tawus

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  562 views
le xoy bayî bû tawwisî řengîn
îftîxarî kird be cwanî û tezîyn
temaşakerî hemû şêt ebê
le cwanî ser û bałêkî nexşîn
lepiř çoleke lêy hate ser pê
lay danîştuwan zemî kird beqîn
***
witî ey tawus to qaçit řûte
bê peř û tûke çon ekirêy teḧsîn
lewlawe, melêk zû řastewe bû
be herdûkî wit qisey naşîrîn
her kes ’eybî xoy boçî nabînê
herdûktan boçî le xotan řazîn