mem û zîn 4

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 12 minutes  1088 views
bengîne dełê:
mîrmem le min waye, lekin etû zor muḧteberim
emin nehatûm małî wergirim, genc û xezênêy berim
aẍa be qurbanit bim, le ẍerîbekanî de qelenderim
heta emin demirim, bo espî bore meyterm
mîrmem dełê:
bengîn! çibkem; le xom bê kemał û nadanê
boxom be qurbanit bim deserit degêřim yemenê wêranê
çawî xomit be qurban dekem degeł sertapay îmanê
were, bo xatrî min ew leşkirey berewe yemenê, degeł ew mexlûqeyê nakem guzeranê
deşqemê xuła û pêẍember be ẍerîbî û bê kesîy min bizanê
înşełła seferim lebere, nageřêmewe, heta deçme cizîrê wêranê
înca babim dełê: emin taqe kuřêkim bû nêwî mîrmem bû, saḧbî burcî bełek kwanê?
înca daykim dełê: řołe no mang û no řoj be ber û piştan hełm girtî, edî taqe kuřekem kwanê?
înca bengîne dełê:
mîrmem; eme herdûkman bê fikirîn
ewe êware dahat, biła menziłêkî bo xoman bigrîn
xełq çawî lemeye, çunge gewre û serkirdey leşkirîn
eger ew qiseyan lewê dû be dû dekird tewawe
dengî leşkiryan deda beydaẍyan de ’erzê dedawe
mîr mem dełê:
bengîn bigeřê, bizane kêhey bê xerce, kêhey xercî pê mawe
bengîn dełê:
mîrmem etû degeł min were pay ḧîsabê
heta serî birahîm padşay xoş bê, qoşen xercî kem nabê
mîrmem dełê:
tuxuła bengîne, bew qiset kirdim serewêrane
řêgam dûre, řêyekî gewre û girane
qoşenî babim zore, biła bê mitmane
babim wa deka neçme cizîrê, bigeřêmewe lêrekane
bengîn dełê:
mîrmem çend dekem tegbîrî tû, be min nakirê.
be xuła, qiseye pyaw degrêwî binê nabê dest hełgirê
dena xuławendî, mîrî mezin ẍezebî lê degrê
mîrmem dełê:
bengîn, etû wa nakey le diłim bibê sefaye
emin des le yayezînê hełnagirim le bo dinyaye
eger serim çûbê, be xułay des hełnagirim bo dinyaye
bengîn dełê:
«mîrmem! êsta yayezîn çawenořî toye, le hemû kesî deka ḧaşaye
mîrmem dełê:
bengîn çî dîm tîr lê mede, memxe fikirê
des le yayezîn hełnagirim, heta ḧeq û naḧeqim le baregay xułay dekirê
carê biła wîstiraḧetê bikeyn heta leşkir û qoşeneken dademezrê
kê debû le bengînê gułbawe
dełê: sibḧey ew mesłeḧetey dekeyn tewawe
hêşta bo şarî cizîrê xwa dezanê, çend menziłman mawe
ca sibḧeynê şeypûryan kêşa, ałayan řakêşawe
ewê şewê çwar serkirdan, her serkirdey be hezar kesewe lêy geřanewe be dwawe
mîrmem dełê:
bengînê! çibkem, hîç qaqez û qełem û morî mamostam lekin nemawe
bengîn çibkem le ḧesretî yayezînê hemû dersîşim lê gořawe
bengîn dełê:
carê lê geře, carê leşkir û qoşenman lew çołey lê bû biławe
kake mem dełê:
«le xot diłxemgîn û feqîrê
hîç biła leşkirî birahîm padşam degeł nebê, bo min naken řa û tegbîrê
bexułay, hîç tenefîsim degeł nebê nageřêmewe, heta deçme şarî cizîrê
bengîn dełê:
bo min her xizmet û tedarek bê
seferî leber etoye řebbî lêt mubarek bê
boç be diłpiřî dełêy: cigerm sûtawe
seferêkî dûr û dirêje, germ koławe
be ḧeqî xułay bê şerîk, ta řoḧim deber bedenêda meyterm, nageřêmewe be dwawe!
mîrmem dełê:
bengîne çibkem çarem çîye?
be xułay dezanim seferî cizîrêm be yekcarekîye
bengîne dełê:
çibkem destit bêdesełate, çaret naye
çunke swêndyan dawî be qur’anê û kelamułłaye
biřo ẍelel le diłit peyda nebê, hemû kes humêdî her xułaye
ewê řojê dû be dû deyan’ajwa heta meḧelî řojawaye, ca qoşen negeyîye
awedanyan, kewt le çoł û le seḧraye, ewê şewê sê serkirde, serkirdey
be hezar kesewe lêy geřanewe be dwaye
sibḧeynê ke le xewê hełistan, hîç kes nemawe
înca bengîne hat, le pişt serî mîrmemî řonîşt, gelêk gelêk giryawe
eger mîrmem çawî hełdênawe, temaşa deka bengîne degryê
firmêskî çawanî detgut: beḧre, řûbare, awe
mîr mem dełê:
bengîn boçî degrî çit lê qewmawe?
bengîn dełê:
ey mîrmemî bełek çawe!
ew leşkirî babî mey bo mey dirus kirduwe, qed kersiwarêkman lekin nemawe
kake mem bang dêłê:
bengînê muḧtebere!
espî bore bom bêne, řaygire be dûsere
debê etûş ḧukme bigeřêyewe; boxom deçme şarî cizîrê ew sefere
bengîne dełê:
çibkem kwêrim bûn hertik çawe
emin her lewêm ’erzî to kird, leşkirêkî natewawe
êsta eger serim le paşřa bibřî nageřêmewe bedwawe».
mîrmem řiqî hełsita bew goçanî zêřîn leser û binagwêy bengînêy dawe
dełê: her betenê deřom, debê her bigeřêyewe be dwawe
înca bengîn dełê:
be xułayê! be lêdanî tû emin le nokerî nakewm
heta deçme şarî cizîrê beserî řût, bepêy pêxawis wedût dekewm
înca mîrmem dełê:
nokerekey dana, becê mayn le seḧraye
were le nokerî û le aẍayetî bikeyn ḧaşaye
were pêkewe bibîne biray daykî û babî heta lêman xira debê ew dinyaye
înca pêkewe mem û bengîn degirnewe qerarê
ew cûte swarekey ẍerîb le yemenêřa dehatne xwarê
řêy cizîrê nazanin, hîç kesêk nîye eger lêy biken pirsyarê
le sibḧeynêyan dajwa heta miḧelî êwarê
degeyne menziłê, înca lewê degrîn qerarê
ewê şewê dû be dû deken tegbîr û řaye:
hîç dayk û babman nîye, hîç kesin naye de hanaye,
be xułay, eme řidên sipîman nîye humêdman her xułaye, ḧezretî řesułłaye
înca eger sibḧeynê swar debin ew cûte sware
weder dekewtin řêy şarî cizîrêyan dekird pirsyare
înca deřoyne xwarê, hawaryan dekird: ya cebbare!
ewê řojê deřoyîn ew cûte swarekey ẍerîb, ḧaşayan dekird le dinyaye:
xułaye! ledû mexsûd û miradan deçîn kên dê de hanaye?
hîç kesî dîkeman nîye beẍeyrez xuła û ẍewsî beẍdaye
ewê şewê negeyne çi awedanyan, becê man le çoł û seḧraye
qinyatyan dekird hîç kes nebû dû qiseyan degeł bika le bo sefaye
înca ewan şukiraneyan debjard, seławatyan deda le ḧezretî řesułłaye
ewê şewê ewan denûstin de hîmdadyan dehat ẍewsel’e’zem le beẍdaye
eger ewê şewê sibḧeynê wexeber hatin, pyawêkî pîr û řîş sifîdyan lekin bû
le bo sefay dinyaye
lêyan pirsî:
bo kwê deçî, le kwê dêy, bełedît heye be şarî cizîrê, le kwêye řêgaye?
pyawî řidên sipî dełê:
engo mîwanin, bexêrbên, ser çawekanim
be xułay! boxom bełedim, be şarî cizîrê dezanim
înca eger sibḧeynê wederkewtin ew cûte sware
weyselqerenî mahîdeştê deykirdin qutare
bo şarî cizîrê deçûne xware
ew kê bû le mem û bengînî newciwane
’erzyan bo wêk dehat be řezay bînay çawane
heta degeyne cûtêrî yayezînê lewê debûn mîwane
înca ew sware bang dêłn:
ey cûtêr, ewe cûtî kwêye?
cutêr dełê: ey cûte swar, ewe cûtî şarî cizîrêye
engo le min bipirsin: ewe cûtî kêye?
eger nazanin ewe pyawî yayezînêye
ay bexêrên, swarî ẍerîb hatne êrekane
werin pyaw bin, lekin emin bixon parwêk nane
da min mizgênî berim bo yayezînê newciwane
teseduqî serî engo deyka be xełat bexşane
înca mem û bengîn dełên:
ya řebî xułaye hezar bar şukirane!
kê bû le mem û bengînî bełek çawe
le serînçawey kanye bûn pyawe
kê bû le cûtêrî cindîye
cûtî berełda kird, bo yayezînê birdî mizgênîye
kê bû le kuřî cûtêrî newciwane
her řay dekird bo mem û bengînan dehêna nane
ewan nanekeyan dexward, deyanbijard şukirane
înca bo cûtêryan dekird be xełat bexşane
kê bû le mem û bengînî çawbengîye
dû dû deçûne serînçawey kanîye
elḧemedulîlla ew kanîye kanî gencîye!
kê bû? le mem û bengînî nazdare
hawaryan dekird: ey xułay cebare!
ewe daẍîl be şarî cizîrê bûyn; xuła bê ezêt bimankey řizgare
kê bû le mîrmemî nazenîne, destî deda camî, le serînçawey kanyeřa piř piřî dehîna
weser bengînêy degêřa; bengînêy kird nexşîne
kê bû le bengînî tewawe
maşałła dełêy gułî beharêye taw lêy dawe
lew aẍa û nokerey muḧtebere
maşałła yekyan dełêy şemse, yekyan dełêy qembere
înca leser řazî kanye dadenîştin ewber ewbere
heta le xizmet yayezînê dêtewe cwab û xebere
cûtêr deçû be hawar, be lîngidan degeřawe
mujdey le bo mem û bengînan hênawe
çend destyan de gîrfanî xoyan na, çendyan zêř bew cûtêrey dawe
kakemem dełê:
cûtêr eme le kwê bibîn pyawe?
cûtêr dełê:
ezu bibim be qurbane,
qasîdu leser řêyeye degełu bîka qisane
lewê řodenîştin şan beşane
çwar řeke’etyan nwêj dekird, depařanewe le bînay çawane:
xułaye! eme ẍerîbîn lewanî de bêgane
kê debê bexanexwêman, lêy bibîn mîwane?
yařebbî xułaye! mexsûdman ’asił bibê, serman xelas bibê lêrekane!
kê bû le cûte lawekey nazdare
pêyan de řikêfî xoyan dena debûn sware
ey bînay çawan! ca bo şarî cizîrê deçûyne xware
ewe dehatne xwarê cûte swarekey feqîrê
dehatin û degeyştinewe ser çomekey kawle cizîrê
eger zeynêkî xoyan berejûr dawe
temaşa deken hemû gazirkare řawestawe
înca mîrmem dełê:
bengîney bełek çawe!
howey dîwte lewê řawestawe
ewe yayezîne eger emnî bo êreke hênawe
kake bengîn dełê:
kakemem! wanîye
ewe hełbete qerewaşî berdestî wîye
kakemem dełê:
bengîne çi dełêy qiseyekî lê bizanim?
kakemem dełê:
ey gazirkarê, gazrî dekey be destane
eme ẍerîbîn lewanî de bêgane,
be qisey tû le şarî yemenêřa hatîne cizîrê botane
melîk řêḧan dełê:
ey cûte swarekey dûr mekane
her lewêřa bexêrên; pêławu serçawî min heta êrekane
ew yayezînî engoy hênawe, çil qerewaşî wekû min ewa leber destane
kakemem dełê:
ay leber jinan; ewe lêm deka ḧaşaye
çi dełêy le tirsî xułay leber kelamułłaye
yemenit text û tarac be minit becê hêşt, êsta lêm dekey ḧaşaye?
melîk řêḧan dełê:
cûte swarekey ẍerîb, gyane gyane!
emin qet yemenim nedîwe be xulay bê şerîk û layezane
ew xatûnî engoy hêna êrekane
le xułay bitirsên, be min biken mitmane
«çil qerewaşî wekû min daymulmudam leberdestane
kakemem dełê:
bengînê çawbengîye!
ewe ḧaşaye deka, cîhetî çîye?
bengîne dełê:
ewe ḧaşaye naka, be xułay ew nîye
ew kirasî hênabûye yemenê
ewe deber wîdaye, ewe xełatî wîye
ew kułêcey de qołî ewîda, ewey yayezînêye bewhey dawe be yekcarekîye
bengîne dełê:
ewî swêndî degeł etû xward, aẍay min, be serî tû, ewe hew nîye
kakemem dełê:
bengîne, çunke tûşî ewey bûyn, biła lêy bipirsîn, bizanîn le małe kê bibîn mîwane.
kakemem bang dêłê:
xatûnê! xatûnê gyane!
kê seẍî û lotîye, eme biçîn lêy bibîn mîwane?
xatûnê beşqî xułay, ẍerîbîn degełman mebe ẍeyane
melîk řêḧan dełê:
le min mil bekwên û baban wêranê!
her kesêk degełu ẍeyan bê, řebbî kwêr bibê le çawan, zebûn bê le îmanê
lawe her kesêk degełu ẍeyan bê, xuła lêy bika be kifrî
lawe eger bo mexsûd û miradan hatûn, qisey saẍ le min wergirî
lawe pênawdarî tû bim! meço małe kes, biço menziłî kabekirî
ewe pyawêkî seẍî û pyawçake qedrî mîwan çak degrî
lawe azîzim. gelêk lawêkî bê nisrînî
her kesêk degełit ẍeyan bê kwêr bibê le çawan, zebûn bê le dînî
eger bo nan peydakirdin hatûy - webałit bestoy min - biço małe mîrzêndînî.
lawe gelêk lawêkî şîrînî
her kesêk degełit ẍeyan bê, yařebbî, xêrê le cwanî xoy nebînî
eger bo pyawetî hatûy - webałit bestom- biço małe qeretajdînî
kes natwanê darit be ser barê řaka qisey xirapit pê binwênî
kakemem dełê: bengîne etû pyawêkî zorzanî
emin padşayetîy yemenêm becê hêştuwe, taze biçim nokerî xełqî bikem bo nanî
kakemem dełê:
bengîne, gelêk bengînêkî nadrî
mîrmem le şarî yemenêřa nehatuwe biçê fîncan fîncanê qawey be sedeqeserî wergirî
emin bo mexsûd û miradan hatûm çak weye, biçme małe kabekirî.
kakemem dełê:
bengîn, gyane! wey gyan gyane!
řêy dwazde mang û bîst û çwar řojan emin hatûme êrekane
şarî yemenêm becê hêştuwe, çend şarêkî gewre û girane
naçme małe qeretajdînî, be sedeqe serî bimdenê parû parûy nane
diłit ẍayley neka, mełê mesłeḧetî jinane
her deçim le małe kabekirî debim mîwane
înca yayezîn hawarê dekate xułay:
xułaye! etû xułayekî befkirî
hem kerîm û hem qadrî
ew cûte swarekey le yemenêřa hatûn řêy dwazde mang û bîst û çwar řojan weber xoy degrî
řebbî be řebbînî xot key biçne małe qeretajdînî neçne małe kabekirî!