hemû şitê qise eka

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  586 views
lew şitaney ke dête berçawman
wekû ême qise eken be ’eyan
qiseyan kurte nek dirêj betûl
têy egen ehlî danş û ’îrfan
qeleřeş bang eka dełê «ẍaq ẍaq»
ye’nî heste le xew ke bû be beyan
weku min her kesê ke zû hestê
le feqîrî be dûr ebî le cîhan
***
çolekeş her legeł zihûrî seḧer
dête ser neẍmey cirîwe cirîw
aşkira bang eka ełê pêman
ḧez eken bibne xawenî zeř û zîw
se’î û koşiş biken le dinyada
dête berdestî êwe řizqî nedîw
qîře qîřey dengî boqî naw zelkaw
bangiman lê eka be hêzî tewaw
řastî başe fexir eda bejyan
her dirozin ebê dûçarî ziban