meḧmeł û biraymî deştyan 3

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 10 minutes  924 views

«biraym dełê:

meḧmełî xał le řuwe!

bes beser emin biřo řû beřuwe

ewe swar wederkewtin le zînwan, mîr deruwe, naybî leduwe

awiř wede, gałte xencere bo serî min û tuwe

pyawî meydanêm dewê, neymênê naz û ercuwe

nemgut meçowe eşkewtî bêşwey. detgut miłkî babme becêm hêştuwe.

eme dû şwanewêłey feqîr, êsta degeł mîrî debîn řûbeřuwe

tikay hîç kesîş nagîrê, her hawarî serî min û tuwe».

meḧmeł dełê:

«ewe hemû taneye, bote nasor, le cergî min qaym buwe».

eger meḧmeł way gutîye

řiqî hełsita le biraymîye

dełê: «xetay wîye ew kemîye

bexułay çî dîm qibûl nîye

bizanim ew mîre kwênderîye

hîçî xatûn perîxan nîye

deykujim beyekcarekîye

boxom debme mîrî şarîye».

tîrêkî debirde ber małî kewanêkî hîndîye

berew řûy swarî çelyanî hełdaştîye

eger day le swarî pêşû, bistêk le swarekey dwayey tê peřîye

meḧmeł dełê:

«biraym serhełdênim le xułay dekem şerme

hêşta milî meḧmełî le de’waye nebuwe germe

be dû tîran çwar swarî de çelyanim kirdûn êxterme».

biraym dełê:

«kak meḧmełî xał le řuwe!

etû bese beser emin biřo řûbeřuwe

«eger etû kuştûtin çware emnîş tewawu kirdûn duwe».

meḧmełî dełê:

«biraym! řebî bemałe zorab xanî werken newte

xut xutêk le diłî meḧmełî deştan dekewte

ewřo le swarî çelyanim tewawkirdin şeş û ḧewte».

biraym dełê:

«kake meḧmeł! etû le xot geřê

mîr hatote ser eme bo mał û meřê

emin yekêkim mawe, le tû řas kemewe ewê geřê».

herçî biraym bû, şeşî kuşt û meḧmeł ḧewtî kuşt bû. mîr gutî: «de’wam degeł nekirdûn, sêzde swaryan lemin kuşt. meḧmeł serkêwîye safîye; bendêkî bang dekem bête xwarê, sed swarî denêrme řêye bîkujin. herçî kuřî kujra, herçî babî kujra, herçî biray kujra, ewane bênewe xełat û beratyan lê zyad dekem».

mîr dełê:

«ay meḧmeł, kak meḧmeł gyane!

ewe nabête şeřî mêrdane

etû lewê serê fiřê de tîrukewane

des de xencerêkî debane

were xwarê şeřê bike degeł ewhane

kak meḧmeł emin ew huneryane ḧisêb nakem be hunerê

etû tîrukewanî xot fiřê bide lewênderê

were gałtey le pêş mîrî bike be xencerê»

eger meḧmeł ew qisey debîst tewawe

tîrukewanî xoy fiřê dawe

bo nêw leşkirî hat behełdawe

kak biraym ser hełdênî

firmêskan beser řidênî weş hełdewerênî

hertik destan de sitoy meḧmełî werdênî

dełê: «kake! bequrbanit bim, meço xot dedořênî».

meḧmeł dełê:

«le biraymî min, şêt û çi nezane!

mîr bangî yeştote pyawan, nek jinane».

lewêy fiřê da tîrukewane,

hełdeweşa xwarê bo nêw swarî çelyan be xencerêkî debane.

kak meḧmeł geyîye pêdeştê

sed swarî çelyan becarêkyan řademaştê

hemû şîrî debanyan pê, mîsryan de piştê.

xułaye etû çend keremdar û nadrî

le piştî ew swaranem sed şîrî de misrî

bazîbendêk û ḧemayełêkî deber dabû ew şîrane şitaq meḧmełî deştyanyan nebřî

ew kê bo? le meḧmełî biçûke,

be destêkî xencerî debane, be î dîkey kêrdûke

de nêw swarî çelyan geřa wêney teyr û başûke

kê bû? le meḧmełî ferxe

de baẍełêkîda heye karî sawa de î dîkeyda heye berxe

de nêw swarî çelyan geřa be gêre û çerxe

mîrzorabxan deng hełdênî:

«kesêk cwabêm bo wekone naybî kon řabgeyenî

xuła bika swarî de çelyan yek lê nemênî

deşqemî ew awrey le cergî mîrî wekujênî».

kê bû le swarî şê keḧlane

deřoyî beserřew û lîngidane

degeyîye kone naybî be’îklam kêşane

leboy degêřêtewe hemû qisane

eger kone nayb ew qisey bîst tewawe

yekcarî řiq hełsitawe

hîçî nededî beçawe

dengî î qoşenê dawe

dwazde pałewanî hênawe

le řoynêy kirduwe heştawe

deygut: «zor kemim hênawe».

heta geyîye le mîrî kirdewe seławe

mîr ’eleykî we wî nedawe.

dełê: «mîr! bequrbanit bim, çi buwe, çit lê qewmawe?»

mîr dełê:

«nayb! boç wa şêt û çi nebînî?

ew taqe ferdey le meydanê debînî

ewhe bê babî kirdûn çil lankî kewan zêřînî».

kê bû le naybî caran

way dexuřye merdiçak û kemandaran

le meḧmełî deştyanyan kird betîrbaran

biraym dê doław dołe

weser xoy deka quř û xołe

dełê: «birałeřo! bizirim kirdûy tołe»

kak meḧmeł ser hełdênî

dełê: «biraym! xuła bika hîç ’emirit bo min nemênî

ḧezê bikey yek û çwar tołey min destênî».

biraym dełê:

«meḧmeł! besim leser bike qîje qîjê

awřim de bendenê berbû, le derûnêm depirjê.

qet buwe de řojî wek ewřoda bira leser biray xoy nekujrê».

kê bû? le biraymî carane

bedestêkî tîre be î dîkey kewane

be dû tîran deykuştin çwar kemandarî de mîrane

biraym geřawe dełê:

«meḧmeł! bewey kem beḧewawe

eger emin û toy beřojêy hênawe

eger qibûł bikey yek û çwar tołey meḧmełî deştyan estêndirawe».

meḧmeł dełê:

«biraym! bom biłê bedaykî xom, daykî pîre

lêm ḧełał bika çořêk şîre

emegî wîm zor bebîre

dayk û kuřî bê texsîre

zigî sûta ew feqîre

leknim cêy min zemherîre».

hate asmanê hewrêkî tarî

řêjnêkî baranê lewî debarî

meḧmeł ’emrî da beḧazryan; seławat le pêẍemberî muxtarî

mîr bang dêłê:

biraymey serseme

eger etû le xot bigrî bêyewe kin eme,

emin yek û çwar tołey meḧmełey betû dedeme

dełê: mîr, wa nebuwe qet wa nabê

etû tazeke le min kuştuwe meḧmełî zerd û zoł û çelebî

qet dewê germebrînêda mesłe’etî min û tû nabî

mîr dełê:

biraym le xot bigre were êre

ḧeyfe ewlad îngo le dinyaye bibê wecax kwêre

biraym be mîrî gut: «eger tû bêy, îltîfatim degeł dekey, emin gořî meḧmełî degêm. dwazde pyawçakan degeł ḧesen begî kuřit binêre ber eşkewtê, emnîş dême xwarê, dême xizmet etû».

eger mîr way dezanî ew qisane

dwazde kes le saḧb mensebane

degeł ḧesen begî cwane

sertapay kirdin řewane

bo kin biraymî deştyane

eger ew geyne ber eşkewtê, biraym biłindibû lewane

fiřêy dan tîrukewane

’erzî kird: ḧesen beg, gyane

elḧemdulîlla şukirane

meḧmełî deştyan şeytane

ew fewt bû lew mekane

etû teşrîfit hate êrane

biçne eşkewtê ewane

ew keyxuda û maqûłane

dême kin ḧesen begî bedestane

degełî deçim bo şarî çelyane

eşkewtî bêşwey dekem wêrane

çunke î meḧmełî deştyane

elḧemlay kujra lêrane

çûne jûr ew keyxudayane

be biraymyan kird mitmane

biraym hatexwar be’îklam kêşane

destî birdibû bo êxane

lêy da bexencerî debane

zîřey lê hat bestezmane

lêk řahî bû êsk û xwane

derkî eşkewtêy girt lewane

kuştinî dwazde keyxuday mîrane

leşkirêkî ’ezîmî beserda çiřjawe

beşîrêkî deban destî xencerî biraymî peřawe

ewîş parçe parçe kirawe

mîr hatbû lewlawe:

degeł kirmancim lê qewmawe

taqe kuřêkim bû nemawe

řîşey cigerm sûtawe

deng hełdênî mîr zorabxane:

hey bende musłimane

şeřê meken degeł kirmancî nadane

gelêkî weku mîrzorabxanî leber cûtêk şwanewêłan çûn her wek jinane

ewî ba’îzî kuřî min bû xatûn perîxane.

gutî: «biçin, bom bênne êrane

bîdene ber xencerane

beşî mine ew zig sûtane».

xatûn perîxanyan hênawe

cellabî bo ta’în kirawe

seyd û mela hatin lewlawe

şał û qur’anyan hênawe

le dewrey xatûn perîxanê řonrawe

mîr pekî kewt û geřawe

seyd û melay de dinyaye

hełyan girt şał û kelamułłaye

dayan na leser řêgaye

mîr dełê:

«çi bikem; çarem naye

naykujim, boç deken tikaye?»

gutyan: ew kare wa pêk naye

eger girtûte xatrî kelamułłaye

weha şîrne becê nemênê le seḧraye

to mîrêkî be’îmanî

bedłî xot nîye ẍeyanî

ewî jinin pak mîslî şeytanî

bîbe mitbeqê fiřê de, biła wek seg bixiwa nanî».

eger qiseyan kird tewawe

mîr le bo małê geřawe

bang leser bangî lê dawe:

«çi bikem şarim bê kuř mawe»

eweşman kirduwe tewawe

beḧsî xatûn perîxanê mawe.

xatûn perîxanyan le mitbeqê dana. heşt mang bû ředû kewtibû; hênayan le metbeqêyan fiřê da. ewdemî padşay şarî bû, ewcar le mitbeqê wek kiçetîwan kewt, heta mangêkî. zigî piřbû; hate ser no mang û no řojî xoy. xatûn perîxan za; dû kuřî bezgêkî bû. heta penca şewî şardyanewe, neyanhêşt mîr bizanê. le paşê mîr xeberyan daye; mîr zor keyfî pê xoş bû, hênay gwêzebaney bo wan kird. hênayan nêwyan lê nan. tegbîryan lê kird: «nêwyan binên çî?» kes neydewêra bemîrî biłê nêwî babî xoyan lê binê. mîr boxoy hełî daye gutî: «çi qeydîye, nêwî bab û mamî xoyan bê?» hemû kes qołî kêşa. î gewreyan nêwna biraym, î çikołey nêwyan meḧmeł. mubarekîyan kird. lêyan geřan heta pênc sał tewaw bû. serî şeşey deber xwêndinyan nan; heta şeş sałanyan xwênd. řojêkî cum’e bû, feqê merexes kirabûn. kuřî bêwejnêkyan girt, zoryan lê da; kuřeke le çengyan hełat. gutî: «ḧîzbab, hemû kes detwanê lemin da; engo biçin tołey bab û mamu bistênnewe». gutî: «were, were, kewayekit demê, ew qisem bo bike». gutî «eh! nayem, dîsan lêm dey?» gutî: «biçîne kin daykêman, bizanîn eme kuřî kêyn?» hatne kin daykyan; le mitbeqê bû le daykyan pirsî: «daye! eme kuřî kêyn? babî me kê buwe?» gutî: «řołe! babî engo mîr zorabxane». gutî: «daye etû kiçî kêy?» gutî: «řołe! emnîş kiçî mîr zorabxanim». gutî: «daye eme le kê bûyn?» gutî: «řołe! engo le min bûn» gutî: daye! çilon debê mîr zorabxan kiçî xoy gabê?» gutî: «řołe! lew qisane geřê» meḧmeł destî da xencerê, gutî: «wêsta řastê nełêy detkujim».gutî: «řołe! bab û mamî engo mîr zorabxan kuştinî». gutyan: «daye! ca wa asûde bûyn». destyan da xencerê, çûne dîwanî mîrî. meḧmeł lîngî da mîr zorabxanî, ewî kuşt. biraym lîngî da naybî ewîş ewî kuşt. çûnewe kin daykyan, hênayane derê le mitbeqê.

kirdyanewe mîrî şarî

xelas bû beyekcarî

beyekcarî û benadrî

ya xuła «řeḧman bekir» nemrî

le bendan dełêy şatre

le kitêbî melay saztire