pêncixiştekî leser hełbestêkî «nisîb»

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  633 views
fîraqî dîdeyî meh řût wekû sayey zemîn peste
weha peste ebed bê deste sed ’îsa biłê heste
’îlacim ke birîndarim nîsarit dił eger beste
fîdat bê řoḧî şîrînim nezer sûyî diłî xeste
be lutifit çak ebê qurbanî to bê em diłî xeste
le ’alem ẍafiłim gîrawî çawî bûm û mujganî
birîndare serapa dił bezerbî nûkî peykanî
nîye bakim le qewlî mudde’î û taney řeqîbanî
emin mestî şerabî lêwî bûm û çawî fettanî
keçî wam pê ełê bê feř, şerab xorîş û sermeste
eger to îltîfatit bê legeł em ’aşiqe kem kem
hemû etwêtewe yek yek le kûrey sînema ẍem ẍem
wekû muştaqî zamim îḧtyacîşim be merhem hem
bike řeḧmê be ḧałî em gedaye çunke kem deste
. . . . . . . . . .Missing
hemû ’alem ezanê esłî min sadatî «nodêLocation» ye
be mujgan kuştimî û pêm ełê: axo eme kêye
bewełła qatîlî min dal û lam û bê legeł řêye
le řojî ḧeşreda ger lêm bipirsin qatîlit kêye?
ełêm kes qatîlî dił nebuwe îlla yarî çaw meste
çîye zêwerPen name! be da’îm mubtelay zułf û řox û çawî
le erbab û řefîqanit ke dûrkewtî û becê mawî
ewe řêga nîye dawe etoş bew dawe besrawî
be da’îm muxlîsî zêwerPen name be ey kake heta mawî
le kak eḧmed temennay bo bike emřo desa heste