pêncixiştekî leser hełbestêkî «şêx řezay tałebanî»

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  867 views
mandûm le sefer dîwme gelê řenc û hîlakî
bo çîme temaşay semawat û semakî
ḧaşa le guł û gułşen û cêgey xoş û pakî
merbûte ḧeyatim be suleymanîLocation û xakî
xozgem be segî qapîyekey eḧmedî kakî
ew deste guł û gułşene guł řoşnî sadat
ew duřřî giran qîmetî deryay keramat
ew saḧêbî zuhd û were’ û teqwe û ta’at
ew zubdey sadate ke sukkanî semawat
şeřyane leser secde eber merqedî pakî
ew ḧucreye zuwarî ke dewware le herla
xakî derekey ḧesretî guł geştî musella
bîrûn û derûnî be fwîwzatî mucella
ew merqede wałaye ke wek ’erşî mu’ella
meḧfûfe be zuwarî melek dewrî şubakî
awarey mułkî ẍem û seḧray cinûnim
te’sîrî fîraqî ewe min ẍerqe be xûnim
men’im meke er xeste dił û xwar û zebûnim
bo dest û ’esa nazkekey daxe derûnim
qurbanî ’esay destî bim û sol û sîwakî
nûrî beserî fatîme û ḧeyderî keřřař
serçawey ’îlim û huner û me’denî enwar
xoy beḧrî wefa neclî hemû gewherî şehwar
derḧeq be ḧefîdanî edeb lazme zînhar!
qurbanî ḧefîdanî bim û babîy û dakî
dinyaye nebînrawe wefay tawekû ser bê
’eyşêkî nîye axrî bê xewf û xeter bê
em ’aleme bo tîrî beła ba be super bê
dinya le dway ḧezretî şêx zêř û zeber bê
wek tacî key û camî cem û textî zuḧakPersony
dû sed wekû «zêwerPen name» buwete şahîdî lîlla
mîsilit nîye lem qeřne ke to ḧazrî bîlla
xase ke dekey medḧetî alî nebî yułła
bem ḧałe perêşanewe baz eşhed û bîlla
şî’irit tereb engêze «řezaPerson» şa’îrî çakî