nasir û mał mał 1

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 10 minutes  1327 views

mezin û mîrzaẍa, aẍay wiłatî kwêstanê bûn. kwêstanekeş gageş bawomer bû. le beẍdaye degeł kyay, birader bûn. sî û dû sałan meznayetîy kwêstanyan kird. ca mezin bawomer lewan peydabû; meznayetîy lê biřînewe, ḧewt sałan mezin bû. nasir û mał mał kuřî mezin û mîrzaẍa bûn. gewre bûn. mezin bawomer sê kiçî bûn, yekêkyan nêwî xatûn tewrêzî bû, ewîdî xatûn esmer, sêyemîn xatûn perwer. ḧezyan le nasir û mał małan kird. xatûn tewrêzî bo mał małî, xatûn esmer bo nasrî. nardyane kin mezin bawomerî, kiçêman bidatê bo nasir û mał małan; mezin bawomer neydanê. kiçekan sibḧeynê çûne ser kanîye, şîw û kułê biken. nasir û mał mał hatne kin kiçekan; gutyan: «ewe babu nawda; werin degełman, heługrîn». xatûn tewrêzî gutî: «engo pyaw nîn, de werin swêndî bo yek bixoyn ne eme mêrdî dekeyn, ne engo jinê bênin. hestin; biřone beẍdaye kin aẍay xotan; yan bimirin, yan mensebî bistênin». mał mał gutî: «kake nasir! bexułay, çak dełên. ewan

leme beẍîrettirin».

bazîbendyan le qołî xoyan derhêna; her çwar swêndyan xward. bazin û morîyan pêkewe gořînewe, dewłet zyadyan xwast; swarbûn.

kake nasir dełêtewe kake mał małîye:

«xułakey çîye ew dinya fanîye,

debła biřoyne xizmet wezîrî beẍdaye be nokerîye».

kake mał mał dełêtewe kake nasrîye:

«eme le xatûn tewrêzî û xatûn esmerê we çengin kewt xatircemîye;

ca dinyay řûn çi faydey heye, çî dî qibûl nakem ew ḧîzîye,

deçme kin wezîrî beẍdaye bo nokerîye,

yan serim deçê be yekcarekîye,

yan dêmewe be’îznî xułay be’aẍayetîye».

nasir dełê: «mał mał diłim le kawe,

tîrêkyan le bedenê dam, cigerm sûtawe,

dayk û babman le wiłatî ẍurbet becê mawe,

dena ew sefere her bo min çake, seferêkî tewawe.

xatûn tewrêzî; xuşkê dewłet zyad û małî awa»

xatûn tewrêzî dełê:

«çi bikem, birale, lêm mede tanê

heřo, biřo, bexułat bezamin dedem, be’emanet bepêẍemberî axir zemanê.

eger bebê menseb bêyewe, birale, lew wiłatey nakey guzeranê».

xatûn esmer dełê:

«mał mał! eger deřoy, kwêrim debê çawe.

debê biçne kin dayk û babanu, biłên dewłet zyad û małî awa

eger ew gerdinu aza biken, mexsûd û ḧasił debê, le xizmet mîrî

beẍdaye karu debê tewawe».

dełê: «xuşkê! detirsim, babim neyełê biçim, biłê: bigeřêyewe dwawe».

ca cûte sware, swar bûn û lewê geřanewe bedwawe,

heta dehatne derkî dayk û babî xoyan lewê debûnewe pyawe,

nasir û mał mał dełên:

«dayk û babî me seferî beẍdayeman weberkewtuwe gelêk seferêkî tewawe.

çi ḧeyşêk lêre bekwêstanê bo me mawe?

înşałła deçîne beẍdaye, nayeynewe heta karin debê tewawe».

nasir û mał mał gelêk derifkirî,

ewê şewê lekin dayk û babanî degrî.

daykî nasir û mał małan dełên:

«řołe! biřon bexuław bezamin dedem û dûmîn beḧezretî xidrî,

řołe! gerdinu azabê, deşqemê xuła destu bigrî»

eger swar bûn ew cûte lawe,

bangêkî xoşyan lê dawe,

dełên: «wiłatî kwêstanman bedestewe nemawe.

xełqî xêłatî, dewłet zyad û małî awa»

řêy beẍdayan pê nîşan deden sebirsebiryan dajwawe.

çend menziłyan lê xuřî ta bîst û çwaryan dekird tewawe.

wesbiḧeynêřa daxîl bebeẍdaye debûn ew cûte lawe;

bekûçe û kołanî beẍdayeda deyan’ajwawe,

heta deçne derkî kyay debûn pyawe.

wiłaẍyan lê wergirtin birdyanne yextexanê, wetaẍyan bewan nîşan dawe,

heta sê řojan řonîştin pirsyaryan lê nekirawe.

řojêkî kyay gutî:

«ew mîwane kwênderîn, le xizmet mîrî bêjrawe».

noker gutî:

«nazanim; ewe kwênderîn. nayannasim, emin çim le mîwanî tû dawe

lêy pirsim biłêm xełqî kwêy hatûy lewlawe?»

kyay fermûy:

«nokerekey bê qeydîye;

biço bizane ew mîwanane kwênderîn, ḧacetyan çîye.

ewe sê şewe lêren, bo hîç swal û cewabyan degeł emin nîye?»

kê bû, le nokerey cindîye,

deçuwe kin nasir û mał małî beyekcarekîye,

dełê: «mîwanîne! mîr emnî nardote kin engo be’êłçîgerîye,

bizanim, ewe kwênderîn û karyan bemin çîye».

mał mał dełêtewe benasrîye:

«qaqezêkî bo binûse bedzîye;

«biłê: eme kuřî mezin û mîrzaẍay hatûyn, debîne nokerî wî

beyekcarekîye,

wiłatê kwêstanyan lê biřîwîn, ca le xułay berejêr, eger çare neka, hîç

humêdî dî nîye».

dezbecê nasir qaqezî denûsîye.

morî le mał małî wergirt, morî kird beyekcarekîye.

gutî: ’erzî bike, xetim řewan nebû, eger ’eybêkî bibê lêm neka begleyîye.

qaqezekey da benokerî, geřawe beyekcarekîye,

çuwe xizmet kyay, qaqezî le pêş dana gutî: «ewhe çîye?

noker gutî:

«aẍa, xuła bitka řawestawe

emin çûzanim, qaqeze bo tû nûsrawe».

mîr qaqezekey mula’eze kird, dayna leser çawe,

gutî: «ewe birazay minin lêyan qewmawe».

ca ke sibḧeynê beyanî dawe,

tedarekî nasir û mał małan le małî kyay gîrawe.

kyay fermûy:

«ewe meḧremî małe minin; boçî ew wetaẍe û bewan dawe?»

kya way gut bew nokerane:

«xełatî bo nasir û mał małî berin, byan’ênne êrekane».

xełatyan bo birdin, awîtyane serşanane,

řêy xełatî kirdin bezêřewşane,

le pilîkanan dehatne xwarê ew newciwanane,

deçûne xizmet kyay be’îklam kêşane,

kya maçî kirdin, destî awîtne estoyane,

dełê: «řołe! bexêrên. eger tenganew bû, boçî wa direng hatne êrekane?

ta me’mûrim binardaye kwêstanê gageş bawomerî małî meznim bikirdaye tałane;

êxsîrî mezin bawomerim, dehêna beẍday gewre û girane.

êsta ewa boxom lêre řawestawim; herçî engo dełên beser ew çawane.

debê sibḧeynê hełgirin zêř û małî min, biçne beẍdaye, sewdaye biken degeł

ew tacrane,

heta ’erzî wezîrel’e’zemî dekem, çilon debê ew karane.

dełêm: wezîr bitbim bequrbane.

cûte birazakey min aẍay kwêstanê bûn be’embał lew şarane;

xuła lêt hełnagrê le pyawî necîm têk bidey text û mekane».

nasir û mał mał dełên:

«ya řebî, zor şukir le dinyaye!

wiłatî kwêstanêman lê becê ma le bo sefaye;

êsta humêdî wek kyaman heye le beẍdaye.

ca sibḧeynê deçîne bazařî, des dekeyn besad û sewdaye;»

ke sibḧeynê beyanî berda řoj serî derhênawe,

kewłî xoyan beser şanî xoyanda dedawe,

de hemû şarî beẍdaye geřan, qêmet û nirxî şityan řonawe hatnewe małî

kyay, menziłyan bo gîrawe

kyaş le dîwanê xeberî bewezîrî beẍdaye dawe.

ewê şewê qena’etyan kird; qaqezî xatûn tewrêzî û xatûn esmerê

hatuwe lewlawe:

«çi bikeyn; eme swêndixorî qur’anêyn, xirapman lê qewmawe!

kurdêkî kełaş dirêjî şarezûrî beser xatûn tewrêzîyê hełwestawe».

ew qaqezeyan bird le pêş kyayan danawe.

kya dełê:

«řołe mał mał! ew naḧeqîye le min kirawe.

sebru bibê heta lekin wezîrî hemû karêkî dekem tewawe»

hełistan, bo menziłî xoyan geřanewe bedwawe.

ca ke sibḧeynê řoj serî derhênawe,

nasir û mał mał çûn le bo bazarê tewawe,

sewdayan dekird, bazařyan weser xoyan degêřawe.

ewê řojê xêrêkî zoryan kird; pênsed tumanyan hênawe.

kê bû, le kyay muxtarî,

deçû le nasir û mał małanî dekird pirsyare,

dełê: «řołe! ewřo çilonu řabward řojgare?»

dełên: qurban besayey îltîfatî tû hatîn bekare.

sewdaman dekird hezar behezare,

paş muxarîcî xon hênawmanetewe ewcare».

kya dełê:

«emin qet şukirane nabjêrim bew kare».

kê bû, le nasir û mał małî gułbawe,

sibḧeynê eger beyanî deda, řoj serî derhênawe,

dîsan çûn le bazařî beẍdaye, sad û sewdayan binyadnawe.

eger řojyan lê bû awa, dûkanî hemû kes daxrawe,

neyanzanî şêxî ’ereban bo ser beẍdaye hełsitawe,

şêxî ’ereban dewrey beẍdayey girt, çadrî lê hełdawe.

sibḧeynê řoj bowe xeber bo wezîrel’e’zemî dirawe.

dełên: «leşkirêkî gewre hatuwe, dewrey beẍdazemînê gîrawe».

wezîrî beẍdaye gutî be’êłçîye:

«debřo beçeperîye,

biço, bizane serkirdey ew leşkirey kêye, le çî şeqîye.

eger mîwane, boçî nehatote êre, be’estoy dahênawim xecałetîye»

êłçî herřay dekird behengawe,

heta degeyîye çadrî şêxî ’ereban, îklamî dekêşawe,

’erzî dekird: «wezîrel’e’zem emnî nardote kin etû tewawe,

boç hatuwe lewêy xistuwe tewawe, ew xecałetîyey bemin dawe.

axir êre małî wîye bo şam û neharim pê nedebû tewawe?»

şêxî ’ereban dełê:

«bexêrêy serçawanim,

’erzî wezîrî bike, emin şêxî ’erebanim,

emin dost nîm, wezîrel’e’zemî bedjimin dezanim,

emin çilon ew êłçîye bidwênim,

xeberî be wezîre’e’zemî řadegeyenim?

ya debê beẍdaye becê bêłê, yane hestey ḧewt sałanî lê destênim».

eger êłçî ew qisey debîst tewawe,

demudest lekin şêxî ’ereban geřawe,

geyîye xizmet wezîrî, ew xebere xoşey bewî dawe.

wezîr gutî:

«kya bênin, bizanîn ew tegbîre çilon dekirê tewawe».

eger xeber be kyay dirawe,

nardî le nasir û mał małî gêřawe;

dehate dîwanî wezîrli’e’zemî, îklamî kêşawe.

kya řodenîşt be’zêkyan qise dekird tewawe.

ke wezîr serî hełêna, cûtêk ẍerîbe lêre řawestawe,

wezîr dełê:

«kya ew nokeranet kengê gîrawe?»

dełê: «ewe nokerî min nîn, î tûn, lêyan qewmawe.

«mezin bawomer le kwêstanê derî kirdûn, hemûy kirdûn biławe.

«êsta qet nanî şewêkyan bemistewe nemawe».

wezîrel’e’zem dełê:

«carê çibkeyn, degeł şêxî ’erebanman lê qewmawe».

kya dełê:

«binêre xizmet şêxî ’ereban: mołetim lê bigrê, hîşta karubarim nebuwe

tewawe».

eger kya way gutîye,

wezîrel’e’zem deynarde kin şêxî ’ereban qaqez û êłçîye,

şêxî ’ereban fermûy:

«emin le hestey ḧewt sałan zyatir çî dîm tełeb nîye».

eger şêxî ’ereban way cwab dawe,

qasîdî wezîrel’e’zem bepelepel geřawe,

mujdey bo wezîrel’e’zem hêna dełê:

«qurban! xercî ḧewt sałanim dewê tewawe».

wezîrel’e’zem bewey zor meşẍûł mawe:

«xułaye! emin her xercim le xełqî nestanduwe çim bekes nedawe.

dengî leşkirî beẍdaye biden, înşałla sibḧeynê deykem biławe»