emşew bû le xewa

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  512 views
emşew bû le xewa min bedîhî wetenim dî
zor cwan û beşûş û fereḧ û şox û şenim dî
mesrûr û teř û taze û xunçe û dehenim dî
xoş ’îşwe wekû ahûy çîn û xutenim dî
pirsîm çîye em xoşî û em zewq û sefayet
em şadî û şewq û teřebî bê ḧed û ẍayet
fermûy ke lemewpêş minî bêçare esîr bûm
beynê bû bedes cewr û cefay turkewe pîr bûm
bê maye û bê serwet û bê ḧał û feqîr bûm
mebhût û perêşan û xefetbar û zwîr bûm
êstake xelas bûm le cefa û weḧşetî turkan
azadim û xoş weqit, wekû xunçeyî xendan
ewsa ke wisa’ît le ’îraqî hemû her ker bû
«lokis» nebû nawîşî qutûy newt û fener bû
em xełke hemû derbeder û xestecger bû
bê me’rîfet û sen’et û bê ’îlim û huner bû
êstake teyare heye ca min le kerim çî?
min taze le turkî qebe û bê hunerim çî?
qabîl nîye derçê le dił ew cewr û ezaye
ew ẍaret û birdinî mał û ker û gaye
ew bê mezhebî û kafrî îslamî nemaye
bê řeḧmî ew qewme ke derçû bû le ẍaye
çon taze feramoşî eka kurdî ’îraqî
zułim û sitemî turk û cefa û cewr û nîfaqî