beytî agir

çîroke şî’ir bo newroz
From the Book:
Rûbar
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 14 minutes  852 views
sał nîye, pelupoy, dirextî giřgirtû
çiraxan le kej û derbenda heł neka.
sał nîye ew giře çîrokê bo ’eşqî
kawePerson yek nenûsê û
bo mergî zuḧakPerson ê
dozexê danexa.
sał nîye ew giře mał be mał negeřê û
destî yad be serî,
newrozda nehênê
sał nîye pişkoy ew ejdîha kwêr neka û
tarîkî řaw nenê.
em «beyt»y agire, piştawpişt,
demawdem hatuwe
her carey be êskî,
kuřêk û kiçêkî «asniger»
biłêsey xoş buwe
de êsteş gwê bigre
bo beytêk lem beytî dêrînî agire:
* * *
serdemêk bû
dinyay tarîk û nûtek
wek eşkewtî
qûł û nisirmî besam
çokî řeşî dadabuwe ser
gund û şar û
řez û dêber û şeqam.
gułegenmî çaw besewzîy hełkołraw
kujrawî naw birsêtî û qat û qiř bû
małî hejar
le xem sîxnax
kwanûy hejar
bê pişko û sard û siř bû
her desteyek, le dabestey estemûł
koşkyan piř û wirgyan piř û
bedemaẍ.
naw małyan poşte û perdax.
ew serdeme, nehengekan
nehengî walî û sułtan
beserçawe û ber řûbarî
awî jînî kurdistanyan girtibû
jendirmekan: motekey tirs
swarî sing û swarî deng û
des be nêze serşeqam û
naw kołanyan girtibû
ewey dengî leber demî
jendirmeda hełbibřyaye
ewey le segî sułtanîş yaxî bwaye
ewey destî bo xencerî,
berpiştênî bibirdaye.
zû le çînî naw dîwaryan girtibû.
* * *
ew deme, zistanî, şewêkyan
weyşûme û befranbar
ziryanî belûre asmanî tarîkî
lûl eda û le givey piřtawî
mêgelî pełehewr
etirsa û řay ekird
berew jûr berew xwar
serî xoy heł egirt.
wijey naw daristan
řêwbanî çoł û hoł
kenarî zêy hełçû
lêşawî milgirtû
berew naw şîw û doł
xerendey behaje û tûřebûy
kefkirdûy bê siruştî
tirsawbûn
ew şewe «řewandizLocation»
jinêkî ẍemgîn bû
le nwênî şexteda nûstibû
ew şewe le jûrî małêkî
quřînî bin mîç û gwêsewane nizmida
qutîlekey be dûkeł
tewaw řeşdageřaw
esûta û şewqêkî zerdibawî
eda le řuxsarî ẍemgînî
dû biray «pîrbał û kake law»
dû biray werzêrî pêstî leş
wek beřûy naw agir hełqirçaw
dû biray berçawřûn,
kaẍeznûs be ḧerfî ḧucrekey
lay mela.
dû biray dax ledił
bo tołey bawkêkî be destî,
jendirme ta sê řoj,
le çeqî meydanda
serew xwar hełwasraw.
ew şewe, cût bira
bełên û biřyarî
dû karî zor gewre û
samnakyan be yek da:
* * *
mangêkî tir, zistan wekû, pîremêrdê
dem û danî ekewêt û
serî le gwê qebir elerzî
mangêkî tir serma emrê
gułî kêwîy
be laskî pence sewzekey
befir leser xoy la edaw,
dûr û nizîk
çaw le şwanî gund da’egrê
behar dêt û le dergay
ḧewşeman eda û
egrî û ełê
kê bê giřî kujawey çawekanî min
hełkatewe û ta ser lûtkey desim bigrê?!
kê bê newrozî zîndanîm,
azad bika û
be dengî berz
lawkî sûrim bo biłê?
ey giřî cejne sewzekem
bełên edem min ew kesem
mangêkî tir leser banêjey małekem
etkemewe û leber çawî
jendirmekan
kiłpet ئەگەێنمە asman.
yaxîbûne le tarîkîy
xencer kalan becê dêłê
şextey bêdengîy eşkênim
ew wextey to
agir ekeyt begij şewa
minîş eçim.. bê tirs eçim
leser qede estûrekey
sûreçnarî gořepan
bekwêre û xetî - desxetim -
be gewreyîy nawî - kawePerson - û
wêney çekuşekey destî
enexşênim
dewruberî sûreçnar
wek řoj řûnak ekemewe
be hawarî kawe û newroz
em ser heta ewserî şar
exroşênim
* * *
ew mange têpeřî û zistan mird
dû biray derunpiř
leser têz çaweřwan
giftaryan şeqawî hełhêna
bo biřyar’encamdan.
ew satey zerdepeř,
le hewrî meylew’ał
kejawey êwarey bo cwanî
kird be mał.
ew satey naw bax û bêşełan
bedwa tîşk,
ser liq û gełayan hezaran řengyan girt
ew satey awêtey řûbarî
ledûrdyar
birîqey be şewqî řêk eyda
le çawî bin binar
ew sate kake law
le ḧewşe le heywan
le çîlke û çewêł û biředar çî hebû,
be baweş serî xist bo serban
lîjnedar leseryek
ewendey bałay xoy
komeł bû...
bo agtêberdan binewey pûşû bû
leser çok danîşt û,
pizîzkî «berdestê»
pûşûy girt
tenêwe.. tenêwe.. ta serê
biłêsey be lirfe û beşaław
çinarî agir bû
ta ehat bere û jûr,
heł eçû.
xiroşa naw şar û
her, serbû.
le derga û pencerey małewe
hatneder, dengedeng
çî řwî da? çî qewma?
şiłeqa gomî meng
wek lawlaw
agirî newrozî kakelaw
le şarda dest nema serincî,
le bałay ne’ałê
wek pişkoş
diłêkî řeş nema
be çizey azarî,
ta ser êsk kunkerî,
til neda û nenałê.
* * *
lewlaş pîrbał wek simore
be qedî lûsî çinarda hełgeřabû
leser liqêkî dûfaqe hełkurmabû
be kwêrexetî - ḧucrey kon -
be ḧerfî gewre û xwar û xêç
nûsî: kawe
nûsî: newroz
lepałîda wêney çewşêkî kêşa.
be dîmen êcgar naqoła
be kwêrexet bû be ała
ke hate xwar, emîş leser
seko gewrekey gořepan
beranberî bałexaney textebendî
cêgrekey walî û sułtan
darubarî ko kirdewe
agirêkî wek agirekey
kakelawî lê kirdewe
katê bedem kizey bawe
ke şewqî ałî kiłpedar
eyda le bałay bizurgî sûreçnar
nawî newroz, nawî kawe
wek mangî naw pełehewr
care nacar
win ebûn û der ekewtin
beser peyjey biłêseda
bo kuştinî tarîkeşew ser ekewtin
* * *
şar řaçłekî
kołan... kołan... geřek... geřek
dergay ḧewşey xiř daxraw
kewtine ser pişt
hatne derê wird û dirişt
wek gomî meng
xełkêkî zorî ḧepesa û
le dewrî małî kakelaw
le dewrî sûreçnar û
sekoy gewre
ełqeyan best, xiř bûnewe
çawêkyan kird be çwar çaw û
wird bûnewe
her ser bû enra be serî
tenîştewe
çirpey penagwêy nehênîy
sersûřhêner
lem peřewe heta ewpeř
yekeyeke eřoyşit û
egeyştewe..
dû agirekey
cûte bira
le jûrî diłî tarîkî
ew xełkeda.
bûn be çira.
* * *
em hewałe giřgirtuwe
wextê fiřî û xoy kird benaw
sera û qişłey jendirmeda.
řařew û dałanî taq, taq
dûrudrêj
pêkda ehat, cimey ehat
teqey pajney xêray postał,
bin bizmar řêj
cîřecîřî dergay jûr û
qiřeqiř û kokekok û
bangikirdin û «cinêwdanî»
kurdî û turkî û
şiłejan û sersimdan û jawejawyan
le gêjenî tirs û bîmda
bo xwênřişitin
pengî řiqyan exwardewe
* * *
le binebanî dałanî sereweşda
le jûrêkî firawanî bin mîç berzî
piř qenefe û piř ferişda
leser kursîyekî ketey
pał pişt û desk nerimda
řû le pencerey be perdey,
etłesî sewzdapoşraw
nizîk kûrey naw dîwarî
beḧał giř le pişko hestaw
cêgrekey walî û sułtan
pepaẍ leser
biro piřî, liç estûrî
dan ałtûnî, řuxsartirşaw
danîştibû.
le naweřastî jûrîşda
serek jendirmey wirgizil
çwar pel qewî, kelleberan
řawestabû
niqe û henasey le singî,
xoy biřîbû
gwêy bo fermanî serkirdey
dem kef kirdû
řagirtibû
- to pêm biłê le keyewe
borepyawî em şare
wayan lê hat le fermanî
«babî ’alî» yaxî bin?!
çon twanyan, çon ewêrin
wa bêbak
dest bo miştûy
xencerî tołe berin?
ey êwe çîn
berdin, darin
bitin, kerin, bargîrin?
eweta wa agirpest
newey şeytan, diz, cerde
be’aşkira ber derwaze û
řêy seraman pê egirin!
agir û dûkeł eken begij
peře û ḧerfî quř’anda
şîr heł ebiřn
le řûy paye û
text û bextî sułtanda!
gwêm lê bigre! ta çwar mêxey
agirperist nekêşin
min namewê carêkî tir
dûr û nizîk bimbînin!
* * *
her ew şewe jendirmekan
wekû kulle, wek waşe
dûdû, sê sê
des besungî, bepřitaw
řijane naw gořepan û ser şeqam
řêgey pird û bax û çem û
dewrî şar û qutkey berz û
yałyan girt
her ew şewe hêşta giřî
agirekey cût bira
leser ban û gořepanda esûta
ke geyştin fêgirtuwane
şêt û har
be pêleqe be setłe aw
giřî agir û biłêseyan
tewaw damirkandewe
bedem nûke şeqî qîn û
buẍiz û cinêwdanewe
perş û biław
sere bizutik kełepşiko.
lecêy kiłpe dûkełî řeş
pêçawpêç!
serî xem û nuşustî xoy
heł’egirt
dengubasî dû agireke û
cût biray
bo hewrî ser asoy dûr û
be hewarî koçerekan
egeyand
her ew şewe, lepşitewe
bałî cût bira bestiran
bedem zirmey şeq û donkî û
têławe
leşxiwênawî bo zîndanî,
şewezeng biran.
be fermanî pepaẍ leser
cařçî hat û
cařî eda:
małî pîrbał û kakelaw legeł erza text kira.
şwênewaryan kird be kulane bo seg û
tûle û tancî małî paşa.
her ew şewe, be tewrdas
kewtine wêzey sûreçnar
le řegewe deryan kêşa
let letyan kird
komeł, komeł
be şan birdyan
bo dareřay tewîley nwêy
qişłe û sera
her ew şewe direnganê
be fermanî pepaẍ leser
cařçî pepu hatewe der
em careyan cařêkî da
çize û kispey le derûnî
’aşiqanî agir hestan
ke eyqîřan:
cûte bira
le dar diran!
* * *
beyanî ke şarî giryawî
qij’ałoz
estêrkî xwênînî
çawanî heł hêna
dû serî,
biřřawî xoy bînî.
beyanî ke hetaw řêy kewte
naw şar û
çuwe ser sekokey gořepan
lenakaw kewt beser
dû laşey ’aşiqî piř şingyaw,
zor girya!
eweta wa êste
be dergay serawe
pîrbał û kakelaw
dû ceste û dû laşey
sardusiř çûn befirin
bełam bo cejnekey diłdaran
dû gyanî sewzin û
dû hełoy agirin.
eweta wa êste şemałê hełî kird
bepence’espayî
kakołyan la eda û
tewêłyan maç eka
eweta beçirpe bo gełay dirext û
bo mel û bo şepol
mergî sûr bas eka
eřwat û ser eka be hobey
řewend
agiryan xoş eka û hewałî
şarekey dû biray,
newrozyan pê ełê
eřwat û care care çinarê
řay egrê
şemałe û em bonî kakołî
ewanî lêwe dê
eweta wa êste hewrêkî
zor çiřî hênawe
em hewre, le dûrřa
hatuwe û manduwe
em hewre gêngiłî
janêkî betawe
em hewre, le giřî agirekey
cût bira, kewtewe
lew zawe
hatuwe û bo dwa car birayan bibînê
hatuwe bo dwa car demî ’eşq,
binête naw demyan
eweta wa şwanî nuqmibûy
ta ejno le gyada
berew jûr eřwat û
qołî kirduwe beqefî
goçanî ser şanda
hengawî xemawîy
werdî teř eşêlê
ew eřwa û pelkegyay ber baran,
lask cîř, dêtewe şwênî xoy
bê ewey nîşaney řêgeyek cê bihêłê
eweta wird eřwa û
goranî barane, bo koçî sûr ełê.
«baran barane, horey barane
hore bo koçî sûrî yarane
baran barane şeste barane
çawî ew keje ziney giryane
baran barane řîze beřîze
eweta çawman wa le azîze
baran barane nerme barane
koçî bê wadey sûrî yarane»
* * *
řoj hat û çû
karesatî cejnî kujraw
sîmay pîrbał û kakelaw
win ne’ebûn le xeyałda û
cêyan nehêşt somayî çaw
lenaw jûrda
le heywan û ḧewşeda
ebînran ehatin eçûn.
le kêłgeda
towyan eçand
awî cogeyan heł’egirt
legeł mindałî geřekda
řayan ekird, bazyan eda, pê ekenîn.
şewî hawîn
lenêw pel û nêwan gełay dirextewe
mang, demuçawî ewan bû
lêwbexende, der ekewtin.
şewî payîzîş, le xewnî
aşna û řoşna û hawřêda.
gelê car ebûn be dû mel
bałyan sûr û
bersing sewz û
leser befrî dûre lûtkey,
ber zerdepeř, heł’enîştin.
* * *
eger çî ew sałe
heřeşey agir û asnî jendirme
be pet û mêxkêşan
be ziman lebnida biřîn û
be sungî û be qeme
motekey jyanî sersingî
xełkî bûn?
taqîbî berdewam,
çîtan kird? le kwê bûn?!
boçî, çon?
eger çî hendê kes
bo paşa bûn be wirç,
be meymûn, be segî çwarçaw û
le şewda, xoyan kird
be xêw û cinoke, be dirinc
bełam řêy hetawî
pîrbał û kakelaw
ew zengey par newroz,
lêyan da.
tarîkî neytiwanî qûtî da û
heřeşe neytiwanî kipî ka!
* * *
berdaşî sał suřa
wa newroz xerîke carê tir
ser bat û bêtewe
nizîke, kirasî gułałe lebe ka
nizîke desmałî wenewşe
be şanya bidat û
kiławî nêrgiz û gezîze,
leser ka
nizîke û beserdan
cût bira dênewe
mał‌bemał egeřên ta cejin,
eřwat û ewsake,
nawestin, eçnewe!
* * *
be dû řoj pêş ewey
ke newroz bêtewe
le şarda, małewmał
bangêkî nehênîy, demaẍ û
demamk hełbestû, egeřa
bang wekû herêz û pełehewr
tenêwe
bang ey wit:
bo ewey ke newroz
biłêsey beriztir bêtewe û nekujrê
ba çawgî ew giře «bîrman» bê
bo ewey dirextê ke nawî kawePerson y
leser bê û bimênê ba řegî ew dare
binc bestî, diłman bê
bo ewey ke gyanî pîrbał û kakelaw
şad bikeyn
ba hemû... her hemû
bibîne hezaran pîrbał û kakelaw
ta biçîn be baweş
hetaw û nan û guł bênîn û
bîdeyn be, hejarî řencixuraw.
kejawey êwarey newrozî
sewz hat
hêşta xor çend řimê
beriztir le kenar xorinşîn,
wek demî tendûrê esûta
şar kiř bû, bê dengî gomêk bû
zor samnak
her ke xor yek dû řim
çuwe xwar
engore derkewt û tarîkîy,
ḧuçê bû bazî daw beguř hat.
ew sate bêdengî teqêwe
lenakaw, lecyatî dû agir
hezaran estêrey agir û
mang leser, serbanî
şar hełhat
banêjey mał nema
hewreban, serqeła, sergumez
gořepan, nawkołan, girdekey ser qebran,
qutkekan, nizim û berz
şwên nema
ke kiłpey em agire pîroze
boy nebê be çira
le şarda, qedêkî dirext û dar nema
gewre bê.. yan piçûk
barîk bê.. yan estûr
çinar û dareben darbeřû
darmazû
şořebî, gwêz û tû
be nûsîn, yan wekû nîşane
bo kawe, bo newroz
nebê bew mijdeyey
pêş wext nêrgizî
em řojey mîwane!
ca îtir, paşa û beg
jendirme, çî eken? kê egirin?
çend agir xamoş ken?
çend dirext lebnida hełkenin?
eweta wa lepał hezaran agirda
hezaran pîrbał û kakelaw
ew agirî newroze xoş eka.