qani’ û manga lat
From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
3 minutes
1011 views
manga latî pîr, ser û gwê wek dêw!
dayme le birsa damaw û peşêw!
be zik gamêşî, be ser kîsełî
be mil ḧuştirî, be tûk çeqełî
be qaç wek tancî, be kilk wekû mar
perasût wek çêx, le ser ta be xwar
çirçî lamilit demey asniger
dû gwêt wek pełas diřabêt yekser
kiłok wek kuło, ser pişt wek mişar
řan barîk û çewt, le ser ta be xwar
birjang kołewej, çaw kunî tenûr
dêzêkî nanbiř ne zerd û ne sûr
liç wek kałe kon, dyan dařzyû
le tawî pîrî, dû şax hełwerîw
eme bîs sałe le dirgay minî
cêy xemî dos û şadîy dujminî
ne şîrim xwardî, ne řonit ne dot
axir çî biłêm? hey xot wekû xot!
nemdî kełega kewête şwênit
le taw piłoxî û çepełîy bênit
giş řojê nanê edem be şwan
to bexêw bika, hey tewqî şeytan!
êwaran wextê gagel dêtewe
herkes mangay xoy edozêtewe
min ebê xom û xencer û wirya
bisûřêynewe tewawî dinya
natdozînewe, eçîte zyan
pêman ebjêrin be sehil û asan
hênde swałî kam kirduwe bo to
le nawdê bûgim we peřoy boso
ne gay, cût bikey; ne kerî barî
ne tancîy řawî çepkey nizarî
ne meřî xurît, ne biznî mûdar
ne espî swarît, ne yabûy qetar
wextê haşawił ebey bo ser ka
řa’ekem, ełêm: her êste emxiwa
řêwît le gagel, wek şêrî małî
qatłî řoḧî mał û minałî
şeřit bo heye ke xêrit nîye?!
to xwa pêm biłê em bezme çîye?
eçeqîte quř, ne gurg xwardîtî
ne mar pêwey day, ne diz birdîtî
ne kes etgirê be fils û qeran
ne goştit exurê bitkem be êḧsan
wełamî manga lat
qani’î bedbext! bê qedir û ḧurmet!
bê nan û bê aw, bê naz û nî’met
le min xirabtir lat û bê xwardin
le jyan bêzar, çaweřêy mirdin
a em ’eybane to kirdit beyan
xełk bexotî ełên, bêkesir û nuqsan
destî çewrî xot be serma mesře
eger to pyawît mangayek bikře
min her ew řoje kiram řenceřo
lem dinya gewre bûm be hawmil to
to çende yasî le şikił û řengim
min ke mangay tom zortir diłtengim
min boye weha tewaw fewtawim
le naw gagelda ser danewawim
ewende sûkî le naw ’alema
le berçaw hemû zadey adema
řûm nîye biłêm min mangay ewm
ne řoje řojim, ne şewe şewm
gileyî ekey, ełêy dot nîye
řastim pê bêje, to dot bo çîye?
do boye çake be nano bîxoy
xo to le birsa tewaw řenceřoy
do bo ser çêşt û goşt û piławe
bo sikî birsî, wekû zehrawe
ger dot bidemê eda le diłit
mał egořîto xanûy jêr giłit
eger to twanît nanê peyda key
min dot edemê ta biłêy oxey
meger nazanî ke to şa’îrî
bo axrî ebê le birsa bimrî
seyrî mêjû ke: se’dî û enwerî
nîzamî û ḧafiz, ’îşqî û cewherî
hemû şa’îran hawferdanî to
le birsa mirdin bê nan û bê do
çunke camî’e hêştakû nustûn
çaw berzo naken, her wekû mirdûn
wextê to nanit ebê lem dewre
ke dinya řêk bê, biçûk û gewre
gel be tewawî ziring û hoşyar bê
le sed newedî çak xwêndewar bê
ewsa ezanin ke şa’îr çîye
eger na, êste qîmetit nîye