nasir û mał mał 2

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 10 minutes  860 views

qaqezêkî şêxî ’ereban bo wezîrli’e’zemî hat: «heta mangêkî xercî min bida muxarîcim bikêşê; ewa mołetim dawe».

wezîrel’e’zemî deka fikirê:

«sibḧeynê de’waye, muxarîcî wî bemin nadrê».

kê bû le kyay řidên sipîye?

bangî kirde nasir û mał małîye:

«boç engo serbaz û qoşenu le wiłatî kwêstanê nîye?»

kake mał mał û nasir ’erzyan kird be kyay:

etû şêtî eqiłit nîye?

boç etû agat le derdî me nîye?

bo nazanî, le kwêstanê gageş bawomerî hîçman beçeng nîye?

boye xoman ewîtote beẍdaye kin maman benokerîye,

eme nabê biçînewe heta ḧewt sałî dîye,

mesłeḧet eweye merexes bifermûy, biçnewe sewday bazařîye;

carê wezîrel’e’zem şilûqe, hîç agay le xoy nîye.

heta weku kya û nasir û mał mał ew qiseyan dekird tewawe,

wezîrî beẍdaye dengî leşkirî xoy dawe, dełê:

«sibḧeynê şeře, nazanim degeł kêm lê qewmawe.

babe emin le małe xom danîştûm xułagîrbî, çit lemin dawe».

sibḧeynê eger aftaw derpeřîye,

mał mał ewê řojê dehate bazařîye,

deydî le hemû dûkane westa řonîştibû, sere řimb çakirdine çexmax

dirustkirdne, sîwankarîye.

mał mał dełê:

«mamosta bazař şilûẍe, ewe çîye?»

dełê: biřo bewlawe; ewřo karim heye, çit lemin dawe?

mał mał dełê:

«bexułay asmanê!

«eger pêm nełêy çekuçit lê werdegirim, serit dadenêm leser sindanê».

ke westay şîrger serî hełênawe,

temaşay kird kak mał mał řawestawe.

mamosta dełê:

«bimbexşe, kak mał mał. bexułay etûm nenasîye,

hełbet etû bew xeberet nezanîye,

dełên: şêxî ’ereban hatuwe degeł wezîrel’e’zemî şeřîye,

emnîş karim hebû, boye agam letû nîye,»

mał mał eger ew qisey debîst tewawe,

de şwênî xoyřa řas geřawe bedwawe,

heta dehat û le nasrî dekird selam û seławe.

mał mał dełê:

«nasir, nazanî çi qewmawe?»

kak nasir dełê:

«mał mał, agam lê nîye,

«pêm bifermû ewe çîye»

mał mał dełê:

«birale! şêxî ’ereban hatuwe degeł wezîrel’e’zimî şeřîye.

eger nemirim, bijîm, bimênim,

maynê şê xizit bo le xawê derdênim,

zînêkî mursetî lê dekem, tenganî lê deçespênim,

qołî xomit bo de zirêyekî ’alqe wirdî dawdî hełdênim,

metałêkî ḧeyzeran û ḧewt qubbeyît bo le milan deşetênim,

destî xomit bo de řimbêkî nezerî werdênim.

ca birale! sibḧeynê ya le meydanê xom bekuşt dedem, yane nanit bo le

wezîrel’e’zemî destênim».

nasir dełêtewe mał małîye:

«birale! wa nîye, wekî dîye»

eger nemirim, bijîm, bimênim,

emin maynî şê xiz le xawê derdênim,

emin zînêkî mursetî lê dekem, tenganî lê deşetênim,

emin qołî xom de zirêyekî ałqe wirdî dawdî hełdênim,

emin metałêkî ḧeyzeran û ḧewt qubbeyî le milan deçespênim,

emin destî xom de řimbêkî nezerî hełdênim,

sibḧeynê le meydanê, ya xom bekuşt dedem, yan nanit bo le wezîrî destênim».

herdûkyan tedarekî xoyan degirt; xêwetêkî dû seryan kiřî, espabî leşkiryan dirust kird; bo sibḧeynê hatne xizmet kyay: «qurban! eme sibḧeynê dêyne de’waye». kya defermûy: «werin, hełden le terefêkewe».

sibḧeynê le beẍdaye dengî leşkirî dira, wederkewt qoşen le dewrey beẍdaye wirit. wezîrel’e’zem deser şêxî ’erebanî kird:

«emin cengî meẍłûbey nakem, sibḧeynê meydandarîye».

şêxî ’ereban fermûy:

beçawan! sibḧeyanê

eger řojhełat, înşałla degrîn goşey de meydanê.

eger xeberyan beyek dawe,

wezîr hênay, saz û çeqene û lotî û řeqasî danawe,

dełê: kêye bo sibḧeynê destî le sîngî xoy dawe?

subatê bika wezîr bo xełat û beratêy řawestawe,

her kesê subatim bo bika mûçe û mwacbêkî zyadî bo dekem tewawe.

sibḧeynê her kes boxoy çuwe meydanê destî da şîrî xoy řawestawe.

pałewanî şêxî ’ereban hat lewlawe,

destyan be dawaye kird; î şêxî ’ereban serî pałewanî wezîryan biřî,

birdyanewe bedwawe;

wezîrel’e’zem zorî xemnak mawe,

dełê: «kya! bizane eme çiman lê qewmawe

şêxî ’ereban çî beser emewe dawe.

dîsan eger sibḧeynê beyanî dawe,

pałewanî wezîrel’e’zemî çû le meydanê, řawesta, ne’retey lê dawe;

dwênê kê bû hat le meydanê ew subatey kird, ewřoş bê wawe»

cûtêk pałewanî şêxî ’ereban řikêfî lê dawe,

hat û geyîye meydanê, de pałewanî wezîrî xuřî: «espaban danê, bigeřêwe

dwawe»

pałewanî wezîrî dełê:

«eger nemirim, bijîm, bimênim,

zigit dediřim, hertik çawit derdênim

eger nemirim, serî şêxî ’erebanîş le bo wezîrî dênim».

ew pałewanane dawayan dekird le meydanê,

heta řoj werdegeřa, degeyîye meḧelî çêştanê,

şêxî ’ereban denêrête xizmet wezîrî:

«biła, ewřo pałewan wiçanyan bê, heta sibḧeyanê».

wezîr fermûy:

wiçandan nîye, debê yekyan yekê bikujin le meydanê

«bê sûç û tawan boçî hatote serim, lêm debřê řêy guzeranê?

emin humêdim xułaye degeł pêẍemberî axirzemanê.»

pałewanî şêxî ’ereban serî pałewanî wezîrî biřî birdyewe bedwawe,

wextêk beserda hat řoj’awa,

temaşayan kird, tedarekî dû ẍerîban gîrawe.

wezîr gutî:

«ewe kên, dên dehanaye?

ewe ẍerîben bêne kin emin zoryan bidemê genc û xezêne û małî dunyaye».

naybî wezîrî çuwe kin ewane:

«werin; babim, wezîr tełebu deka bedił û becane».

dełên: «qurban! nayeyne kin wezîrel’e’zemî, wezîrî gelêk gewre û girane.

eger şêxî ’ereban bedestî beste û serî şiksite hênamane êrekane,

ewdemî bewezîrel’e’zemî ’erz bike, ca benokerman bizane».

nayb hatewe xizmet wezîrîye:

gutî: «nayb, ewet nenasîye?»

nayb dełê: ẍerîbey şaranin: nazanim nêwyan çîye?

yane hênd merdî çakin qibûł naken kemîye;

yane aşqin, agayan le xoyan nîye,

yane ewe řûtin, lat û lût, peyda deken nanîye».

kê bû le nasir û mał małî nazdare,

nwêjî şêwan sware bûn ew cûte bira û sware.

yek deçuwe ewserî, yek deçuwe ewserî; beqoşenî şêxî ’erebanda dehatne xware.

ḧedî mał nustinan bû, debû beçrîkeçrîk û haware.

bab degeyîye kuřî, lêy deda, deygut: «neykem qutare».

mał mał depêşda geyîye çadrî şêxî ’ereban, řistey hełbiřî ewcare.

şêxî ’ereban derpeřî řimbêkî lê da, kirdye êxsîr beyekcare,

serî şêxî xwênî pêda dehatexware.

dewdemîda geyîye nasrî nazdare.

gutî: «şêxî ’ereban her dekujim yekcare».

mał mał dełê:

«ew ẍełetey meke, ewe êxsîrî mine, bo wezîrî gelêk bekare».

nasir û mał mał şêxî ’erebanyan girt, bo menziłî xoyan hêna xware,

geyne menziłî lewê bûn berqerare.

leşkirî şêxî ’ereban têk nîştuwe, asarî biřa beyekcare.

nasir û mał mał dên lepêş şêxî ’ereban, řadewestan esto xware

şêx deyfermû: «řonîşin» îklamyan dekêşa sê care.

gutî: «engo çi kesin?» nasir gutî:

«qurban! ew aẍaye, emnîş nokerêkim lewî de bêkare».

ḧukmî kird, mał małî dana ew care.

degeł şêxî ’erebanî kird guftare,

aftawe û legenî hêna beyekcare,

gutî: «bêne serî xot bişo, biřo nêw leşkirî xot ewcare».

gutî: «serim naşom, nagirim qerare;

subatî engo le ’erzê nadem, beḧeqî padşay cebare

xułagîrî wezîrel’e’zemî bûm, serim nabê qutare».

lewê řonîşt, heta sibḧeynê bûn berqerare.

nasir û mał mał gutyan:

«qurban! azadman kirdî; serî xot hełgire biřowe xware».

gutî: «serim bibiřn debê subatî engo bibê berqerare».

sibḧeynê hełistan û bo xizmet wezîrî çûne xware.

wezîr leser bermałê bû, deygut: «ya xułay keremdare!

ewcar le çengî şêxî ’erebanim bikey řizgare»

eger temaşay kird, dû kesan êxsîrêkyan hêna xware.

deygut: «xułaye! ewşew şeř le çi terefêkî kirawe lew şare?»

temaşay kird, sê kesan îklam û temenayan dekêşa ewcare.

wezîr awřî dedawe, temaşay deka, ewe şêxî ’erebane, wa bê îxtyare.

řas bowe, qołî girt, lekne xoy dadena ewcare,

wezîr dełê:

«şêxî ’ereban! etû ’erebistanit pê kem bû pêşkêşt bê ew şare,

bila le çengî tû bibim řizgare».

şêx dełê:

«řûřeş bûm û xecałetbare;

bifermû, cellabit bên le estom den ewcare.

wezîr! lew cûte nokerey xot bike pirsyare

qet bab kuřî xoy wa le tenganey naka řizgare

le hîç dewłetan weçeng nakewn ew emîndare,

ewe nokerî ton xizmetyan wa bekare

nokerî çak bo aẍay daym wek biray berqerare».

nasir û mał mał cwabyan dawe:

«eme nokerî wezîrî nîn, nokerî şêxî ’erebanîn hatûyn lewlawe».

wezîr dełê:

«řołe! herçî defermûn, beser ew çawe».

nasir û mał mał le wezîryan kird ḧaşaye,

dełên: nokerîyet nakeyn namanewê małî dinyaye.

wezîr dełê:

«boçîw nawê małî dinyaye?»

dełên: wekîl û mamî me kyaye.

noker te’în kirawe,

çûn kyayan lewlařa hênawe,

kyay geyştê le dîwanî wezîrî kird seławe, dełê:

«wezîr! ewe birazay minin, ew subate bo tû kirawe.

le ’ewezî ew xizmetey ewsał ḧewt sałe le kwêstanî gageş bawomerî derkirawe».

wezîr fermûy: «tełeb biken małî dinyaye;

herçî tełeb biken deyandemê beẍeyrezî şarî beẍdaye».

nasir û mał mał wecwab hatin beyekcarî:

«eme her wiłatî kwêstanman dewê be’îxtyarî;

debê mezin bawomerî bikujîn, qet nebê pirsyarî,

xerc û bêgarê nadeyn bebeẍda şarî,

eger nemandenê wiłatî kwêstanê beyekcarî,

lêre debîne noker nařoynewe le şarî».

eger nasir û mał mał ew qiseyan debû tewawe,

wezîrel’e’zem destî leser serî řonawe,

cêbecê ḧukmyan bo sadîr kirawe,

boyan morkirdin, wergîrawe

xerc û bêgarî wiłatî kwêstanê hełgîrawe

merexestyan kirdin gutyan: «dewłet zyad û małî awa».

gutyan: «qurban eger eme nokerîn ’erzêkî dîkeman mawe.

«qurban serî şêxî ’ereban debřî ya merexestî dekey tewawe?»

wezîr fermûy:

«ewe biray mine, ’erebistanîş her î wî bê, beẍdaşim bewî dawe».