pêncixiştekî bo pêkenîn
From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
2 minutes
1011 views
bira daxî diłim hênde betawe
ke esłen şerim û ’eybim la nemawe
de gwê şil ke le bo em xûgeřawe
kirasêkim heye giştî diřawe
le dawên ta yexey pîne kirawe
hezar xozgem be ew dewranî pêşû
ke xamî tazebû hîç nemdurîbû
bełam bîrim nîye yek gez bû ya dû
eme no sał û no mange be mêjû
ke em parçe le berma hełdûrawe
be xwên sûr bû eger na esłî şîne
temaşa ken ke çiłkî çîn be çîne
le to pirsyar ekem em jîne, jîne??
wekû dêwcame guł guł bû be pîne
ecûłamo be zibrî nerme sawe
wekû çermî debaxane be bone
řeş û loç loç be wêney hîze řone
dironakem be konî hênde kone
le bîrim naye esłî çî bû? çone?
le xame ya bilûrî ya le cawe!
yekê tir way nedîwe çerxî gerdûn
be baranî beharan xeylê memnûn
wekû çarogekanî purke xatûn
be xew neydî sipun û sunke sabûn
hemîşe çaweřwanî teşt û awe
be şanim ta biłêy barê girane
peřoy ardemałkî lay aşewane
le dest ałoşekey małim wêrane
be řoj espabî fîzî çayxane
be şew lîfey minałî řakşawe
lekatî dexleda hoř û xerarim
leber bonî le meclîs şermezarim
le řojî tof û barana dewarim
be zistana le cêy zuxał û darim
be hawînane çetrî xoretawe
wekû tewqî ẍezeb ẍezeb nawî lîbase
wekû gewher le nawa kes nenase
leber em derdeye ḧałim kesase
ezanim takû emirim her kirase
ełêy bo kifnekem zemzem kirawe
eger xakim bibê û baxê binêjim
weya xanûm bibê û xiştê bipêjim
leber bê îşye wa gêj û wêjim
eger îşim bibê û ’areq biřêjim
çi îḧtyacim be berg û be nan û awe?
were binwaře ey hawderdî hoşyar
necatim den ledest bêgarî zordar
heta bo xom bikewme kasbî û kar
egerna řencî řojêkî kirêkar
beramber çen kirasê danrawe
hetakey wa zelîl û quřbeser bim?
hetakey bê mekan û derbeder bim?
hetakey gîrî dawî piř zerer bim?
umêdim waye îtir karîger bim
necatî xom bidem lem bend û bawe