mem û zîn 3

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 11 minutes  701 views
ewcar dû qisan le kakememî bikeyn, be nadrî
ewe fermanî řeḧman bekirî
hem kirmanc û dêbokirî
bo xatrî duktor manî nemrî
ne bas hebû ne xebere
tedarekî kakememî gîra fuqere befuqere
le şarekey yemenê wederkewt dwazde hezar swarî be deftere
kakemem dełê:
bengîne!
ew leşkirey babî min bo minî dirus kirduwe, biço bîbîne
kê bû? le bengîne gułbawe
çû espî xoy le yextexanêy derhênawe
ke swar debû nêwî xułay hênawe
lew serêy be leşkirîda çû lew serî geřawe
bang leser bangî lê dawe
heta dehate derkî yextexanêy debû pyawe
kê bû le bengîney muḧtebere
lêy xiřdebûnewe mîr’axuř û meytere
dełê: seferêkî dûr û dirêjman lebere
kê bû le bengîney gułbawe
le pilekan weser kewt derkî perdey hełdawe
hetawekû dehat, le aẍay mîrmemî dekird selam û seławe.
deygut: bengîne, ew leşkirey babî me bo mey dirus kirduwe daxuła çilone, tewawe?
bengîne dełê:
aẍay min le zorîyan çî tarîfyan nîne
ey aẍa! deẍîlit bim min le swarçakîyan hîç qisûr, nîne
ew leşkirey babî tû bo mey dirus kirduwe le kinim hîç berewdiway bo min û tû nîne
kakemem gutî: biřo, şêtî małwêran dena babî min gepî bemin deda?
ew kê debû le kakememî muḧtebere
ḧukmî dekird, deygut: espî borem bo bênedere
ewe kê bû? le meyter û mîr’axuřî de gułbawe
espî boreyan zîn dekird be dû seryan řakêşawe
degeł bengîney bang leser bangyan lê dawe
espî bore hate derê, le derkî dîwanê řawestawe
herçend ’alemî yemenêye, seryan le koşk û penceran derhênawe
mîrmem bê ẍîretî kird le dayk û babî xoy negêřawe.
kê debû le mîrmemî muḧtebere
le pilekan dehate xwar qołyan degirt ewber ewbere
pêy deřkêfî espî bore dena, le zînî murese’î xoy dekewte sere
maşełła! hêndêk deyangut: «ewe şemse» hêndêk deyangut: ewe qembere
řebî, nezerpîs lêy nekenewe nezere
beqed dû hezar kesî řadewestan ewber ewbere
noker û wekîl dełên:
biřon damemênin, xeberêkî webrahîm padşay řabgeyenin
kê bû le wekîl û wezîrî de bêwefaye:
xeberêkî biden be daykî mîrmemî degeł daykî bengîney, biła ḧesretê
nekêşin le dûy kuřî xoyan, deşqemî bên gerdinî xoyan biken azaye
kê bû le wezîrî de tewawe
xeberêkyan be daykî bengîney dawe
daykî bengîney eger wa dezanê
dełê: serim dana ser kûpełe ximxanê
sełay gewrem lê řabû şarî yemenê çoł debê, goř û gořxane deçêtewe
cizîre wêranê
daykî bengîney dehat be şîn û giryan û tewawe
bang leser bangî lê dawe
xeberêkî le bo daykî mîrmemî hênawe
dełê: daye mîrmemî etû nazanî çi qewmawe?
dełên burcî bełek bebê aẍayê le şarî yemenê becê mawe
daykî mîrmemî eger way dezanî
firmêsk dehate xwarê le hertik çawanî
daykî mîr memî eger wa dezanê
xoy hełdedêrê le talarê heta degeye bałexanê
be serî řûtî bepêy pêxawsî dehate kołanê
be kûçeyda dê des deka be giryanê
heta degate burcî bełek, dełê: wekîl û wezîrîne edî taqe kuřekey min kwanê?
wekîl û wezîr dełên:
le xoman yexsîrê
etû tazeke debê kuřî xot webîrê
burcî bełek çoł û eḧdel qendehar bû besefer řoy bo şarî cizîrê
daykî memî eger wa dezanê
dełê: ehlî yemenê, werin, weserim biken quř û xołî î kołanê!
ca bang dêłê:
řołe, mîrmem, gyanî gyane!
azabî xomit lê ḧełał bê degeł şîrî hordik memkane
meço şarî cizîrê, şarêkî bedqedeme, wîstira’etî gelêk girane
daykî bengîne dełê:
řołe, le xom feqîrê
etû emegî daykî feqîrit webîrê
sełam lê řabû le bo mem û bengînan, goř û gořxane dekewêtewe şarî cizîrê
daykî mîrmemî dełê:
le xom mil bekwên û baban wêranê
řołe mîrmem! no mangan, no řojan, no se’atan, no deqîqan, be ber û pişt
hełm degirtî beẍeyrez birk û janê
le xezêney řizgarbûy, kewtye çeng mamanê
le mananê xelas bûy kewtye çeng dayanê
řołe mîrmem! le dayanê xelas bûy, kewtye çeng leley, deyanbirdye dîwanê
řołe deber kutabyan nay; ḧewt sałan dinyay řûnit nedî le jêrxanê.
ehlî yemenê werin kwênêkim deberken lebo cwanêkî wek mîr memî; şarî yemenê lêm çoł debê, awedanî dekewête cizîrî wêranê
daykî bengîney dełê:
řołe! boç wa kuřêkî bê fikirî
řołe! sefer lebere benadrî.
řołe! le şîrî daykî xot gerdinit azabê des le aẍaye xot hełnegrî
daykî mîrmemî dełê:
hay yemenî, haware, amane!
řołe, mîrmem! leser daykit řaweste, degełim bike dû qisane
emin le şarî yemenê bot hełdegirim xezêne û debotxane
řołe bot debim be êłçî boxom, deçme şarî cizîrê botane
yayezînit bo dênim. şarî cizîrêş be xak û badewe dekiřim;
babî daykê, be cêwmekanewe bot dênme êrekane
kake mem dełê:
le xom feqîrê
emin boxom swêndixorim, debê le dûy biçme cizîrê
daykî memî dełê:
hawarim weber ew xułayey taq û tenyaye
awrêkim tê berbuwe, hîç çarim naye,
şarî yemenê çoł û waḧîdelqehare çibkem bebê aẍaye
daykî bengîney dełê:
çibkem lexom bê fikirî
řołe nabê des le mîrmem kuřî birahîm padşay hełbigrî
daykî bengîney dełê:
hawar û waweylaye
azabim behîçê çû le dinyaye
taqe kuřêk xułay daymê lê bom hełnişte, hełwedaye
daykî memî dełê:
řołe, mîr mem! xuła neydamê řonîşim be deng dilêrî
řołe! êsta bepîrî tûşî estom bû wecaẍ kwêrî
daykî mîrmemî dełê:
ehlî yemenê seyd û melay de newciwane!
ezu bibim be qurbanî herdûk çawane
derkî derwazey yemenêm bo bigirin ta dû qisan bikem degeł kuřî taqane
daykî memî dełê:
seyd û mela xoşewîstî ew xułaye
hemû desîngu daye cuzwî kelamułłaye
werin degeł emin, biçîne xizmet mîrmemî, tikayêm bo biken, deşqemê degełim bigeřêtewe dwaye
daykî bengîney dełê:
awrim tê berbû, lêm xerabû cigere
aẍa û nokeran, seferî kawle cizîrê lebere
daykî bengîney dełê:
çibkem lexom bê sełaye
çibkem; bo birahîm padşa le hawarî mem û bengînan naye?
daykî memî dełê:
çibkem le xom êxsîrê
hîç kesim nîye bom bika řa degeł tegbîrê
herçend dekem destim pê le kuřî xom hełnagîrê
debê, keşkołêkî hełgirim degeł dar’esayekî, bibim be derwêş wedû mîrmemî kewm, heta deçme şarî cizîrê
daykî bengîney dełê:
çibkem, řołe, gyane;
ḧaşa le yemenê, eger gewre û girane;
debim be êłçî le hemû derkan peyda dekem nan nane
hemû şaran lêk dedem heta dême şarî cizîrê botane
xełqî cizîrê dełên: qerewaşyan degełe, ew cûte newciwane
kakemem dełê:
le xom ẍerîb, bê sełaye
be daykim ’erz biken: bexuła nageřêmewe dwaye
çunke swêndim xwarduwe be kelamułłaye
daykî memî dełê:
řołe, dîdey şîrînim!
řaweste destit destoy bikem têrit bibînim
kake mem dełê:
meke fikirê,
dest destokirdinî min hîç kełk nagrê
nageřêmewe dwaye, kełk nagrê.
seferim lebere debê biçme cizîrê botane
destim lê hełgirin, ey bendey musłimane!
daykî bengîney dełê:
řołe! le min mil bekwên û baban wêranê
xułakey mem û bengîn îzin biden, biřon bo cizîrê botanê
werin, be xułayan be zamin biden; be emanet be pêẍemberî axir zemanê
daykî mîrmemî dełê:
řołe, le xom bê sełaye
awrêkim berbotê, le diłim kujawe çiraye
şarî cizîrê awedan debê şarî yemenim bê kuřî aẍaye
kakemem dełê:
çibkem, řojim lê wergeřawe
xełqî yemenê seyd û melay tewawe
seferim lebere dewłet zyad û małî awa
xełqî yemenê, seyd û mela dełên: kwêrîn
heřo, biřo, be xułat be zamin dedeyn be pêẍemberit despêrîn
ca kê bû le bengînî gułbawe
cařî řakêşa dengî qoşenî dawe
qoşenyan bar dekird, ała hełdirawe
becumley se’atêkî tedarek degîrê
ałayan hełgirt piştî xoyan de yemenê kird, řûyan kird de şarî wêrane cizîrê
ca xeberêkyan le birahîm padşay yemenê gêřawe
awrêk le yemenê berbuwe behîç kesê nedekujawe
birahîm padşa binêrête burcî bełek, bizanê kakemem bo lewê nemawe?
birahîm padşa dełê:
xełqêkî nadane!
biçin kakememim bo bênne êrekane
wekîl û wezîr dełên:
birahîm padşa, lexot feqîrê
etû netzanî, kakemem leşkirî hełgirt, řoy bo şarî cizîrê?
eger birahîm padşa wa dezanê, dest deka be şîn û giryanê
dełê: ca emin bebê kuřî çibkem le yemenê wêranê
birahîm padşa dełê:
wekîl û wezîrî muḧteberin
deẍîlu bim werin genc û xezêney bo kuřî min berin
wekîl û wezîr le wênderê řawestawe
dełên: qurbanit bim birahîm padşay tewawe
kakemem pyawêkî aqłe muxarîcî xoy hemû lewê danawe
birahîm padşa dełê:
çibkem awrim girt, diłim nasrewê
řołe! şarî yemenit be qurban dekem, mergî min řepêşt kewê
ca ew kê debû le kakememî nadrî,
heta êwarê dey’ajwa, êwarê menziłî degrî
dełê: bengîne! debê biçî bom de qoşen û tîp û supaye bifkirî
înca werewe, debê tedarekî şamim bo bigrî
ewê şewê menziłyan lewê tewawe
serkirdêk bexoy û be hezar kesî geřawe
ke sibḧeynê beyanî dawe
şeypûryan kêşa, ała hełkirawe
ca lewêyan barkird bo şarî cizîryan ajwawe
heta êware beser dahat menziłyan tewawe
kakemem dełê:
bengîney, bełek çawe!
de quşenê bigeřê bizane kêhe aczîy kêşawe
bengîne de qoşenê geřa, xeberî bo mîr memî hênawe,
dełê: aẍa gyan! kes aciz nîye, hîç kes nařeḧetîy nekêşawe
ema ew şew serkirdêk bexoy û hezar kesî geřawetewe bedwawe
mîrmem dełê:
bengîney newciwane!
beřeḧmetî xułay şukirane
hełbete birahîm padşay babim degełim ẍeyane
bengînê bo wa derifkirî?
aẍayê xot deber herdûk çawan mirî
ewşew sûk tedarekî bo ew şew bigrî
bexułayê nageřêmewe, meger kakemem bimrî
ewê şewê wîstiraḧet kira tewawe
sibḧeynê ke beyanî dawe
cařyan řakêşa, beydaẍ řakêşawe
bo şarî cizîrê deřon, yemen becê mawe
heta êwarê ajwawe
dîsan menziłyan girt, qoşen hełî dawe
mîrmem dełê:
bengînê de qoşenê bigeřê, bizane qoşenêkî tewawe
bengîne firmêskî çawanî dehate xwarê, detgut: beḧir û awe
mîrmem dełê:
bengînê! çi buwe, çi qewmawe?
eger diłit be dayk û babtewe heye, etoş bigeřêwe dwawe
bengîne dełê:
le xom ẍerîb û xanewêranê
be zatî خûڵاێی, be ḧeqî pêẍemberî axrî zemanê
destit lê hełnagirim, heta mîwanî xułam dêneserê bo gyan kêşanê
ca kê bû le kake bengînî gułbawe
degeł mîrmemî řoyştin diłxoşîy yektiryan dawe
heta sibḧeynê řoj le meşrîqê serî derhênawe
ca ałay řakêşawe
qoşen pêy řahênawe
sebirke sebirke lebo şarî cizîrêyan ajwawe
de miḧelî nwêjî nîweřoye xeber be mîr memî dirawe
«selamet bê aẍayê bełek çawe
etû dezanî, sê serkirde bexoy û beqoşenî nemawe?
kakemem dełê:
çibkem be řezay xułay şukirane
emin çibkem babî xom degeł ẍeyane
kakemem dełê:
bengîne! le xom bê sełaye
çak nîye mexlûqî azar bideyn, pêy xoş nîye ew xułaye
were, bo xatrî min bibe serkirde; ew leşkirem bo berewe dwaye