le ’erebîyewe le «îlya ebû mazî»yewe wergîrawe

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  895 views
le kwêwe bo çi amancêke nazanim, ke çî hatim
ke çawim kirdewe řêm girteber, çeşnî xeyałatim
ebînim řê û eřom bo xom eger diłxoş, eger matim
le kwêwe hatim û em řêgeye bo kwêye, tênagem
çi řêyeke, dirêj û dûre, ya nêzîk û asane
řuwew hewraze řê, yaxo nişêwe, ya byabane
minim řêbwarî řê? ya řêge eřwa gurc û azane
weyaxud herdû westawîn, cîhan eřwat û tênagem
serim suřmawe, tazem ya «qidîm al’ihdArabic»e bunyadim
esîrî bend û zincîrim weya serbest û azadim
beser em nefsema min amirim, ya ’ebid û munqadim
bedił awatexwazim têbgem, bê sûde, tênagem
řefîqan xozge emzanî le paş řoyştin û win bûn
bexom axo ezanim wam le jêr miştê giła medfûn
weya carêkî tir emdatewe řoḧ êzedî bêçûn
weyaxud emrî xwa waye nezanim, boye tênagem
be min nałên wicûdî min çi bû pêş şikłî însanî
le binyata wicûdim her buwe, ya bê leş û fanî
meteł zanê ezanê? ya emênê her be penhanî
leme tênagem û nazanim, aya boçî tênagem