mem û zîn 2

From the Book:
Die mundart der Mukri-Kurden
By:
Oskar Mann (1867-1917)
 14 minutes  774 views
mîrmem dełê:
yayezîn, ’emrekem! çî dîkey lê nazanim, pêy nakem buxtane
mîrmem dełê: xatûnê çaw bengîye!
be eşqî ew xułayey le jûrî serîye
eger etû pêm nełêy nêw û nîşaney koşk û pencerey tû de şarî
cizîrêda çîye
yayezîn dełê:
mîrmem, koşkî min biłinde ser le şaxî
awî sipî le ḧewzî kewserê dê hełdeřjête ser berdî meřmeř pexiş û
perêşan debê lenêw çwarbaẍî
şehên û şalûr û şimqař lewêda bûn yaẍî
yayezîn dełê:
mîrmem, koşkî min biłinde ser le ḧewt tebeqey asmanê
westay bo hatûn le hîndê, mî’marî le buxaraye, gêçî bo hatuwe le
tarîkistanê
koşkî min xiştêkî zêře, yekî gewherî karxanê
herçendî berdî weqîmete, ẍewasan deryan hênawe le deryay nîl û ’umanê
herçendî parçey hîndîyane, ewe lewêm danawe pyawî tacir, eger kilûrî
nebê beqîmetê nazanê
mîrmem, ’ezîzim! biła bełedî pêkewe bikeyn, bibjêrîn şukiranê
kê bû le cûte aşqane newciwane
hełdegirin, fenerê, fanosê, degeł çirane
herçendî koşkan penceran degeřane
koşkî kakemem bû; xatûnê neybû çi nîşane
xatûn serî le karî xułay tacub ma le qisey xoy bû peşîmane
kakemem dełê:
yayezîn, ’emrekem! boçit bemin dekird ew gewre buxtane?
yayezîn dełê:
le min megre manê degeł ewê gewremanê
emin hewrêk bûm le hewrekanî de asmanê
emin le bo tû hatûme xwarê degeł diłopey de baranê
heta pêkewe bikeyn sefaye degeł seyranê
yayezîn dełê:
tuxuła! mîrmem lêm megre manê lêm hełmeke piştê
emin hewrêk bûm le hewrekanî de beheştê
xuławendî ’alemyan emnî le bo tû hawêşte pêdeştê
kê bû lew cûte eşqey de teřlane,
destire û engustîleyan pêk degořyewe benîşane
destyan destoy yek dekird, dehatnewe, leser ferşan, canmazan, qalîçane
ca pêkewe řonîştin, deyanbijardewe şukirane
yayezîn dełê:
xułakey mîrmem, eger sibḧeynê hełdestî ew xewnet webîr bê
eger hełnestî nebî be êłçî le dûrî min, neyeye şarî wêrane cizîrê
ya řebbî, pênawdarim bî, eger ewê řojê xuła deka dîwanê, eger dîwan degîrê
kakemem dełê:
yayezîn, gyan gyane!
eger sibḧeynê hełsitim, xuła nexwaste etû nemênî lêrekane, eger
hełnegirim keşkołêkî derwêşan, dar ’esayekî newciwane
eger be swałkerî wedût nekewm, peyda bikem nan nane
yařebî be kafrî bimirim, leserim bibê koçk û desmałî de jinane
yayezîn, ’emrekem, herçend mayney xuła dirustî kirduwe, cûlekeye,
feřenge, dasnîye, urûse, dyane
ḧełałî dinyaye lêm ḧeram bê le tû zyatir hemû wekû dayk û xuşkane
yayezîn dełê:
le xom mil bekwên û bê sełaye
herçendî nêrîney xuławendî ’alemê dirustî kirdûn le dinyaye
herçendî cuwe, hermenîye, le tû zyatir ḧełałî dinyayem lê ḧeram bê
hemûm lekin wek bab û biray xom waye
kê bû lew aşqî de teřlane
destyan destoy yek dekird dimyan be dimî yekdî denane
perîyekan gutyan: eger neybeynewe řûřeşî xułay debîn, eger deybeynewe
xułagîrî ewî debîn». xuşkî gewre kutî: pyaw be xułay xełasî debê beła
be ’ebdan xelasî nabê
kê bû xuşkî, çikołe gelêk nazdarî
temenay dekirdewe le xułay le pêẍemberî muxtarî:
yařebî xew bow aşqane le baregay xułay bibarî
ewane kewtin bê hoş bûn beyekcarî
ew kê bû? lew perîy de teřlane
tegbîryan kird be her sê xuşkane:
eme biła řûřeş nebîn le baregay bînay çawane
biłam yayezînê pêçînewe be pencey destane
lêrey hełgirîn becêwmekane
bîbeynewe şarî cizîrê, sibḧeynê xecałet nebê ew bestezmane
ca le kakememî çibkeyn, demênê bê cêwmekane?
dełê: ’îlacî deka bînay çawane
kê bû lew perîy de gułbawe
yayezînyan tunditund be destan depêçawe
leser bałî xoyan dadenawe
heta hełyan girt, birdyan le ḧewt tebeqey asmanê řawestawe; wiçanyan
neda heta birdyan le şar cizîrê le cêwmekanî xoyan danawe
eger sibḧeynê kakemem le xewê hełsitawe
bang dêłê: ew bengîney bełek çawe
ew yayezîney lekin emin bû bo çi dyar nîye lekin emin nemawe
bengîne dełê:
mîrmem, be ḧeqî ew xułay le jûrî serîye
emin hîç kes nazanim û hîç kesim nedîye
kakemem bang dêłê:
bengîne xemnakim, gelêk derifkirim
aftawe û legen bêne desniwêjêkî mimbarek hełgirim
ewe kê bû le bengînî gułbawe
aftawe û legenî bo aẍay xoy hênawe
eger desniwêjî hełdegirt destiřey destanî leberî xoy derênawe
eger temaşay qamkî xoy dekird mor û engustîley yayezînê leknî becê mawe
desbecê bê ḧał debû zimanî şikawe
çawî hełnehat hoşî ometêy nemawe
bengîn dermanî bêhoşîy hênawe
kakemem cêbecê çawî hełat, zimanî kirawe
kakemem bang dêłê:
bengîne cêm bo řaxe karim kirawe
kakemem bang dêłê:
bengîne derûnim gelêk le coşe
xeberêkî be babim bide biłê kakemem derdî girane gelêk nexoşe
kê bû le bengîney gułbawe
bang leser bangî lê dawe
çuwe dîwanê birahîm padşay řawestawe
birahîm padşa dełê:
bengînê çaw bengîye
edî aẍay tû le kwêye dyar nîye?
dełê: qurbanit bim diłim bexeme nabê xamoşe
kake mem derdî girane gelêk nexoşe
ke birahîm padşa wa dezanê
hełdestê şeqjin dekewête dîwanê
kê bû? le birahîm padşay gułbawe
firmêskî çawanî detgut řûbar û awe
kê bû le birahîm padşay muḧtebere
le pilîkan û penceran dekewte sere
kê bû le birahîm padşay gułbawe
derkî kirdewe, perdey hełdawe
kê bû? le birahîm padşay cindîye
serî kakememî degirt, dayna leser řanîye
dełê: řołe, be qurbanit bim kwêt dêşê azarit çîye?
řołe, çake babit azarit bizanî
ta binêrim le dûy eristoy, luqmanî
deşqem kesêk bê şefay derdî tûm bo bizanî
herçend babî deygut û depařawe
kakemem ne qisey dekird ne cwabî dedawe
birahîm padşa dełê:
řołe! azarit le kwêye le xom mał wêranê
řołe! řoḧit deser degêřim degeł sertapay îmanê
řołe! diłim sûtawe; mîrmem awrim berbuwe le bedenê
řołe! çawî xomit deser degêřim degeł şarekey yemenê
řołe! wekazî destim, řûnakayîy herdûk çawanim
řołe! hêzî cergim, wîrdî zibanim
řołe! eger etû çit beser bê, emin xom besaḧbî yemenê nazanim
řołe! firzendî xom, dîdey şîrînim
řołe! tû çawan hełêne, ta min carêkî bitbînim
mîrmem dełê:
babe mindał bûm, bûm be feqê
le feqêyetî řabirdim bûm be mela
le melayetî řabirdim bûm be qazî
babe gyan el’an û bîlfers debê jinim bo bixiwazî
birahîm padşa dełê:
řołe! le řoḧî babit kewê degeł ewê ẍemê, degeł ewê fikirê
řołe! lebot dawême ser beḧrê kełekê degeł cîsrê
řołe! teşrîfî mubarekit bê, deçim lebot dexwazim kiçî padşay mîsrê
řołe! leminit kewê degeł ewan xeman ewan gileyîyan
řołe! lebot dawême ser beḧran kełekan degeł gemyan
řołe! teşrîfî mubarekit bê deçim lebot dexwazim kiçî padşay hîndîyan
řołe! leminit kewê degeł ewê xemê degeł ewê ẍebatê
řołe! teşrîfî mubarekit bê, deçim lebot dênim kiçî padşay le řojhełatê
dełê: babe gyan ne mîsirim dewê ne şame
be kabetułłaye kem małe xułaye beytułłame
diłî min way le yayezînê girtuwe meqame
lepaş yayezînê ḧełałî dinyaye le min ḧerame
babe eger řaste bom dênî çi jinane
yayezînim dewê way be zułfane
xuşkî mîrzêndîne û kiçî mîr’awdełane
eger depirsî memleketî wan şarî cizîrê botane
birahîm padşa gutî: cizîr de mułkî xułayda nîye
wekîl û wezîran gutyan: «qurban nîye». kutî: «beła, bo min ’eybe; emin padşa bim, kiçî nokerî xom bo kuřî xom bênim». gutyan: «kone wezîrêk heye, biçin ewî bênin, bizanin, cizîr heye yan nîye». wezîryan hêna; de qefezêda bû. hênayan le dîwanî birahîm padşay dayan na. birahîm padşa kutî: «wezîr şarî cizîrê de mułkî xułayda emin dełêm nîye; heye yan nîye?» wezîr gutî: «qurban! şarî cizîrê ewa lêre le řojawaye; ḧewt sałan padşay babî tû lecyatî mwacbî daymê muxarîcî minî dernehêna». birahîm padşa ke way zanî řiqî hełsita; zîzbû řoy. kakemem le cêy xoy hełsita; řonîşt. wezîr hemû řêwşiwênî cizîrêy bewî gut; hezar lîrey en’am da be wezîrî. birahîm padşa nardî cellabî leser řêy wezîrî dana: «eger le wetaẍî kakememî hate xwar,
serî bibiřn lebo minî bênin». eger hênayane xwarê temaşay kird cellab řawestabûn de kûçeyda. wezîr ewanî nasî; gutî: «bangî ew cellabane biken». en’amî danê; gutî: «merexestim deken biçme dîwanê ya serim debiřn?» gutyan: «bełê qurban! merexestî bo dîwanê». hełyan girt û birdyan bo dîwanî birahîm padşay. ’erzî padşay kird: «padşa, hełbet mirdin bo min çake be cîhetî çî fermûte serî bibiřn?» kutî: «emin ew taqe kuřem heye; emin dełêm: cizîr nîye etû bo dełêy heye?» kutî: «qurban emin nemzanî, ewe xewnî pêwe dîwe. de ser kakememî bike biçête řawê. yemen çil derwazey heye. çil miḧeleye. her miḧeley çil kiç û jinî
cwanî lê hełbijêre; bêne dawetî bo bigre. ewî le řawê dêtewe lotî û řeqasî bo danê, şêr û meymûnî leser řê danê, çaweş û saznidey leser řê danê. eger bexêr le řawê hatewe, ewê şewê le xewêy dîwe lew jinane û lew kiçane yekyan wewî deçê. kakemem keyfî deygirê. eger kiç bû, bê minete. babî ew kiçey ḧezî deka, kuřî birahîm padşay kakemem ewî bixiwazê. eger jin bû, mêrdî bang bike bîke wezîr; zêřî zor bideye; jinekey pê telaq bide, ca bexêr le kakememî mare bike; înşałła awe dademezrê». kutî: «aferîm wezîr! en’amî
biden be wezîrî». en’amêkî zor be wezîrî geyî. kake mem heta nîweřoye řaw û şikarî kird. birahîm padşa hênay, dawetî bo wî dirus kird, tedarekî bo girt. ca herçî kiçî bû dełê: «înşałła kiçî minî dewê». herçî jinî bû degrya; deygut: «padşa jinekem lê destênê; ca min quřî kwê weserî xom kem. jinekem deçê». bengîne gutî: «kakemem ewe çi ẍułwêke le dewrey şarî yemenê». kake mem gutî: «şarî yemenê hezar fêłî heye.» bengîne gutî: «mîrmem biła biçînewe bo małê» řawyan betał kird, řûyan de małê kirdewe. eger hatin geyne qeraxî şarî temaşayan kird; dawet bû. lotî û řeqas bû, şêr û wirç bû. bengîne gutî: «mîrmem! bizane babî tû etoy çend xoş dewê; bizane çendî suḧbet bo tû dirus kirduwe». ciḧêłî nardine ser řêy kakememî. le paş wey keyxuday pêşwazîy wîy nard. lepaş ewey seyd û melay leser řêy wî řagirt. geyîye ciḧêlan merḧebay lê kirdin. geyîye keyxudayan, siławî lê kirdin. geyye seyd û melayan le nêwyan dabezî, en’amî bo seyd û melayan qerar kird. lewê swar bowe. lotî û řeqas bepîryewe hatin; xełatî kirdin. geyîye dawetê serî leser qełpûzî zînî dana, temaşay kesî nekird, çowe derkî dîwanî xoy; lewê dabezî. dawet betał bû. herçî kiçî bû deygut: «çi bikem; qerizdar deratim. kiçekey nexwastim; ca emin çibkem?» ewî jinî bû gutî: «yařebî zor şukir! jinekem neçû». xeber be birahîm padşa dira: «qurban! kakemem hatewe, hîç kesî newîst». birahîm padşa gutî: «biçin, wezîrî bênin, her deyxinkênim». le paşan pyawî nard gutî: «serî bibiřn; çawim pêy nekewê». gutyan: «qurban! serî mebře; biła bête êre bizanîn tegbîrî çîye». nardyan wezîryan hełgirt; hênayan. wezîr geyîye dîwanî padşay yemenê; gutî: «qurban, serî min bo biřînê çake». gutî: «etû bo şayedî
cizîrêt da; emin taqe kuřêkim heye». gutî: «qurban, karêkî giran nîye; leşkirêkî bo dirus bike, dwazde hezar kes bibê; serkirdey bo qerar bike. de botxaney bo dirus bike. dwazde menził biřwa her menziłê hezar kes lêy
bigeřêtewe; ca betenê demênê; bo kwê deçê? ewîş dêtewe êre; her kiçe padşayekî keyfit bênê, ca boy bêne». kake mem deser babî kird gutî: «merxes bifermûy deřom». birahîm padşa fermûy: ḧewtiwêkî sebirim lê bigrê, tedarekî bo degirim». biła biçîne ser beḧsî yayezînê. perîyekan yayezînyan hełgirt, birdyanewe şarî cizîrê. sibḧeynê yayezîn le xew hełsita, cinêwî da be melekřîḧanê; gutî: «eminit bo hełnestan; nwêjim çû». melekřîḧan gutî: «emin çibkem çûye şewgerdîye, direng hełsitawî». gutî: «dena awê bêne çawim bişom».
çawî şûşt destiřêy derhêna çawî xoy pê bisřê: destiřêy kakemem bû. eger temaşay kird morî kake memî le qamkî dabû. gutî: «çarşêwim bo bênin, deçme małe qeretajdînî, kin xatûn estîy xuşkim». hełsita çuwe małe qeretajdînî. xatûn estî bepîryewe hat. qołî girt; weserî xist, pêkewe řonîştin. xatûn estî xuşkî gewrey wî bû; jinî qeretajdînîye. gutî: «xuşkê bo wa zerd û ze’îf bûy?» gutî: «xuşkê hanê ewane!» destiřê û engustîley le pêş xatûn estî dana. xatûn estî temaşay kird morî kakememî bû, taqe kuřî birahîm padşay yemenê. gutî: «xuşkê etû ewanet le kwê bû?» gutî wełłah nemzanîwe ewşew emnyan birde yemenê:
çim nezanî emnî mil bekwên û baban wêranê
le wêyan emin swên da be sî cuzûy qur’anê
ca lewey bederewe; xatûn estî gewreye boxoy dezanê
xatûn estî dełê:
way, milim bekwêne babanim wêranê
ew mîrmemî le yemenê deber toy nawe sî cizûy qur’anê
axir dest hełnagrê, dête êre, nadořênê îmanê
xatûn estî dełê:
yayezîn, gyane!
ew mîrmemî degeł etoy xwarduwe qur’ane
çarî biřawe; dest hełnagrê teşrîfî mubarekî dête êrekane
ca yayezîn dełê:
çibkem emin ser betał û baban wêranê
ca emin řûřeşî xome, çilon bikem guzeranê?
xatûn estî kutî: «debê sekoyekit leser şetî cizîrê bo dirus bikem. binêrim dû sed top cawit bo bikiřim. çil qerewaşt heye; degeł ew qerewaşane hêndêk gazrî biken. hêndêkyan arexçinan bidrûn, xemî tû le dimî awê biław debê. înşała te’ala ca emin denêrme kin kakim, dû cûtanim bidatê, pyawanim bidatê. boxom cûtî řadebestim, muxarîcim zore. be destinde beřê naçim». ewane denêrme ser řê; eger kakemem û bengîne hatin, cûtêr mizgênî bênê». melek řîḧanyan derkirdibû; bangyan kirdewe. bazîbendî le qołî xoy kirdewe, le pêş yayezînî dana; gutî: «emin çî dî qerewaşî nakem». yayezîn gutî: «leber çî?» gutî: «yayezîn etû deçîye şewgerdîye, emin nabey». xatûn zîn gutî: «emin çûme kwê?» gutî: «emşew, hemû şewê çûye şewgerdîye eminit nebird degełe xot?» gutî: «ca bo zîz debî? eger hatin qerarman bê: aẍa bo min noker bo tû». ew qerareyan pêkewe kird; hełistan çûnewe małe xoyan. ca nardyan cawyan kiřî. tedarekyan girt. çûne ser şetî cizîrê.