xwa

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  592 views
were binwaře ew direxte kewa
liqî sewzî sema eka le hewa
her le yek dane çon weha zil bû
çon buwe em direxte? çon bû řwa?
lêy bipirse biłê meger kêye?
berî lê derdexa bebê perwa
were binwaře curmî řoj wek go
xiře řengîşî wêney pişko
germî û şewqî nûr û řûnakî
bo hemû ka’înate nek bo min û to
ger epirsî ke kê dirustî kird
pêt biłêm wek kesêkî zor ḧeq go
ewe her zatî pakî «alilhArabic» ye
seyrî şew ke ke mangî tya dyare
herweku lokis piř enware
cwan buwe bemang û estêre
zorî westawe hêndê seyare
tê bifkire le hewrî řûy sema
kêye baranî lê eka peyda
erdî yek pare pê deka be beheşt
. . . . . . . . . .Missing
be guł řeng û sewzegya
***
seyrî însan ke lêy bipirse meger
kêye bexşîwye çaw û hêzî nezer
kêye însanî wa cwan řêk xist
be twanay ’ilîm û fîkir û huner
***
ewe her zatî pakî «ełłaye»
xwaye, îḧsanî awî deryaye
xawenî ḧîkmetî mihyaye
le hemû karda be twanaye