bo sałî 1926

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  510 views
ey sałî cîhan dîde, eya seḧneyî mîḧnet
ey sałî guzeşte, seneyî matemî ummet
ey seḧneyî giryan û fîẍan, şîwen û zîllet
celladî ciger ahnî bê şefqet û řîqqet
ey nazrî sed mêşkî pijênrawî be qîmet
ey sałî guzeşte, cigerit let letî ẍem bê
netbînmewe, meskeneket şarî ’edem bê
***
seyrî ke, ke çend laşeyî lawî wetenit dî
xot wird berewe, çend serî cya û çend bedenit dî
çend xaneyî wêran û diłî piř mîḧnetit dî
çend nałeyî jin, laşeyî bê kefenit dî
birsî û řeş û řût, ẍemzede, çen şox û şenit dî
ey sałî guzeşte, cigerit let letî ẍem bê
netbînmewe, meskeneket şarî ’edem bê
***
têfkire ke em sê sed û şest řoj û kisûre
her sanîyeyekî ẍem û alam û fitûre
řoyştineket ta beqedem ’eyb û qisûre
bem xwêne řijawane û bem şûr û nişûre
sefḧey hemû te’rîxî cîhan, matem û sûre
ey sałî guzeşte, cigerit let letî ẍem bê
netbînmewe meskeneket şarî ’edem bê
***
em zułme ke dî mîlletî em kurde le turkan
neydîwe zemane çi le îns û çi le şeytan
de’wayî ḧeqî mîlletîyet û goşeyî zîndan?!
pařanewe bo jîn û tenafî mil û xinkan?!
hawarî weten kirdin û kujran û fiřêdan?!
ey sałî guzeşte, cigerit let letî ẍem bê
netbînmewe, meskeneket şarî ’edem bê
***
řoyştî le dway to, cigerî pare becê ma
milyonê ’yal û jinî aware becê ma
çend ’a’îley bêkes û bê çare becê ma
zincîr û kelepçe û petî sîdare becê ma
milyarê diłî xestew û ẍemxiware becê ma
ey sałî guzeşte, cigerit let letî ẍem bê
netbînmewe, meskeneket şarî ’edem bê
***
ey sałî cedîd, hatnî to dûr bê le afat
toş wek xelefit, ew beceza, to bemukafat
xêr bê qedemî to betelafî hemû mafat
şertim emeye ta demî meḧşer be meqamat
em şî’re ekem min be temenna û munacat
ey sałî guzeşte, cigerit let letî ẍem bê
netbînmewe, meskeneket şarî ’edem bê