semay agir û sirûdî gułekan

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 5 minutes  847 views

êware, cwanekan zorin, êware sewzekan zorin.

êware pîrozekanîş zorin.

bełam cwantirînyan û sewztirînyan û pîroztirînyan,

taqane êwarekey newroze.

ew êwareyey le kiłpey zêřîn, tacêkî şikodar ekate serî û

le piřîşkekanî biłêseyş milwankeyekî narincî

be wirşedar ekate gerdinî û

lelutkey mêjuwîşmanewe pîroztirîn gułî řûnakîman

legeł xoyda bo ehênê.

bo ewey newroz bijî

çendîn beharman bo kird bequrbanî.

le lirfelirfî agirekey newrozda, zîndûbûnewey şehîdanman

be çawî xoman bînyewe û le keskîy ewîşda

jyanewey cestey em xake û

berdewambûnî jyan û zawzêy siruşt û kirdigar.

em cejneman, cejnî çirabuwe,

le dîroke çawçaw nebînekanî em wiłateda.

em cejne cejnî aw buwe le tînwêtî hîwada û

cejnî ewînîş buwe řapeřîn le berdem tîẍekanî ser gerdinî

em kurdeda.

newroz dirextî pirşing û dirextî agirî ême buwe.

řegî em bequłayî xwênmanda řoçuwe.

geła û liq û popî em le bejnî goranyekanman aławe û

le newrozda yekem pênasey neteweyî xoman dozyewe.

dastanî newroz bo mindałekantan bigêřnewe!

bo ewey le baxçekanî em agireda le gułî kurdayetî biçnin û

yek le dway yek bîden le berokî xoyan

bo ewey bonî azayetî biken û bo’ewey çawyan

lehawarî erxewanîy «kawePerson»da bipşikiwê û

gwêşyan be kontirîn sirûdî em dar û berde bikirêtewe û

bo ewey bibne ’aşiqî em hemû azare zerd û sûrane û

bibne diłdarî em hemû řewezî zirîkane û

bibne pepûley witey cwan.

le newrozda guł û xoşewîstî û agir

sêgoşey bîrewerîmane

guł bo zarokekan û

xoşewîstî bo kurdistan û

agirîş bo diřdan be tirs û bîm û

bo mizgênî ser tiropkî belirfey azadîman.

le newrozda sirûdêk ebê be hełoy le befir sipîtir û

bał egrê û eçête naw gyanî milyonanewe.

sirûdêk ebê be tewarî le yaqût sûrtir û

eçête naw hizrî milyonanewe.

em sirûde bałgirtuwe tixûbekan esřêtewe û

ebê be gerûy hemûman.

ew sirûdey leyek katda goyjeLocation ebate lay dyarbekirLocation û

hewlêrLocation ebate naw wanLocationewe û zirêbarLocationyiş ebate lay

çawekanî xaneqînLocation.

lem řojeda.. le bincewe jyan nwê ekeynewe

eykeyn be qesîdeyekî ał û wałay bizoz û

eybeyne berdemî bała awênekey řoḧî nîştiman.

lem yadeda.. siław ekeyn be çepik, siław ekeyn

be tîrêj û, siław ekeyn

be qełbeze û tavge û be gułehêro û

eyannêrîn bo ew pêşenganey ke le seretay řêgay wişeda û

le seretay hełkirdinî azarî dagîrsawmanda

xoyan kird be sekoy em cejne.

xoyan kird be espî yał giřdarî em peyame û

xoyan kird be řêçkey yek le dway yekî wişey hełgîrsaw.

siławî nemrî.. siławî «ba» û siławî aw

siławî gya.. le pîrî qelender û

le gyanî samał asay «pîremêrdPerson»

siławî seywan û karêzekey westa şerîf

lew pyawey bo yekem car pelî newrozî girt û

le mał hênaye derewe û birdye ser girdekey yare.

lew pyawey cwantirîn sirûdî be bałay em cejneman biřî û

le şebeqî zamekanmanewe pirşingî yadkirdinewey xwast û

bîrewerîmanî bem řoje paraw kird. siławî nemrî lew deste

pîrozaney agirî em cejney bo kirdîn be derga û pencerey

bîr û hoşman û řûnakî kirdînewe.

ême em agireman le řoḧda kirdotewe.. boye nakujêtewe.

ême em cejneman têkełî xwênman kirduwe.. boye bîr naçêtewe.

ême newrozman le gilêney çawda hełgirtuwe.. boye dwa řoj ebînîn.

ey gewretrîn agir bexêrhatîtewe.

ey meznitirîn ewîn bexêrhatîtewe.

le toda mêjûyek ebrîskêtewe û

le toda qułe quł jyan heł’equłê û mirdin emrê û

le toda koterey leşman serlenwê eřwêtewe.

meznîy to le yekgirtinî hemû pencekantaye.

wextî hatnî to

wextî pêkenînî hemû sîmakane.

wextî tirîqanewey hemû řengekane.

wextî hełpeřkêy hemû gułekane.

her le hatnî toyşda bû bo yekem car kerkûkLocation û giřî to

kerkûk û xoşewîstîy to.. kerkûk û bejnî keskî to

ta çend řojê bûn be lawlaw û pencere û

awêzanî azadît bûn.

le her diłêkda nêrgizê biřwê to lewêy.

leher çawêkda tîşkê hełfiřê to lewêy. to newrozî

be qijî serbestî jinanewe peřey hełałe û ewînî

leser lêwî sawakanman.. bałekanî pepûley.

le gerûy xwêndikar û.. le qełemî guł bedemî nûseranîşda

«şebeqî emřojî sałî tazeyey»

leser mezarî şehîdan.. wenewşey çaw teřî û

lelay şa’îr wişeyekî pîr nabît û lay hunermend

şanoyekî: gułałeyî.

ta semay kiłpe bimênê û sirûdî řoḧman bimênê û şeqam bijî

toyş emênî.

ey newrozî têkeł le baran û hetaw

ta sałêkî tir dêytewe, sinewberîn leser řêta û

des beçra řa’ewestîn

ey sewze jin! ta dêytewe gułdanî bejnî hemûman

çaw le řêgey çepkî giřte... le îstewe

ey newrozî têkeł le baran û hetaw

çaweřêtîn!.