beyanîtan baş, řapeřîntan baş!

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 8 minutes  1760 views

beyanîyekî tirî ewîne û, ewîn ejî.

beyanîyekî tirî zirîwey azadîye û, zirîwey azadî ejî.

řojêkî tirî qafłey çira û befre û

çira û befrî cestem ejîn.

yadêkî tirî tewar û hełokanî řapeřîne û

řapeřînîş wekû şeqam û małan û řengekanî

naw behar û wekû dengî mindał ejî.

peřekanî řojjimêrim, be kenarî awingawîy yadda

be lêwarî xewnekanda

egeřênewe serçawey se’atekan, ew se’ataney

ke le yekem beyanîy řaçłekînî cestemda, gerdûnêkyan le

pirşingidanewe xułqand û meḧałyan hênaye ziman,

peřekanî řojjimêrim

seferêkî efsûnawîy be řaburdûy xoyanda eken.

be pilîkaney jimarekanî xoyanda da’ebezin, eçnewe amêzî berd û

egeřênewe nêw derûnî şeqam û eçnewe

nêw jûrî zîndane řûxawekan.

peřekanî řojjimêrim yek legeł yekda des egirin û

eyken be hełpeřkêy çiraxanî mom û birîn.

bexêrbêytewe kazîwey dem be guł û

dem be mijdey, řojî zîwîn

ey beyanîy pêkenînî gułegenim û

ey beyanîy fwarey tîşk û

ey satekanî dîdarî

piř le ewîn.

řojjimêrekem belaytêkî destîy biçûkewe egeřêtewe

egeřêtewe ewsay tarîkistan:

qurbanîyekan pengyan xwardibowe. em wiłate darebazeyekî dirêj bû,

em wiłate xemêkî pan û berîn bû, qurbanîyekan

pengyan xwardibowe û,

hemû şitê xoy le tirsewe pêçabû. gundekan nuqumî ’edem û

şarekanîş lêwanlêw bûn le mirdin û le sêdare û

le nefretêkî dozexîn.

le seranserî nîştimanî tarîkistanda,

le çend pizîzkê zyatir ke lêre û lewê û

le piřêkda amajeyekyan bo nehênîyekan ekird,

lewe zyatir hemû řêkan řêy twanewe û fenabûn bûn.

qurbanîyekan pengyan xwardibowe,

hemû małêk serî qurbanîyekî be dergay

ḧewşey xoyewe kirdibû.

tołe bendawêkî yexsîr bû. le «tikirîtLocation»ewe jehir bałî egirt û

le «tikirît»ewe çarenûsî aw û dirext û asmanî

ême mor ekira.

mafyay řijêmî şeř, mafyayek lew berberîye tazaney, ke serî

hemû gułêkyan epeřand û hemû cwanî û

behayekî pîrozyan edzî.

le sîley hemû řojêkda, qenareyekyan bo

hetawêkman heł’exist

le sîley hemû dêyek û le sîley hemû

şarêkda gořhełkenî zerdexene û

hemû dirextêkî ême bûn, berberîyekanî beẍdaLocationy nwê,

hatbûne qułayîy hest û nestimanewe, hatbûne naw parûmanewe,

hatbûne naw perdaxî aw û hatbûne naw kalaney çawmanewe,

berberîyekanî peyamî nemrîy beẍda,

çîyan nekird?! çî ejmêrî?!

sêdare ejmêrî?!

goř ejmêrî?!

gullekanî sersing û diłman ejmêrî?!

řêçkey tabûtekanman ejmêrî?!

gořî bekomeł ejmêrî?!

karwanî enfal ejmêrî?!

estêrey kujraw ejmêrî?!

qurbanîyekan pengyan xwardibowe.

mêjûyek bûbû be zê û be deryaçe û

zê û deryaçeyş pengyan xwardibowe,

ẍezay xelîfe emewî û ẍezay cestem berdewam bû.

ẍezay qiřkirdin û biřanewem le nawçewanim nûsrabû.

ẍezay xelîfey emewîy serdem berdewam bû.

ẍezay be’is bû, ẍezay be’is.

qurbanîyekan pengyan xwardibowe.

hemû şitê wêrane bû, wêraney jyan bû.

peřekanî řojjimêrim, çûnewe bo lay çirakan.

bełam her lew tarîkistan û mergistan û xemistaneda

le derałî pîremegrûnLocation, le eşkewtî xiley germyan û

le tûnekanî tûnî baba û le pêdeştî qereçuẍ û

le mahîyekanî bałekda, her lew demeda û le quřgî

nehengekey be’sida

ew pyawane hebûn ke çokyan be tirs û

be doşdaman û be merg da’eda

desteyek, dû deste, sê deste

gułestêrey awat hebûn

řîzêk çirawig û řîzêk meşxeł bûn

wêraneyan çoł nekirdibû

umêdyan çoł nekirdibû

diłî siruşt û diłî daykan û

diłî şaranyan çoł nekirdibû

qurbanîyekanyan cênehêştibû, nalîPerson û mewlewîPersonyan cênehêştibû.

mabûnewe û le kune çawî metirsîda ejyan

mabûnewe û le sîyekanî neheng xoyda ejyan

benêw kełbekanî dêwwidirnicida hatuçoyan bû.

lew demeda:

le şarî sêdarekanîşda, le şarî berdem qełakanî sułtanîşda

lêre û le qełate dêrînekey hewlêrLocation û le deverekey

mîrîřewandizLocationda û le qułayîyekanî xerenda

desteyek, dû deste, sê deste

kuřî ziryanekanî goyjeLocation û sefînLocation hebûn

lejêr zemînekanda, lejêr şeqamekanda, lejêr małekanda

ewane xerîkî xor dirustikirdin bûn bo řapeřîn

xerîk bûn, beyanîyekî tazeyan le kelekey tarîkîyewe

der’ehêna û xerîk bûn beharyan dirust ekird.

lejêr zemînewe, řeg û řîşey biřwayan qaymtir ekird.

lenaw mergewe, jyanyan ehêna û

lenaw mergewe, ledaykibûnewey tazeyan

dirust ekird.

tîşke nihênîyekanî şar, małî nehênîy azadîyan hebû.

peyame nehênîyekanî şar çapxaney bîrî nwêyan hebû

benehênîy řûnakîyan çap ekird.

şeqame nehênîyekanî şar, şarêkî nehênîy tiryan

lejêr şarda hebû.

le tarîkîyewe řûnakyan enarde serewe.

lêrewe «řapeřîn» hat û bêdengîy řûxan

lêrewe řapeřîn şewgarî dagîrsan

lew řojanewe «řapeřîn» destî sûre hetawî lêřwa û

lew řojanewe «řapeřîn» řwanînî ayndey le çawda hanî

beyanîyekî tirî ewîne û, ewîn ejî.

řojêkî tirî jyane û, jyan namrê.

beyanîyekî tirî ’eşqekey řapeřînî daruberde û

daruberdîş ejî û ejî.

îtir xewnîş bû be řastî...

řapeřîn bû, řapeřînî ceste le kot û řapeřînî řoḧ û

řapeřînî kurdayetî û řapeřînî şewî kerkûkLocation, řapeřîn bû

sereta pirîşkêkî biçûk, biçûktir le pencey momî mindałêkman

sereta bû. řanyeLocation destî meşxełî xoy dirêj kird. řanye

bû be çawig. asos řabû. kêweřeşîş bû be kêwî agiristan.

şeqamekan řabûn. yekem bazreqey hetaw û yekem hełsanewey

xak û yekem zîndûbunewey şehîd û yekem giřberdan le tirs

leber derga sûrekey řanyewe lirfey kird û bû be gêjełûkey

agir. lecyatîy aw û lafawî ser, lafawî leş, destî pêkird.

îtir hîwa tenyewe

pirşing tenyewe, sirûdekanman tenînewe

pengxiwardnewey qurbanîyekan berbûn û tenînewe

awaz tenyewe, şî’ir tenyewe

îtir meşxełan bałyan girt

îtir serkewtin pêkenî û

îtir şeqamekan baweşyan kird beyektirda û

îtir ḧewşey małekanman bûn be yek ḧewşe û

daristanekanman řijane naw yektirewe û

diłan hemû bûn be yek dił.

beyanîyekî tirî ewîne û, ewîn ejî.

řojêkî tirî řûbarî azadîye û, řûbarîş wek destim ejî.

beyanîyekî tirî diłdare û, ta gułêkîş lem jyaneda bimênê

’eşq ejî.

beyanît baş, yekem qurbanîy řapeřîn, beyanît baş.

beyanît baş, řaste şeqamî řanye, beyanît baş.

beyanîtan baş ey darhenare kujrawekanî naw řapeřîn

kuřanî şar, kiçanî şar

ey ew denke hełwerîwaney peřîne nêw naxmanewe û

îtir naxman bû be gułcařî guł henar

beyanîtan baş, ey ew destaney le řoje narincîyekanî

řapeřînda, berçiney xałîy diłî êmetan piř kird le narincîy mijde û

le gułelîmoy çawî şar.

beyanîtan baş, jinanî azadî wiłatekem, ey ew pirçe

serfiraz û serbestaney, ew kakołe yaxîyaney le řoje

keskekanî řapeřînda bûbûn be ałay serbeçrawgî

ême û çawî hemûmantan piř kird le tîşkî sewz, jinanî wiłatekem

ey ew goranîyaney bê êwe ne gerû heye û ne jyan heye û

ne cwanî û ne řastî, le gerdugułî beyanîy řapeřînda.

beyanîtan baş, řapeřîntan baş., řapeřîn azadîy gyane û

serî dîl û qijî dîl û

tarîkîye û qefeze û bałkirdinî bałî fiřîn.

ey jinanî wiłatekem, qijtan wekû ba azad ken û

ba bibne bałî sertan bo fiřîn.

beyanît baş, ey gelekem!

gelî tenya û, gelî qurbanî û gelî gêjaw û karesat

ey ew cesteyey hemû carê kiłukot da’emirkênnewe û

bełam le hemû řapeřînêkda le xołemêşî xotewe

dîsanewe ejêytewe.

ey gelekem, ey ew darsinewberey hemû carê etbiřnewe û

bełam le hemû řapeřînêkda, sewztir eřwêytewe.

ey gelekem, ey ew kotrey hemû cîhan hêlanekeyt nadatê û

hemû cîhan daney dawit bo da’enên, hemû dinya derit eken û

keçî ne asman etwanê bast neka û

ne le fiřînîş ekewî û ne le gime.

beyanîtan baş newey nwê, bîrî nwê

beyanîtan baş ayndekan.

ey řapeřînekanî ’eqił û zanist û, ey xorekanî mêjûman.

beyanît baş, řapeřînit baş kurdistanim!