pêncixiştekî leser hełbestî tahîr beg

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  728 views
to ke paşay û emîrî def’î ḧacatim ekey
xo eger ḧukmê bikey dûçarî afatim ekey
fîkirî xom teqrîr ekem ger nefîy tewqatim ekey
sed ke paşay ḧez bikey her new’ mucazatim ekey
min qisey ḧeq her ekem sa çon mukafatim ekey
min leber nazk diłî car car peřey guł seb ekem
řû le cewlan gah bikem ordûyî dara teb ekem
wek ’elîPerson şêrî xwa, de’wayî sed merḧeb ekem
min be textî xusrew û camî cîhan bîn gep ekem
to be me’mûrî î’aney dom û xeřřatim ekey
min kuřî baramî şêrzad nîm biçim bo xercî dom
min «esîl abin al’esîlArabic» m nuxbeyî êranLocation û řomLocation
kes nîye paşa mutî’î bim be tenha ’ebdî tom
min be sed mînnet le nuqłî lêwî yarî xom exom
to be şagirdî dukanî merdî qennadim ekey
min teleb nakem beẍeyrez ’îşwe û nazî ḧebîb
boçî ẍembarim ekey naḧeq bedîdarî řeqîb
’alem eyzanê ke teb’im ’alîye û fîkirim necîb
min řeza nabim be nanî gendumî adem firîb
to be ummêdî kulêrey co û zûřatim ekey
min beẍeyrez zulfî mehřûyan serî sewdam nîye
piř le leşkir bê cîhan qet xewfî řûy e’dam nîye
şeşderî ’alem bigîrê zen mebe řêgam nîye
min le şahî saḧêbî fîl û ’elem perwam nîye
to le jêrdestîy pyadey espita matim ekey
min xeyałî exiz û zebtî mułkî êranîm heye
întîxabî dûdmanî alî ’usmanîm heye
î’tîqadî şay buxara û mîrî geylanîm heye
«fî alimsilArabic» min muslîmim de’way musułmanîm heye
to ḧewałey mes’eley încîl û tewratim ekey
fikirî «zêwerPen name» piř fişane lêrewe ta lamekan
meḧu eka xamey desî ew neqşî manî bê guman
bîxeye naw sed hezar têẍ cewherî dyare deban
nezim û nesrî tahîrPerson emřo buwete ewradî zuban
taze dêy fêrî qesîde û nezim û ebyatim ekey