nasir û mał mał 4

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 13 minutes  1117 views

nasir dełê:

«xuşkê! xatûnî! way xatûn tewrêzîye!

le wezîrî zyatir kes le mał małî maqûłtir nîye,

ema řiqî hełsitawe dełê: «nayemewe kwêstanê carêkî dîye».

xatûn tewrêzî dełê:

«birale nasir bequrbanit bim! herçendî xişił û gwarey mine boy bere bedyarîye;

bergî şayanim le xom ḧeram kirduwe, xenem leserî xom nedîye;

neçûme małe çi kafir û musłimanî bebûkîye,

xułakey, birale, çarey min çîye?

çilon mał małî dênyewe kwêstanê beyekcarekîye?

emin dezanim mał mał temay bemin nîye.

birale besedeqey serit bim! bizane lewê ew karey çilon pêk dênîye».

eger nasir ew qisaney debîst tewawe,

deygut: «direnge nagemewe bedwawe».

xatûn perweryan denard tedarekî bo nasrî degirt, deyhênawe,

le pêşî dadena, deygut: «birale! ewe xorakî řêyet, eweş kulêrey

beşekirî dirus kirawe;

xułakey ewane bo kak mał małî bere çunke le wiłatî ẍurbete, hêndey cefa betû dawe».

nasir dełê:

«xuşkê! dewłet zyad û małî awa».

swar debû řikêfî lê deda, degeřawe bedwawe,

heta hende hendî beyanî ajwawe,

leber xewê řêy sereder nekird lewênderê bû pyawe.

xewî beserda barî se’atêkî lewê mateł mawe.

hehû! ke temaşay kird beyanî berda, řoj hełkişawe,

pêy deřkêfî dena: ya ełłahî! deykird tewawe,

serberejêr dehate xwarê, bo xendeqî xelîfey degeyîye û bû pyawe.

temaşa deka: «mał mał lewê nemawe,

maynê şê deleweřê hemû, espabî lê bestirawe.

dełê: «quřim beserî kira, emegî ḧewt sałanim behîçê dirawe».

eger way zanî xoy le maynê şê xizêda têr giryawe;

dełê: «xułaye! bizanim çim lê qewmawe

le xom hejarê

ca bekwêda biřome xwar, le mał małî bikem pirsyarê;

xoy řût dekirdewe û beřełmî beẍdayeda deçuwe xwarê».

dûr temaşay kird, ewa kake mał mał dyare;

zor bepele deřoyî ew hejare,

heta degeyîye mał mał deygut: «birale qet eweş qewl û qerare?

emin denêrî kwêstanê, bo xot beřełmî beẍdayeda deçye xware?

emin şikayetit lê dekem le baregay cebare».

kake mał mał dełête nasrîye:

«xatûn tewrêzî mêrdî kirduwe bekurdîye.

ca emin dunyam welanawe; aẍayetîy kwêstanêm bo çîye».

nasir dełê:

«mał mał diłim sûtawe,

hêndem xem û xefetî to kêşawe;

emin dekeye çeper demnêrî bewlawe,

xatûn tewrêzî feqîr mêrdî bekurdî nekirduwe, buxtane pêy kirawe,

herçend xişił û kirmek û gwarey xatûn tewrêzîye hemûm bo tû hênawe,

ewsał ḧewt sałe çûyne beẍdaye, xatûn tewrêzî xeney şaranî lê ḧeram kirawe;

diroye deken, mêrdî behîç kes nekirduwe, ewe lewênderê; leser etû meḧtel mawe,

birale mizgênîyekî dîm bo hênawî: hemû karêkman tewawe,

elḧemlay, babî xatûn tewrêzî mirduwe, mezin bawomer nemawe.

eger ḧezê dekey qet megeřêwe bedwawe».

kake mał mał dełê benasrîye:

«nageřêmewe dwaye carêkî dîye.

eger tewrêzîm nebê dinyay řûnim bo çîye?»

nasir dełê:

«mał mał wat nekird, dengim bibê dilêre,

wat nekird, kaw û miradê le xom bibînim, dijminan bikem kwêre.

kak mał mał, ḧewt sałan le tû zyatir deřom serberejêre,

hordik çawî nasrî, debła lepaş mał małî bibnewe kwêre».

înca kak mał mał degeł kak nasrî geřanewe bedwawe, swarbûn û řoynewe bo kwêstanê.

kê bû le nasir û mał małî bełek çawe,

hetaweku beyanyan dajwawe

weser wiłatî kwêstanê kewtin, řoj şebeqî kêşawe;

temaşayan dekird, cûte mêgelêk le ḧewşey leweřawe,

nasir dełêtewe mał małîye:

«birale! ewe meřî meye, lawaze; çunke aẍay nîye;

eweş meřî mezin bawomerye, le bijwênî leweřawe, awî xwardotewe le

serînçawey kanîye.

birale çî dî betû nadem ew gewreyîye,

şew û řojêkî boxom gewre debim, lepaş şew û řojêkî boxom dêmewe be nokerîye;

gwêlkî kurdîm kewtotewe zigîye».

mał mał dełê:

«emin nokerim ta axir zemanê

ema ḧezê dekem, nêwî aẍayetî leserî xot danê.

nasir dełê mał mał!

«nêwî xom ewa kird be’aẍaley řomîye.

eger lêyan pirsî: bo kwê deçê? biłê: le beẍdayeda hatuwe bote êłçî deřwa

bo nêw ’irûs û îngilîsîye.

bizane înşałła çit bo dekem le kurdîye!»

swar debûn ew cûte sware,

sebirsebir, nerim nerim, le bo kwêstanê dehatne xware.

kê bû lew cûte swarey tewawe,

řûyan de kanîyekey xoyan kird, bûn pyawe,

ḧewt sał bû îşk bibû; eger nasir û mał mał geyne serî cêbecê kirawe.

şwanî nasir û mał małan hatin lewlawe,

dełên: «řebî! mîwan bexêrên serî ew dû çawe

ew sał ḧewt sałe, derkî ew kanîyey bestirawe,

destî minu damên bê, engo xeberî nasir û mał małan dezanin. kîheyan mirduwe, kîhe mawe?»

mał mał dełê:

«şwanekey, cindîye!

ew nasir û mał małî etû lêyan depirsî le beẍdayem nedîye.

eger lewey depirsî, emin nokerim, eweş aẍaley řomîye;

ewe deçête nêw ’irûs û îngilîsî be’êłçîgerîye».

înca destyan destoy ew swarane dekird, deyankirdewe girîye,

dełê: «ewe nasir û mał małn; edî boç ew sał ḧewt sałe ew kanîye awî nîye?»

yekyan beyekyan gut:

«bexułay! ewe bo mezin û mîrzaẍayan debemewe mizgênîye».

mał mał dełê:

«ḧîzbab bo hîç kwê neçî; ewe nasir û mał mał nîye!»

nasir û mał małî bełek çawe,

nêwî xułayan dehêna, pêyan de řikêfê nawe.

nasir û mał małî nazdare,

nasir aẍaley řomîye, mał mał nokerêkî berqerare,

bo ser ’êlî mezin bawomerî dehatnexware;

hîç kesyan, nedenasî her le małe mezin bawomeryan dekird pirsyare.

nasir û mał mał geyne nêw ’êlîye, lêyan depirsî:

«ey řêbwar ewe kêye?»

mał mał dełê:

mał xiranebû ewe aẍaley řomîye,

be’êłçî gerî deçête nêw ’irûs û îngilîzîye,

«le małe mezin bawomerî depirsê, wiłaẍî çeperê wergirîye».

benêw hobeyda dehat her sûřnî sûřnîye,

heta geyîye derkî mezin bawomerîye,

mezin bawomer bepîryewe dehat û bepêxawsîye.

înca wergeřa mezin bawomerî lêy da beqemçîye,

mezin bawomer gutî:

«qurban! sebrêkit bibê, bizanim, ḧacetit çîye».

gutî: «wiłaẍî çeperêm bo bênewe; emin êłçîm deřome nêw ’irûs û îngilîsîye».

gutî: «aẍaley řomî, pyawêkî bê fikirî;

debê tawêkî dabezî, sebrêkî bigrî,

heta bexêr neharê dekey, emnîş denêrme, nêw řewey wiłaẍî çeperêt bo degrî».

eger mezin bawomer ew qisey kird tewawe,

ciłewî aẍaley řomyan girt, kirdyan pyawe,

birdyan řoyan na, lelamêrdanê pałî dawe;

dyarbû xewî dehat, serînyan bo danawe,

mezin bawomer gutî:

«tawêkî wîstira’etê bike, hetaweku wiłaẍî çeperê dêtewe lewlawe».

kes neynasîyewe ewe nasir û mał małe, her lewan waye aẍaley řomîye tewawe.

mezin bawomer çuwe nêw meřê beřewane,

eger pêşkêşî bo aẍaley řomî bênê çil şekî cût didane,

kwêxaderkêkî řîş sipîdî bû î pîr û zorhane,

aẍaley řomî gutî:

«xewm dê çoł biken êrekane»

ew pyawî řidên sipî nasî nasir û mał małane,

çuwe pişt çadrê; gutî: «ewe xoyan kirdote aẍaley řomî ew segbabane».

ca ke çołyan kird çadir û lamêrdane,

mał mał dełê:

«biła degeł xatûn tewrêzî bikem dû qisane».

mał mał dełê:

«xatûn way xatûn tewrêzîye!

eme dû birale hebûyn lewanî de kwêstanîye,

ewe ḧewt sałe leser engo bûyn germyanîye.

nawełła, beqay jinan bo kes nebuwe, bomeş nîye.

mêrdît kirduwe bekurdêkî kełaş dirêjî şarezûrîye,

kurde buwe beşwan etû bûy benaskebêrîye,

bedestanit pê deřêsin teşîye,

beḧukimit pê dekenewe laylayey kuřî kurdî şarezûrîye,

we dezanî, nasir û mał mał leser dinyayê nîye».

xatûn tewrêzî dełê:

«xułakey! bizane sûç û tawanî min çîye?

emin babim lê řawestabû bexencerê, biram beşîrî řûtîye,

kuştin û mirdinim qibûł dekird, nemdedawe wekîlîye;

boyekim wekîlî dawe, ta degeł nasir û mał małan nebêtewe dîdar axretîye,

degeł etû na, mał mał ema degeł nasrî î min û nasrî xuşk û birayetîye,

çibkem etû eminit nawê, karî xułay řebbîye».

ke gwêy lê bû le pişt çadrê ew pyawî řidên sipîye,

derpeřî hawarî kirde mezin bawomerîye,

mezin bawomer belîngidan hat gutî: «ewe wexeber hatuwe aẍaley řomîye?

ewe temaḧim bû çil şekî cût didanî bo bênim bedyarîye».

pyawî řidên sipî dełê:

«mał xira! ewe aẍaley řomî nîye,

ewe nasir û mał małn, ewa degeł kiçî de tû qisan deken bedzîye;

yekyan le midbeqê, yekyan lewdîwî çîẍîye.

ewe lêk dekenewe naz û ercû û gileyîye».

babî nasir û mał małan seryan deswê nawe, dełê: «êsta de’wa qewmîye».

bedzî hemû xeberyan da beyekdîye.

înca mezin bawomer lewlařa hat; dełê: «maynêm bo bênin, deng biden leşkirîye».

deçrîkênî, dełê:

«bo kes dyar nîye,

ḧîzbab emin lêrem le birsan derkirdin, êsta xot lê gořawe xot lê kirdûm be aẍaley řomîye;

êsta, ḧîzbab waw lê dekem pakanu le kwêstanê derdekem beyekcarekîye»

aẍaley řomî dełê:

«mał mał maynî şê xizim bo bêne de’wa qewmîye».

eger swar debûn ew cûte swarekey řomîye,

mezin û mîrzaẍay, babî nasir û mał małan dehatin bedzîye,

mezin aẍa ciłewî mał małî girtîye,

dełê:

«eger ḧukmî wezîrit pêye, êsta mezin bawomerî dekujim be yekcarekîye».

eger ewcar aẍaley řomî awřî dedawe, řademênî,

mezin aẍa ciłewî mał małî girtuwe deydiwênî

aẍaley řomî řiqî hełsita deçrîkênî

dełê:

«ḧîzbab, nabê řimbêkim bo de gulekî mêrdan bisrêwênî».

eger mał mał ew qisey aẍaley řomîy bîst tewawe,

řimbêkî lêrey babî xoy dawe,

ciłewî berda řoy hełat belawe,

mezin bawomerî boxoy swarbû, leşkirî le dûy xoy kêşawe,

mał mał geyîye aẍaley řomî gutî: seyrê ew leşkirey biła bigeřênewe

dwawe.

nasir dełê:

«mał małî mał şêwawe!

emin derbend bemezin bawomerî nîm, eger degełim lê qewmawe.

emin le kurdî kełaş dirêj awsim, gwêlkî kurdî dezgimda mawe».

destyan be ciłewî dadehêna beserřew hatnexwarê lewlawe, geyne kurdî sê

caryan lê kird seławe,

dełên: «kurde řaste dełên: girawî mał małî le kurdî marekirawe?»

kurde dełê:

«emnim mêrdî xatûn tewrêzîye.

marem kirduwe bekwêrayîy çawî mał małîye,

î nasrîş mare dekem beyekcarekîye.

segbabe! etû biřo şarî beẍdaye peyda bike nanîye,

ḧîzbab! be dirûẍ hatûy, xot kirdote aẍaley řomîye,

emin kurdem şwanî mezin bawomerîye.

bizanim axir swal û cwabit çîye»

eger pêy çeqand goçanêkî kirde ḧewałey mał małîye,

mał mał xoy deber zigî maynî şê xizî awît, kurde le qełpûzîda zînî

şikandîye,

nasir řiqî hełsita zergêkî da le zarîye,

le piştî serî derçû řûy kird le ’erzîye,

mał mał zergêkî da leser diłî ewîş derçû le piştîye,

aẍaley řomî cinêwî bemał mał da, etû ḧeqit beser ewî çîye?

emin nasorim gelêk heye le kurdîye.

qet merdî wek nasrî nîye,

dabezî destî da xencerê desk sipîye,

serî kurdî biřî wek berxîye;

lêwî kurdî biřî gutî: «xatûn tewrêzî pê maç kirdîye».

destî kurdî biřî gutî: «pêy girtuwe memkî xatûn tewrêzîye».

sîrmesîrmey kird wek domîye.

gutî: birale mał mał! biła bigeřêynewe xizmet mezin bawomerîye.

ewe gepman pê deden dełên ewe aẍaley řomî nîye».

ḧukmî wezîrel’e’zemî wederxist bo ’êlîye,

gutî: «kwêstan î mine heta ḧewt pişt řadebrîye;

mezin bawomer eger dengê neka, emin îlaqey nakem bo xatrî xatûn

esmer û xatûn tewrêzîye».

eger mezin bawomer way bîstîye,

dayewe dengî leşkirîye.

gutî: «byankujin le wiłatî kwêstanê deryan dekem beyekcarekîye».

eger nasir û mał mał ew qiseyan debîst tewawe,

destyan de metałan kêşa heta çêştanî sułtanî xoyan le qoşenê nedawe;

le paşan řiqyan hełsita bo mezin bawomerî geřanewe bedwawe,

çwar terefî mezin bawomeryan degirt mołetyan lê nedawe.

eger řimbêkyan le cigerî da karîger bû hoşî nemawe,

leser maynyan fiřê dawe,

we ewladyan kewtin asaryan biřawe,

nasir û mał mał hatin le małe mezin bawomerî bûn pyawe

ḧewt şew û ḧewt řojanyan dawet girt nanyan bo xełqî dawe.

mał mał qet hełî nedehêna çawe,

dełê: «ew kuřey debînim lemin waye kurde mawe».

nasir gutî:

«xułakey! xatûn tewrêzî ew kuřem bo bêne wawe»

swarbû biřêk maynî şê xizî gêřawe,

řimbêkî leser diłî kuřî xatûn tewrêzî dawe;

ewîşî kuşt birdyan lekin babyan de xakê nawe,

xatûn tewrêzî zor girya, dełê bûm boso û bednawe.

babîşim çû, małî biławbû, zigim sûtawe.

hezar řeḧmet le babî «řeḧman bekirî» ew bendey řonawe.

xuła dewamî «împiratorî» bida eger «saḧîbî ałmanî» nardote ew wiłatey ’îlmî kurdî bika tewawe.