geştêk le beheşta
From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
5 minutes
1055 views
le gelawêjî jimare 9-10 sałî «9» eylûl-tişrînî yekemî 1948-6 danerî nûserî gewrey turk «celal nûrî begPerson» wergîrawe.
le sedey nozde le dayk bûm
ta sedey bîstem jyawim derçûm
namyane naw goř katê ke mirdim
zor be asanî teslîmyan kirdim
minîş çaweřwan zincîrî mil bûm
çaweřêy dûpişk, marî zil zil bûm
heta çwar se’at hîçim lê nehat
bo xom řakşam zor be kiş û mat
gwêm girt wirewr hate serînim
letirsa lerza diłey bêtînim
çawim hełêna ewa dû me’mûr
bo min egeřên xeylê be zerûr
hate jûr serim ke zanyan pêm
çak eyanzanî kêm û kuřî kêm
wityan: hetakû le řûy zemîn bûy
řastiman pê biłê leser kam dîn bûy
ême me’mûrîn lelay xwawe
cwabman nedeyto naçîne dwawe
be lîs etkujîn şelemat ekeyn
lenaw dozexa giriftarit ekeyn
eger weramman bideyto be dił
etbeyn bo beheşt bo naw baxçey guł
witim firîşte qezat le gyanim
bê qedrî nebê nawtan nazanim
witî min nawim kak ernemûke
hawełekeyşim şêx mernamûke
xwa nardûynî pirsyarit lê keyn
weram nedeyto bo dozext ebeyn
witim bo xwa agadar nîye
îşim çilone û kirdewem çîye?
to ’erzî nekeyt nazanê min çîm?
axo beheştîm ya cehenemîm??
baweř bifermû kake ernemûk
tebi’ û esabi’ ya ḧusnî siluk
ya řesim û hewye ya defter xidme
bebê zyad û kem giştîm la ceme
mutexellîf nîm le nwêj û řojû
wazim lê bêne derço zû be zû
kake ernemûk ke lêm hate pêş
serêkî sûřda be çeşnî derwêş
witî min çîme le nwêj û řojût?
leser serfître ebem abřût
fêł û ferecit binê bewlawe
parey małaney melat nedawe
êste meḧkeme wa ḧukimit eda
teslîm be sicnî dozext eka
swêndim bo xwardin be şêxî piřnûr
ye’nî sey sadiq şêxî şarezûr
lew řojewe xwa minî kirduwe
małaney melam qet nexwarduwe
şahdî řastîm muxtarî dêye
bo hemû îşê ew agay lêye
wityan kewaye ba te’cîl bikirê
heta cenabî mam kwêxa emrê
eger diroy kird çak eybuẍzênîn
be lîsî barxoş řoḧî derdênîn
te’cîlyan kirdim řoyştin lelam
becêyan hêştim axir serencam
be çing û naxun besed derdîser
gořim hełdirî û le goř hatme der
řwanîm xelayq řîz řîz û qetar
řêk řawestawin hezaran hezar
pirsîm le pyawê řêy beheşt kame??
nîşanim bide zorim merame
pirdî sîřatîş hêşta nemdîwe
řastim pê bêje leser kam şîwe??
pêy witim lêre be sê çwar fersex
biřoy egeyte qeraẍî dozex
beser dozexa pirdê کێشرûاە
ełêy gwêzanî taze sawrawe
le mû barîktir le ełmas tîjtir
jêrî pirdeke her giře û agiriřoym
ke řwanîm pird řakşawe
dû şurtey dozex lewê westawe
wityan ha kabra xeyałit çîye
bigeřê dwawe hîç řêge nîye
witim baş çaweş eçim bo beheşt
bo dîden xizim û bo seyran û geşt
witî cewazî ’ibûrit pêye?
bêne bizanim ke îmzay kêye?
witim kakegyan cewazim nîye
kes pêy nedawim desełat çîye
witî quřbeser lelay mernemûk
bo werit negirt be asan û sûk?
herkes cewazî ewî pê nebê
xatircem nabê bo hîç kwê biçê
nîwey kifnekem da beşurtekan
řêm bo çoł kira be sûk û asan
têpeřîm derçûm řoyştime ewber
řwanîm beheşte û baxate yekser
le dergay beheşt ḧeres westabû
herwek ḧeresî qapî dinya bû
witî oẍir bê, witim eçme jûr
witî kwa pête cewazî ’ibûr?
witim mał mudîr beheşt birame
me’awin beledîş pişt û pename
řêgem biderê ba biçme layan
biḧewêmewe le sa û penayan
herçî pařamo gwêy neda be fîl
baqî kifnekem daye be bertîl
be lingî řûtî ke çûme jûro
řayan kird bo lam hemû le dûro
řwanîm îtrîbat ’emame beser
baxeł fişufoł gişt cibe leber
wityan em kabra şête buwe be pen
bîben teslîmî naw şêtxaney ken
be hercorê bû wazyan lê hênam
kewtime fikirî xom axir serencam
řwanîm birsîme û nanîşim nîye
kesîş nanasim ca çarem çîye?
çûm bo lay çêştiker řaşîn werbigrim
newa lebirsa be bêkes bimirim
witî to nawit hîç nenûsrawe
beşe xwardinit bo danenrawe
le xwaweřasan kewtewe bîrim
nwêj û řojuwekey nenkekey pîrim
zanîm le beheşt ke îş bedeste
ya payey berze ya tozê peste
lecêy ew hemû nwêj û řojuwe
êsta nawbangî tewaw derçuwe
geřam dozîmo ḧałim têgeyan
bû be xemxorim zor şîrîn û cwan
kartêkî damê bo lay nifûs nûs
le batî çêşt û nûsînî nifûs
ke zanî řengizerd, tewawî birsîm
defterî hêna û nawekey nûsîm
tezkerey damê û geřame dwawe
derwazey şadîm baş lê kirawe
emca be bêtirs çûme çêştixane
teştêkim wergirt lew çêşte cwane
hode û ḧesîr û piř şerbeyek aw
çen momî tazey hîç danegîrsaw
teslîmyan kirdim bê kesir û nuqsan
bûm be beheştî wek baqî yaran