biraymok 1

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 11 minutes  979 views

biraymok kuřî mela zêndînî bû; benokerî hate kin mîrşêxî. mîrşêx û mîrḧec bira bûn. biraymok hat xizmetî kirdin heta ḧewt sałan. le paşê mîrşêx gul bû. biraymok ḧezî le xatûn perîxanê kird. xatûn perîxan xuşkî mîrşêx û mîrḧecî bû. xatûn perîxan gutî: «biraym! etû des le mêrşêxî hełnegre. bîbe ferengistanî ser ḧekîmî, înşałła çakî bikewe; emin her î tom». hênay, kerêk û têřêkî daye. herçendî muxarîcî pê hełgîra, zêřî daye. çadrêkî daye, le ser kerê boy kirde sêber. hełî girt

řoy. sê sałan swałî pê kird. le paşê beqsey xatûn perîxanî nekird. hełî girt birdye estembûłê. sałêkî le estembûłê bû. řojêkî sułtan teşrîfî çuwe nwêjî cum’ey. nexoş zor hebûn; sułtan en’amî danê. mîrşêx gutî: «biraym! etû hîç wermegre». hîçî wernegirt. ’erzî sułtanyan kird:

«ew nexoşe çî newîst».

biraym dełê:

«bequrbanit bim sułtanî karxanê!

temanayekem bo bike le xułay, le pêẍemberî axirzemanê;

yane bimirim, yane xelas bibim le tenganê».

maşełła sułtan řuḧî waye:

le ser bermałê boy dekird du’aye,

boy le xułay depařawe; fatîḧay dexwênd bo řuḧî ḧezretî řesûłłiłaye,

nwêjî cum’eyan dekird, mexlûq hemûy deykird dewr û du’aye.

sułtan teşrîfî hełsita, degeřawe małe bo dwaye.

degeyîye řas mîrşêxî; mîrşêx hawarî dekirdê.

biraymok dełê: «amane! ewe emînî xułaye,

sułtanî estembûłêye, tenganeye, şifa’etê deka, řojî qat û bełaye».

mîr dełê: «biraymok! damênî sułtanim bo bigre, deşqemê bom bika tikaye».

sułtan fermûy: «biraym! hełsite, were derkê, ta bo mîrit bidemê dewaye».

biraym heřay kird derkê sułtanî estembûłê. řawesta lewê, sułtan

îltîfatî kird le bo mîrşêxî nard dewaye.

mîrşêx fermûy: «biraym xizmetî tû, be min çarey naye;

aẍayetîm beçeng nemawe degeł małî dinyaye,

leber mîrḧecî biram, çim le des naye.

xatûn perîxan binpişkî xome ewe be koşk û bałexane û cê û mekanewem daye».

biraym gutî: «aẍay min xuła xelast bika degeł pêẍemberî axret zemanê;

îltîfatit degeł emin kird, le řêy guzeranê.

eger etû eminit xełat kirduwe, debê sułtanî estembûłê bew karey

bizanê».

biraym le xoşyan defřî deygut:

«mexsûdim ḧasił bû le karxanê».

eger biraym ew qisey le mîrî debîst tewawe,

cêbecê ’erîzêkî nûsî, morî mîrşêxî pêwe nawe,

birdye derkê, be emîndarîda; be xizmet sułtanyan geyand tewawe.

sułtan cêbecê cwabî ew ’erîzey dawe,

boy nûsîyewe dû kelîme: «xuła dawyetê lêy mare kirawe».

sułtan fermûy: «du’am bo mîrî kird û lêm qebûł kirawe».

biraymok mujde û mizgênî bo mîrî hênawe:

aẍay min her kesêkî bête ew derkey, îmanî hênawe.

mîr fermûy: «biraym emin çawim nabînê; etû fermanî sułtanim bo bixiwênewe, bizanim çi nûsrawe?»

’erzî kird: le řûy tom qise pê nakirê tewawe;

fermûye du’am bo mîrî kirduwe; lêm qibûł kirawe.

ewî dî nazanim çîye». temaşayan kird řomîyek hat lewlawe.

biraym gutî: «qurbanit bim, řomî! ew qaqezey bo aẍay min bixiwênewe tewawe».

řomî ’erzî kird: «ewe xatûn perîxane be biraymî dirawe».

mîr werî girt, maçî kird, le ser serî xoy řonawe,

dełê: biraym elḧemdulîlla mexsûd û miradî tûş bû tewawe.

sułtan îltîfatî degeł kirdûy, çi karman lêre nemawe.

tedarekî xoyan lê na, geřanewe bedwawe.

sałewextêk deyan’ajwa, neyandî řûy zistanê,

bexêr û be sełamet geynewe kwêstanê.

eger geynewe wiłatî tewawe,

řojêkî le serînçawey kanye çadrî bo mîrşêxî hełdawe.

çadryan hełda; destî da keşkołî çuwe kin şwanî; gutî: «biřêkim şîr bideye bow nexoşey, nanman îşke pêy naxurê». hênay boy tê guşî. kełeberdê lewê bû, birdî lewê leber tawê dayna. marêk le berdekey hate derê, şîrekey dem pêwena, şîrekey xwardewe. le paşê mareke de şîrekey řişawe; serbexo ew şîre destî be kułanî kird. biraym çawî lê bû gutî: «lêy geřê ewhe demrê, lekołim debêtewe; ḧewt sałe emin zeḧmetê degeł ewey dekêşim. xo min xatûn perîxanim lê mare kirawe, her lêyan destênim».

xwardinekey hêna, de pêş mîrî na. mîr xwardî, gutî: «biraym, ḧewt sałe, emin nexoşim, qet xwardinî wam nexwarduwe». gutî: «mîr noşî gyanit bê!» hełsita, bo şewê çuwe awedanîye. ḧewtuwêkî lewê řonîşt; eger sibḧeynê temaşay kird mîr hemû goştî le bedenê hatbuwe derê. pyawî narde xizmet mîr ḧecî gutî: «hemû goştî le bedenê bowe; emin çî lê bikem?» nardî bîst batmanî pemboy bo kiřî. mîrşêxyan de nêwna, heta çil şewî. paşî çil şewî hemû bedenî çak bowe. mîr ḧec temaşay biray xoy kird; le xoşîyan hênay dawetî bo kird. ḧewt řojan hełpeřîn, ḧewt şewanîş çiraxan kird. hênay sedeqêkî zorî kird de řêy xułay û teseduqî serî sułtanî estembûłê. be guşadî řonîşt; heta sałêkî. le paşan mîrşêx

hełsita çuwe kwêstanê; biraym lekin mîrḧecî becê ma, heta sałêkî dî; zistanyan beserda hat.

řojêkî biraym, çilûy zistanê bû; juwanî degeł xatûn perîxanê kird ser berdî kanîye. xatûn perîxan çuwe ser kanîye, biraymokîş kewłî bexoy dada çû. destî destoy xatûn perîxanê kird. layekî kewłekey bo řaxist, layekî be ser hełkêşa. baskî bo kirde serîn. demî bedemyewe na. biraym û xatûn perîxan xewyan lê kewt. mîrḧec herçend bangî kird: «biraym le kwêye?» gutyan: «qurban dyar nîye». mîr çuwe ser koşk û talaran temaşay qûçî qezenî kird, temaşay řendołî zerzayanî kird, temaşay serî teşwêley kird; hîçî wepêş çawî nehat gutî:

«xułaye çibkem lew zemane?

biraym dyar nîye degełî bikem dû qisane».

bangî kirde ew hemû nokerane:

«soraxî biraymim bo bizanin, boç dyar nîye lêrane?

hełbete zîz buwe bo kin mîrşêxî řoywe ca ewa xo leber befrê dernaçê ew bestezmane»

mîr eger zênî xoy dedawe dinyayey ewcar ew bestezmane, eger temaşay řazî kanîyey dekird, ewa pêkewe nûstûn biraymok û xatûn perîxane.

mîr dełê: «wek beserî min hat, beserî qet kesî nehatî»

mîr pyawêkî te’în kird: «biraymim bo bêne, bo wa şêt û herze derdehatî?»

qasîd hatuwe, dûr be dûr bang dêłê: «biraym were mîr gazit dekatî;

řojî řûnakit biçin, şewî tarîkit bibin qatî»

biraym dełê: «qasîd way biradere, mîr demkujê, dembiřê, yan le çaw dost û dujminan demdatê xełatî?»

qasîd dełê: «birale nazanim, ne detkujê, ne detbiřê, ne detdatê xełatî, ne detdatê beratî».

beser şananîda deda kewłêkî qaqmî, beser pêyanî dekird cûte kewşêkî şamî, belêwanyewe dena qennêkî marpêç, sebirsebir nerim nerim beqse û guftugo degeł qasîdî bo lay dîwanî mîrî dehatî.

selamêkî dekird le dîwanî mîran. hêndêkî leber hełdestan be kewłî, hêndêk be sê qełatî,

mîr dełê: ’elîkumuselam û řeḧmetułlahî, biraym ser çawey babî xot bexêr nehatî».

dełê: «mîr bequrbanit bim, demkujî; dembiřî; ya demdeyey xełatî?»

dełê: «ne detkujim, ne detbiřim, ne detdemê xełatî.

heta êsta emînî małe min bûy, êsta be xwar û ẍeyan derhatî».

dełê: «beqsey şeytanan degeł emin lacel derhatî».

mîr dełê: «bew mangî kanûnê, bew çilûy zistanê, debê biřoy; derit bikem le wiłatî».

dełê: «hełwêşkî xizmetî bab û bapîrî engo dekem, qet şayekim nebuwe ẍeyanetî».

dełê: «biraym xo min beqsey şeytananim degeł nekirdî; le řazî kanyem boxom beçaw engawtî,

le bo xatûnêt řaxsitibû layekî kewłî, beserit hełkêşabû lay sê qełatî,

lelayekî de milêy şekir û şerbet û lelay dîke nuẍil û nebatî,

simêłî biraymî leser kułmey xatûn perîxanê bû, detgut soney serî keske,

hewełî payzê fesłî şextey çûkełe, leser şet û golî miradanî debzawtî,

xişłî xatûnê deyda le kemberey biraymî, detgut: daxuła, ewe qafłeye, le hewşar û heşterxan û mekaran dehatewe, ewe xwace ḧesenî besrîye dengî zeng û qořî wî bû, daygirt memleketî wiłatî.

biraym dełê: «mîr, bequrbanit bim! ewe beqsey şeytananit le min girt qîne,

ewe xatûn perîxan nebû, ewe kîjêkî ḧerîrîyan bû, boxom degewzandîne.

mîr bequrbanit bim, xo perîxan nebû; kîjêkî de botyan bû bexuşk û birayetîm dest de’estoy kirdibû, le sûretî tom, dedwandîne,

piř bedestirêkî destay du’a û selam bû, bemnida bo tûy denardîne».

mîr dełê: «biraym! ḧukme debê biřoy le wiłatê».

biraym dełê: mîr! le xom bê îxtyarê

lêm bigeře heta newrozê û beharê

aẍa îxtîbaryan bo nokerî nîye, înca boxom serbexom dekem çarê.

dijminim zorin, bo wiłatî babî xom deçmewe xwarê».

mîr dełê: «biraym ḧukme debê biřoy lêrekane.

nokerêkî emîn bûy êsta bûy ẍeyane,

lekin hîç kesî netmawe mitmane».

dełê: «mîr, bo xatrî xułay lêm geře ew zistane».

mîr dełê: «ḧukme derit dekem nabê bimênî lêrekane».

dełê: «mîr bequrbanit bim! detnêrme tekyey seyd û melane».

mîr dełê: «ḧukme derit dekem le wiłatî;

pyawêkî bê ḧiqûq û bê ferasatî.

eger hatye kin emin, le serit bû kiławêkî çwar gwêçk, de pêtdabû kełaşêkî doman, demlitida bû keřkêkî kurdatî,

êsta qayl nebûy bekewłî, ḧewtû beḧewtû debexşî sê qełatî,

hêşta bewey řazî nebûy, bexwar û ẍeyan derhatî».

dełê: «mîr, bequrbanit bim! xo nanî aẍayan le bo nokeran minetyan nîne,

her nanî xot befkire, emegî nokerî qelenderit befkir nîne.

etû gulêk bûy lewanî nifrîne,

ḧewt sałanim swał bo kirdî, sêberim bo dekirdî le gwêy kerî şîne;

beweş qayl nebûm, birdimye estembûłê xizmet sułtanî emîne,

deçûme kin şwan û gawanan de qapêlkî kîsełanda, çořçoře şîrim bo tû dehêna,

êsta dełêy: derit dekem bedił û yeqîne.

mîr, bequrbanit bim, eger yeqîn derim dekey le wiłatî, biskî xatûnê bemin bimênî be’awrîşmî dûkanan, ke le řewandizê kuře bezazan betenafyan řadengawtî.

mîr! henyey xatûnê bemin bimênê, bemangî çarde û pazde; hezar û ḧewsed melayketî ciłewkêşe, le řûy pak û napakî derdehatî.

mîrçawî xatûnê bemin bimênê bew estêrey gelawêjî de sê parî nîweşewêda le hewşar û ’ecem û muẍedeman hełdehatî. demî xatûnê bemin bimênê bew fîncanî fexfûrî, kuře beban sebirke sebirke nerim nerim bepencey mubarekan degirt lêwyan lê debzawtî; gerdinî xatûnê bemin bimênê bew maynî şê keḧlan, ke swarçakan sûçî řikêfyan pê nîşandan le řimlî beẍdaye ledûy polî karmamzanyan debzawtî.

bejnî xatûnê bemin bimênê be darî ḧudê, kuře mufredî be xencerî nêrgiz deban bo dîregî xîwetê hełpertawtî.

sîngî xatûnê bemin bimênê bew qaqezî mercanî, eger melay gewre lêy deden xetê, kuře feqêyan qełemê engawtî.

mîr! bequrbanit bim, ḧeyfî ewm nakujê, eger derim dekey le wiłatî,

bew ḧeyfanewe mirdûm, eger çawî xatûn perîxanê le birayme řebeney debnewe qatî».