řoḧ

şî’rî ey. êł. barbawiłd le ’erebîyewe
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  962 views
ey řoḧ! beřastî to kêy nazanim
hêndem lê ’ayen buwe ke řojê
min û to le yek cya ebînewe
bełam key, le kwê yek egrînewe
nazanim, eme metełe û esrar
***
ey řoḧ! naxoşî û xoşî zemane
legeł yek wek yek çêştiman azane
cya bûnewey tom zor la girane
le dway xot ah û firmêsk û ḧesret
becê hêştinî lay to herzane
***
ey řoḧ ke wîstit cya bibîtewe
înzarim meke le pêş řoyînta
le lay xot tuxwa bo cyabûnewet
řojê dabnê bînasîtewe
***
tuxwa şew nebê, tarîk û lêłe
be řojî řûnak becêm mehêłe