekird kare.

dehatewe kin dayk û baban, dadebezî ewcare

destî kird be giryanê, dełê: serim nabê qutare!

le ah û nałey aẍay xom qet nabim řizgare

çunke swêndî dawim degełîşî danawim qerare

dayk û babî min! engoş xêrêm lê nabînin ewcare.

ḧewtuwêkî lekin dayk û babanî girt qerare

firmêskî çawanî detgut beḧre, řûbare

dayk û babî řuḧmyan pê dekird ewcare

deyangut: řołe quç ’usmane bexteware!

boçît heye hênde giryan û haware?

dełê: dayk û babî min! beçengî xom nemawe îxtyare.

çibkem bebê îmanî demirim, xêrêm lê nabînin ewcare.

daykî be mêrdî degut: çake, ew firzendey xoman bikeyn řizgare

çunke le beẍdayey zor hen şeytan û şofare.

babî dełê: bexułam bezamin da, pêẍemberî bo bibê be tikakare

şîrî toy xwarduwe, bîke řizgare

hertikyan merexestyan dekird ew kuřî nazdare.

sibḧeynê eger swar debû be kûçe û kołananda dehatexware

xełqî mergeweřê pakî bo debû tikakare,

deyangut: biřo humêdewarit bê dwazde îmam û çwar yare.

dehatewe kin dayk û baban, îklamî kêşan sê care

dełên: řołe! heřo biřo; herçendî momin û melayketin, le baregay xułay bot bibne tikakare.

eger swarî merekebî debû le hemû layekî bibû řizgare

sûçî řikêfêy be merkebî segław nîşan deda. maşełła hêndêk dełên

teyre, hêndêk dełên şamare.

le mergeweřê bo beẍdaye dêtexware

le hêndêk cêyan deřwa be řoyîn, le hêndêkyan be nermeẍare

řegełî dekewtin xizim û bira û yare

deyangut: heta beẍdayet degeł dêyn ewcare.

şewî beserda hat, menziłî girtibû qerare

sibḧeynê swar debû, beřêy xoyda deřoyewe xware

le řêye geyîye xidrî zînde û xidrelyas, ewîş le baregay xułay boy bûn be tikakare

le deştî bałînê azîzim dehate xware.

be teřat û be nermeẍare

temaşa deka, le deştî bałînê řeşbełek buwe, selelat be çi qerare

temaşa deka, dawete, lotî û řeqase lew kare

le layê serçopîye girtûyane pyawî, be kêrd û kembere û çekmedare

lelay nêweřastê girtûyane, kîjî bejin barîk û sîng sedef û çaw bełek lewî gwê begware

lelay gawanye girtibûyan pyawî jin cwan û zorxor û xwêřî û bêkare

temaşay kird gumbezêk le dûr dyare

ew gumbeze tenîşt be aqşiqeye çwar terefî be ḧesare

qoç ’usman dełê: xułaye! ewe çîye? le kê bikem pirsyare?

lewlařa dehat pyawêkî aqił û kemałdare

ciłewî degrê, dełê: were, biçîn le małe min mîwan be, etû dyare ẍerîbî lew şare.

dełê: qurban, řêm lebere; qisêkim heye, lêt dekem pirsyare.

dełê: řołe! were biçîn dabeze, qenneyekî bikêşe lekin mamî xot řonîşe

bikeynewe guftare.

dełê: mame! xułat lê řazî bê, seferim lebere bimke řizgare!

dełê: řołe! etû danabezî, bizanim ewe çîye lêy dekey pirsyare.

dełê: mame! ew gumbezey lewêye, çwar terefî beḧesare

ewe hêndêk dełên: çakî tirkane, hêndêk dełên kilîsay hermenyan beyekcare.

dełê babim: diroyan kirduwe, ew mexłûqey şofare

qet be qisey ew xełqey meke îxtubare

ewe kember besteye bemnidałî şehîd kirawe, hîmet û bereketî ḧazirbê,

ewe pîr çake sware

her kesêkî be lebzêkî şîrînî zyaret bika, be diłêkî îxlas leser ewey

bika tobe û îstîẍfare

emin zamnim - řêgay çil sałan dûr bî, le tengananit dê le hîmdad û haware.

qoç ’usman aqił bû, kemałdare

deçû lewênderê pyawe debû, ciłewî degirt, pyawêkî řîş sipîdî berqerare

se’atêk degeł ew pyawî řidên sipîdî dekird guftare,

deygut: qurban! ewe kêye? deygut: hîmet û bereketî ḧazir bê, ewe pîrsiware.

qoç ’usman aqił bû hełsita zyaretî kird sê care,

deygut: pîrsiwar! bequrbanit bim le beẍdayem dijmin zorin, carcar le hîmdadim

were. şew û řojêkî lewê gîr debû temanay dekird le xułay ewcare.

îcazey wergirt, debû betobekare

lewênderê swar debû bo şarbajêřî beẍdaye dehate xware

temaşay kird, lelayekî esnafe, le yekî beqałe, le terefî dîke ḧetare

biřêkî dîy dajwa, le karwanseraye hate xware

temaşay kird, kurdî keřk deber bûn; deygut: ewe çîye?

deyangut: ewe hemûy cełeb firoşe, swêndixore, bê tełaqe, hemûy çêwedare.

biřêkî dî dajwa, le karwanseraye hate xware

temaşay kird, ’ecemî kewł řeqî pepaẍ řeş bûn gutî: ewe çîye?

gutyan:

’eceme, ’elî periste, nwêjnekere, hemûy kirêbare.

biřêkî dîy dajwa, le karwanseraye hate xware

temaşay kird, kułapan řonîştibûn, askyan leber dûkanê bûn

gutî: ewe çîye? gutyan: cuwe, ermenîye, le xuła netirse, hemûy qewedare.

biřêkî dîy dajwa le karwanseraye hate xware,

temaşay kird, ẍełbeẍełbêk beqed dûhezar kesî be’ejmare

şînkêkî qezwanîyan lewê řagirtibû, kilk leser çuwan, yał û dûy bejengare

hêndêkyan pêyan deda dûsed û sêsed be’ejmare

her kesêk çwar gułe dezûy le małe xoy ban, deybirde bajêřî heřac

firoşî dekird, deykird bepûl û pare

deygut: deşqem espî borem wegîrkewê, ca qet le xom nabřê, le

ewladîşim nabê qutare

eger qoç ’usman geyyê, sê carî da çwar kenare

le terefî řastî řodenîşt, deygut: «saḧbî espî bore, were».

eşrefîy bo debjard hezar behezare

ciłewî espî borey le çenk muştirîyan derêna, bo şarbajêřî řadekêşa xware

hêndêk deyangut: benk kêşe. hêndêk deyangut: qumarbaze. hêndêk

deyangut: ewe şerabxore, fêre qumare.

eger gwêy lê bû le řiqî xełqî geřawe dûbare

deygut: babim saḧbî espî bore were! dirawî le koşan bo fiřê deda xware.

deygut: babim, gerdinim aza bike nek diłit ledû bê, xêrî lê nebînim, le qyametêt le ah û nałan nabim řizgare.

ciłewî espî borey da be hetîwêkî, ḧeqîşî dabûye şeş pare

îxtîbarî bewî nedekird, boy bekirê degirt dû pyawî řidên sipî leknî dadena be’emîndare

debû be hemuwanî xizmet biken, řinekî biken řojî sê care, boyan dekirde paşbend û pêşbend awrîşmêkî berqerare.

awrîşmî xawyan bo dekirde selke řêşme, î dîkey bo deken guł’ewsare, leser dûkanî necařanî bo dirus dekird, qełtaẍêkî çwar kułaẍey çinarî cewherdare

leser dûkanî seřacanî bo dirus dekird, tekełtuwêkî awrîşmidozî be’îxtubare

leser dûkanî hemedanyanî bo hełdegirt, desteqayşêkî cêřî bułẍare

leser dûkanî asnigerî cûtêk řikêfî dirus dekird, dane liẍawêkî ḧewîze mirware

leser dûkanî şîrgeran dirustî kird cûtêk zerg bo bałetengê mîsrî û gorde û qedare

leser dûkanî xeyatî dirustî dekird serzînêkî parçêk mahût, yekêk

meḧmeł, yek etłes, çwar terefî dekird be xaray newbehare

çil destî awrîşim hełdegirt, deykirde saçaẍ, ewîşî dena le çwar kenare

cûtêk tułey fînoyan degêřan, ewîşyan bepûł kiřî bibête şatir, biřon le kenare

eger ew tedarekey debû berqerare

swar debû be kûçey şarbajêřê dehate xware

deygut: «ewe asman kun bû espî borey pêda hatote xware

pêşkêşe bo aẍay mîrseyfudînî debem; lemin waye lêm xerc nekirduwe şitaqe pûł û pare».

ḧewtuwêkî le şarbajêřî řodenîşt, xizmetî espî borey dekird ewcare

paş ḧewtuwey swar debû be’îznî xułay lebo beẍday řengîn dête xware

nwêjî şêwan daxîl bebeẍdaye debû, bederkî aẍay xoy debû întîzare

teq teq lêy da le xwace bêdare

lêy wederkewtin, keyxuda û emîndare

temaşa deken qoç ’usman buwe berqerare