meqber

şî’rî ’ebdulḧeq ḧamîd
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 11 minutes  1051 views
hawar min çî bikem, ne cê ma, ne yar
her dił mayewe, piř derd û azar
êsta lêre bû, le destim berbû
le ezelewe, hat bo ebed çû
řoyştim ewm, cê hêşt le xaka
le gořî tarîk, teng û ẍemnaka
lew enîsey dił, asarî nema
le «beyrûtLocation» ẍeyrî, mezarî nema
kwêy bo bigeřêm, ew diłřubaye
le kê bipirsim, ew bê newaye
axo řoḧî wa, be kam herdewe
wa minî xiste, êş û derdewe
ełên waz bêne, lew aşnaye
řoyşit û cêgay darî beqaye
eme řastîyeke, le xeyał cyaye
çaw çon bibînê, em maceraye
lepiř wa gořa, wezi’ û eḧwałim
teḧemmul naka, fikir û xeyałim
şitêk ebînim, le mezar eçê
ke wird eřwanim, her le yar eçê
şewanim eřwa, be azar û ẍem
řojan zyad eka, sermayey matem
le zurbey xefet, zorî melalim
wa dyare zû bê, řojî zewalim
***
fatmePerson! le mezar, serê derbêne
řengî caranit, tozê binwêne
lêm meşarewe, gewherî řazit
řoḧ çaweřwane, bo ẍemze û nazit
wek ẍunçey behar, were pêkenîn
tîmar ke êş û azarî birîn
pêkenîn têkeł, nîw nîgay çaw ke
axrî jyanim, bewe tewaw ke
yaran! em cêye, naşê meqber bê
naşê em çałe, yaney dulber bê
ya bo tecrebe, ya bo ḧîleye
nexêr bo mergî min wesîleye
biřwanin ke çon, be bayekî serd
ew řûmetey bû, be karebay zerd
le bextî řeşim, hezar le’net bê
pîşem ta meḧşer, ah û ḧesret bê
***
xuda mu’cîzet, bo min ’eyan ke
be gewreyî xot, min îmtîḧan ke
bibînim hełbê, ew mange le xak
le xak ser derka, şu’ley nûrî pak
mebes le jyan, çîye beyan ke
dwa řojî însan bo min ’eyan ke
ya fikirim bo lay řoḧî binêre
ya řoḧî minîş, be xak bispêre
xem diłî girtim, le des çû çare
le weten dûr û zar û aware
lem ẍurbeteda, be’alamewe
be amalî ew, herwa mamewe
le ufqim ew meh, řuxsare řoyî
řuwew tarîkî û, aware řoyî
řûym dî bełam, wek zułmet pare
metłe’î fecrî, bû be sitare
řûym dî lenaw, mewcey turaba
geřam zor geřam, lenaw kîtaba
wekû xew hate, berçawim le dûr
natwanim biłêm, gořî piř le nûr
em sifre çîye, le ḧîsabaye
erqam boy lenaw, înqîlabaye
hîçe û xawenî, wicûde ya xo
qebrêke lenaw «eztirabArabic»aye
***
her bîdyaye, sipî ya syah
cwan û naşîrîn, lêy ekird îkirah
meylî seyran û seḧray nema bû
arezûy deşt û çyay nema bû
řêbwarî řêgay, şarî ’edem bû
xulyay nemanî, la xatir cem bû
hîlak bû lenaw, pencey weremda
le lay min daym, xendey le demda
satêkî dûrîm, le suḧbetî ew
zuxawî dił bû, le ḧesretî ew
fîraqî ewm, nebû te’emmul
keçî ta ebed, kirdim teḧemmul
mayewe gyanim, be ’îlletewe
zebûn û zamar, be ḧesretewe
eyzanî çone, ’ezabî qebirim
bîdyaye ḧałim, le cennetewe
yarê bû bebê, dujmin û řeqîb
bo azarî dił, derman û tebîb
herçend nemawe, ’îlacim lay ew
bełam ta emirim, îḧtyacim bew
boç wa enêjrê, lêre ẍerîban?
ẍerîban ebê, wa bê nesîbyan?
kaşkî pêş ew bûmaye be xak
nemdyaye binwê, le xaka ẍemnak
ta ehat řengî, zerd wek kareba
edrewşayewe, wek řoj le sema
be daym jyanî piř le xeter bû
şew û řoj, diłî piř le keder bû
azarî diłey, zar û zamarî
lê eşardimewe, be xendey zarî
le řûy ’alema, daym şadan bû
wekî tir çawî, keylî giryan bû
nek bo min bibê, bederdî karî
sikałam nebîst, le dest azarî
bem ḧałey diłim, mat û meḧzûn bû
bem wez’ey řoḧim, zar û meftûn bû
meqber dwa řojî, hemû însane
emeş esrarî, zatî yezdane
byewê meylî, xew ka nûrî pak
eyba eyxate, dûtwêy nextê xak
eme řastîyekî, xoş û ḧezîne
şitêkî řastî piř le yeqîne
bedbext û mes’ûd, ke danrawe
eweye be to, řewa bînrawe
ew nexte xołey, ser ew mezare
legeł bêdengî, şewgar ke yare
bêtu têpeř bim, be laya carê
firmêskî xwênim, leçaw ebarê
bo tesellay dił, le derd û hîcran
çareye nîye be ẍeyrî giryan
ke lew ser qebrey, egeřêmewe
lam waye legeł, ewa dêmewe
her geyme małê, kitêb da’enêm
heywan û jûrî, le dwa egeřêm
le taw mergî ew, bîr û xeyałim
egrî û namênê, ’eqił û kemałim
cîhanim leber, çaw wêran ebê
gořistan le lam, awedan ebê
xuda bimkujî, le dway ew yare
zîndegîm lela, wek jehrî mare
dat beser şanma, kewłî musîbet
lêt kirdime dujmin, xoşî û meseřřet
to mexluqî xot, dyare xoş nawê
egîna dunya, çîye bo tawê
wêł û sergerdan, beşaranewe
zar û natewan, be herdanewe
wek mecnûnPerson çoł û çyam girteber
bełam naybînim, ta řojî meḧşer
dyare emane, bê îḧtîmale
diłey piř zuxaw, dûr le mecale
musteqbel herçend, mechûle emma
wîcdan bo beqa, her îma eka
nemawe herçend, wek caran ḧałî
bełam ezanim, nîye zewalî
dunya ta axir, bo kes nemawe
hêşta şitî waş, qet řûy nedawe
biřwane gerdûn, řoḧî řewanim
nayełê bijîm, derdî giranim
mepirsin çîye, em derd û ahe
bipirsin kêye, ew bêgunahe
hetîwîy nisîb, kirdibû yezdan
meḧrûm le bawik û daykî bê tawan
’umrî le dewrî, bîst û şeşa bû
minałî mergî, le baweşa bû
řoyî û hetîwî, cê hêşt be serma
bergî matemî, zû kird be berma
egeřêm le dûy, bê tîn, bê hîwa
wek sêberî dway, řoj ke bê awa
mechûl emênê, netîceyî kar
ya xewe ya xud, xeyałî bêdar
le tarîkîda, bê yar û hemdem
yarîş be eẍyar, emdate qełem
bo bem barewe, xom giran ser kem?
bem ḧeqîqete, boçî baweř kem?
ke min bizanim, eme meḧałe
boçî min bigrîm, le des em ḧałe?
bederd û xefet, heta qyamet
nemirim be’azar, ekem qena’et
bêtu ta meḧşer, şîwen bê karim
naye bedłima, êş û azarim
pirsîm le siřřî, «lahût» û «nasût»
cwabêkim nebîst, be ẍeyrî sikût
ebê siřřê bê, le cumley esrar
me’na namênê ger bikirê tekirar
yařeb çîye em, text û tabûte
wa ’eqił tyaya, mat û mebhûte
lay kê řewaye leşî wa nazdar
«jinê» kifnî ka û bînête mezar
mirdin çîye? kê bom te’bîrî ka
meger her mergî, yar tefsîrî ka
êsk û piruskî, leşî têk hařî
zehrî dûpşike û derd eka karî
eme le řoḧim, çon te’sîr naka?
eme î’tîqad, çon teẍîyr naka?
eger lemane, sersuř nemaye
însan ebwaye, çî bikirdaye?
«fatme» bo le min, mał’awayî kird
minî wa tûşî, bê newayî kird
be mirdin, be jîn, yan begyan kêşan
řazî bûm newek, be derdî hîcran
to gułî min bûy, bebê diřk û xar
jînêkî xoşim, hebû bê azar
lam wabû dunya, her diřk û xare
tenya her bo min wek çemenzare
yařebî emirit, lay min şîrîne
netbîst ew hemû, ah û enîne?
çi bû ew sardî, pê û leş û destî?
çi bû řûxandî, telarî hestî
ey mirdin to bo, em dawet dana
wazit bênaye, çît lê eqewma?
ey merg em xestey, bebê şîfaye
emird ger to, wazit bênaye
ew estêreyet, be řengê kişan
nabînrêtewe, ta axir zeman
lenaw estêran, kiz û kujawe
nadrewşêtewe, nûrî nemawe
eger asman bê û bîyřûxênim
nayete xwarê, nextê bîbînim
beçaw bîbînim, ezanim xewe
des le milî kem, xeyałî ewe
řojî teb’î min, bo awa nebê?
bo nûr le małim, tewella nebê?
le hîcranaye, çare û necatim
yařebî hemûy, xem bê ḧeyatim
binçîney xoşîm, kewa wêran bê
hîç nebê xemîş, ba bê payan bê
le xem xwardina, bidey sebatim
pîşem nałîn bê, tařoy mematim
birînî cergim, her bikulêtewe
hemû řoj zamî, taze bêtewe
nałem bê bedes, êş û nêşewe
nesrewm satê, bedem êşewe
legełma jyanî, weha birde ser
derd û azarî, dunyay girte ber
cennetî edî, be herdû çawan
çunke hîç neybû, gunah û tawan
le «pîrî» zadey, gewre małe bû
xanedanêkî, pênc sed sałe bû
paşmawey hezar, fesłî xezan bû
le sirwey behar, dyarîyekî cwan bû
nimûneyekî, berzî û esałet
muşfîq bû heta, ewlay nîhayet
awêney řazî, nîhan bû çawî
çaweřêy řêgey, cînan bû çawî
her le lay ew bû, şêwe nezaket
heykelê bû bo, zeka û dîrayet
nimûney cwanî û exlaqî berz bû
le qyafeta, nazkitir terz bû
şî’rêkî mubhem, bełam mu’esir
bitzanîyaye, ebûyte şa’ir
«seḧraNamed-Entity» û «eşberNamed-Entity» û, «bezerNamed-Entity»hî ewe
min wesîle bûm, eser hî ewe
serit suř ema, ke ebû zahir
tyaya mewcûde, be hezaran siř
řûy le meqbera, dyare û zahir
sed «subḧanełła», bo «ḧî qadirArabic»
min řengî zerdîm, edî be dû çaw
ew bû řengî da, be şi’rî şêwaw
em xeyałate, hergîz nanûsrê
be nûkî qełem çya nasmirê
dyar nebû germî û sardî le leşya
penhan bû ’îllet, le řûyî geşya
her kes bîdyaye, ḧałetî derdî
diłî esûta, be řengî zerdî
derçûnî nebû, le zawîyey min
zû tê egeyî, le naḧîyey min
zû neydenûsî, eme ẍerîbe
etût îlhamî, fîkirî edîbe
giftugoy xoş û dengî diłfirîb
diłî ekirdim, le xem bê nisîb
bo fikir û mêşkim, bû bû be yawer
bo bîrî win bûm, bûbû be řehber
ehat eynûsî, ḧîsabî şî’irim
emzanî bote, kîtabî şî’irim
çîbkem le şî’ir û lefzî me’nîdar
xwaye emewê, bîbem bo mezar
řoyî leber çaw, řoyî legeł ah
řoyî bê meram, řoyî bê gunah
«ferd» le dunyada, yekêke emma
hîç ferdê wekû em nebû ḧaşa
taqe mangê bû, mał’awayî kird
zor zû le laman, koçî dwayî kird
le tarîkîyda, bibînim cêgay
řûnakîy diłim, zû eçû bo lay
gopkey çinarê eger bwerê
gopkeyekî tir, cêgayî egrê
em cê nişîne bê şik nazdare
řengî egořê, bełam her yare
ẍirub nisîbî, mîhrî enwere
tekirar tiłû’î, ew muqeřeře
bełam ew ẍunçey, nakirêtewe
em estêreye, her ekujêtewe
le sed řêwe min bo to egeřam
lenaw řêgada, ma ’eqłî kotam
birûskeyeke, seday dernaçê
nûrêke eřwa û zyay dernaçê
ebyem ya ełła û ełêm ya ełłah
feryad û ḧîret, buwe be hemřah