dastanî berdeqareman

bo mamostaw hawřêy xoşewîst, zanay mêjûnûs «di. kemal mezher» pêşkeşe
From the Book:
Rûbar
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 27 minutes  1378 views
1
îste şewe leser şanî lutkey «sêkewan»
wek şajnê řonîştuwe
«mang» y ḧuzeyran.
ser û qijî be çarşêwî hewrêkî teng,
dapoşîwe û birîskey dê,
řûy zîwînî wek awing
şêwey suxmey pûlekeçin û wirşe û pirşedar
be heyase û qubey řûnî asmanewe,
estêran hezar.
le awêney tirîfeda deştî bazyan
pê ekenê û der’ekewê danî sipî,
cogekey «kanî şeytan»
pîremegrûn pîremêrdî qijbefrînî,
derûn temgirtû
çawî lutkey biřîwete paşeřojî,
hêştanehatû.
daristanî sinewberî befîz û lûtberz,
le jûr şanî lapałewe,
eřwanête erz.
darhenarî surawkirdûy,
dem piř le şîle
qoł û baskî sipî û sołî,
hermê kêwîle..
lem şeweda be dem kizey bay başûr û,
befrewehatû,
dên û eçin le colaney,
şemałda aramgirtû.
bonî şewî hawînanî nizîkî baxçe
mordî perjîn, gułezerd û řeşeřêḧane
bo nûstinî direnganê xewnî piř guław
epirjênin le wenewzî,
kerwêşkey nawçaw.
agirî şwanî ser dûreşax,
sûrbaw ke hełdê
demî geş geş
demêkî tir
kizkiz esûtê.
zîkezîkî sîsirkî naw,
kêłge û werd û şîw
bařebař û,
ḧîley esp û lûrelûrî
segî limoz beranber mang hełbiřîw
ew denganen legeł ẍełbe û
hobehoy naw leşkirda
le dûrewe egene gwê û,
wek jawejaw
têkeł ebin lenaw yektirda
* * *
řwałete em cwanîye,
dûrkujey sirûşt.
dêwcameye..
bizey mang û semay befir û
sîḧrî hełemût!
ta ser nekeyt be małanî,
bin mîç newîy
gundî birsîda
têkeł nebî legeł nałey řez û bax û
janî zewîda.
ta gwê negrî le diłî şax
le zamî daran
be destî xot des nexeyte
ser tewêłî «ta»lê hatûy
kej û kosaran
qet nageyte qûłayîy nax
nayxiwênîtewe
le tengawa qet mirwarî diłî mêjû
nadozêtewe.
* * *
şew direnge wa xerîke
řeşebayek hełbika
«ba» demtîje û wijey bałî
le şimşêrî
weşênrawî řût eka.
şew direnge leberdem û
le laşanî řast û çepî
«derbende wişka»
panze řoje
hobehobe, leşkirî şêx
bine û bargey xistuwe.
panze řoje
le textayî, berdełana
ta jûr ejno
sengeryan hełkenduwe.
miley şax û qutkey sere řê
be çwar dewra gîrawe
hîç dernaçê le bałinde bewlawe!
* * *
panze řoje kuřanî hoz yekeyekey,
bexo û kełeget
çapuk swar û kelleřeq û simêłbabiř
mûřeş û mûzerd
destyan leser miştûy xencer
çawîş wekû çawî bazî
nêçîrřawkirdû,
panze řoj kuřanî hoz êşk girî
derbendin û
ser û řîş hatû.
wek piłingî diřk le qaç heł çeqîwî
naw bêşe û lane
bê’aramin, dên û deçin, çya ebiřn
em dîw, ewdîwî
bo dê be dê bang eden û
han eden û
wan le parêzda.
her hemûyan
bedway şêxî,
swarey mawzeř le şankirdûda
bedway şêxî şîrhełkêşaw
le řûy îngilîzda
her hemûyan swênd xorin û
da’enewn, lem xak û xołe,
piř be miştê heł egirin û maçî eken
bo řojî tołe.
2
em derbendî bazyane
ke be wêney jimare «7»
her dû destî berew asman,
hełbiřîwe
le dinyay kon û tazeda
çawanî ew çî nedîwe?!
em derbendî bazyane
tenha derwazey berdînî
em mełbendey kurdistane
ewey zûtir
çingî gîr bû lem geruwe
ewey zûtir
em derwazeyey pêweda
îtir şax û em dîwî şax
bo xoy buwe.
* * *
bo kiřuzî cerg û xakî,
dway ser hêşta,
bonî le lûta her mabû,
ew wextey lakî ’usmanî
lenêwanî gurgekanda let‌let kira
kurdistan û
em mełbendey silêmanîLocation
be gurge çawşînî dûrgey,
îngilîzLocation biřa
gurgî çawşîn newt bonker
be zerdexeney jehrawî
cêy xoxoşker,
gurgî çawşîn nîwey řêwîy
mandûy hewrazekey şeř bû
ta hîlakî leş der’eçê
ba ḧukmidar le mełbenda
kełekêwî her kêw xoy bê!
* * *
gurgî dûrgey limozdirêj,
ta hîndistanLocation
way egeyan:
îdî gwaya şwanî meř û
şwanî maf bû
her ke tarîkîş da’ehat
îdî gurgî limozdirêj
ta hîndistan
kilkî xoy ekird be goçan
be goçanîş meř û maf û
kilûr û nextîney dinyay
bo xoy efřan.
* * *
ḧukmiřanî keł bangî da:
gurg her gurge
şwanî heqe û
ḧeqîş parûy dûrgey dûre!
çawşîne yaxud çawzerd
gurg her gurge
lendenîye û estemûłî
gwêçkey xware yaxud qute
gurg her gurge
em mełbende
bo řast, řaste
bo mend, mende
bo kêrd, kêrde
ḧukmidarî keł bangî da:
- gwêzî pûçe,
bełênî şay dûrgey diro.
mîwecatêkî gilarin
giftekanî mister «wîlsinPerson»
pêkenînekey «mêcerson»,
şimşêrêke û dem be xende,
jehre û şîrîn.
agadar bin
ew wextey destitan eguşin
her le pencekantan pwaz,
da’etaşin.
heta êste
aramî ême goyje bû
goyjeş «eyûb»
ewa eyub kirasekey,
xoy da’edřê.
heta êste:
diłman camêkî gewre bû
gewre be qed
gûmezekey ser «kak eḧmed»
ewa camîş lêy eřjê.
qulap, qulap
ew ezanê masî le çi,
gomêkdaye
xencer, xencer
ew ezanê ḧeqî xuraw
le gîrfanî kam kesdaye!
* * *
şew direnge
řeşeba nûst.
em mełbende
le naweřastî şaxanda
askî deştêke gîrxiwardû
her bařey dê
bo bijwênî hejaranî
em mełbende
çaw egêřê.
hejaranî em mełbende
wek ze’feran
řengyan zerde
qaç û qołyan barîk barîk
wekû qamîş
dest û pilyan wek zewî dêm
qiłîş, qiłîş
le singî daçeqawewe
memkî jinan
wekû kotre şînekey mirdû
tekeyan dê
mindałanî em mełbende
zor kemyan lê gewre ebê.
em mełbende
ke baranî pełey têr aw exwatewe
ke deẍił û dan û mereze bała eken
kerwêşkey «ba» lenawyanda
qûneqûn eken, řa neken
dinyayekî bebřişite
bełam, berhem
bo kem, zore
bo zor, keme
tenha yek jem
bo çendan dem
bo yek demîş
de dwanze jem!.
3
şew direnge
řeşeba nûst.
wek bitirsê hewr hełat.
îtir mangîş
zêře tirîfey xawî xoy
leser befrî gerdinî şax
be mişt hełřişit.
şew direnge
le hobeyekî leşkira
leser peřa
lejêr dewarêkî sipî
kenar gira
wek şêrî tûře «şêx meḧmûdPerson»
dêt û eçê
destî řast leber piştêna
pencey nesrewtî destî çep,
dengî tezbîḧêkî ebłeq,
dênê û deba.
naw benawîş
leber sitûnî dewara řa’ewestê
le kiławî pîremegrûnLocation
tirîfe çin
řa’emênê
le diłya xoy be xoy ełê:
«ke serbest û ḧuř nejyam
cennetîş bê wêraneye
serwet û mał, deşt û çyam
mułkî sirfî bêganeye.»
wek şêrî tûře «şêx meḧmûdPerson»
beser libadêkî sipî û řeşda
dêt û eçê
bałay wek qedî dargiwêzî,
tokme û pitew.
coşî pyawetî wek coş û guřey behar.
serupêç, mişkî û camaney
têkełkiraw
qoł û feqyaney,
têwepêçraw.
bałe peřesêlkey simêł
tozê estûr
řeş qetranî.
dû biroy mangirtû leser
cûtê çawî birîskedar
wekû pişko.
bergî berî miraxanî.
piştênîş her mişkîyekî
řeş, xetsipî.
xencerî qed debanêkî
mişto meylew zerdêkî kał
le şaxî beran dataşraw.
fîşekdanî
řast û çepî
ser singî pan
xaney piř le fîşek kiraw.
kiłaşî pê hewramanî
* * *
şewe direnge bełam bazî em mełbende
be şew çawî naçête xew
ew dê û eçê
lem laşewe
«tayerî ferxePerson» û «sey ḧesenPerson»
řawestawin
dû sitûnin cûłe naken.
dû sersamin
her wek le «bemo»řamabin.
sey ḧesenî kurte bine
mamî şêx xoy.
řîş topzî
dem û çawî şeřengêzîy
azay kun le cerga nebû
her deřwanê û çaweřwane.
tayerî ferxey mûzerdî
çenage çał
lûtberanî û biro’estûr
kuřî qoşmey silêmanîLocation
her deřwanê û çaweřwane.
ledway îstê
şêx werçerxa û
řûy tê kirdin:
- lepaş hełmetî «tasłûcew»
şeřekanî beser pêrêy
lay «şîwesûr»
ke heybetî «mîcerson»man
wek ceřey kon
têda şikan
lûtî berzîman da le ’erd
fîzî zilîman da le berd
hewał waye le musiłLocationewe
hêzî hejdemî «firayzer»
kełeşêrî le xobayî
«ceneřał»y
çiqe derkirdûy serispî
berew mełbend kewtote řê
derbend bigrê
her bo ewe bangim kirdin
em hewałe be leşkir û
dêhatekan řageyenin.
sey ḧesen wek:
leser agir řawestabê
bê’aram bû
hełîdaye:
- qurban! gerûy em derbende
be dîwarî leşî xoman heł eçnîn
qurban! kuřey leşkir
destey şestitîr teqînekan
swarey «dizłî»
amade bo:
şeřî destew yexey meydan!
tayerî ferxeş leserxo
bedengêkî nizim witî:
- qurban! egerçî «firayzer»
serî lenaw kerkûkLocationda bê
kilkî le pirdê toz eka
pyadey «sîk û gurge»y řeşmar
le şare mêrûle eçin
le çaw leşkirî êmeda
sed behezar.
bełam derbend gerûyekî hênde qûłe
zor firayzerî qût dawe
gelê çiqey pîrełokey wekû ewî
tya xinkawe!
4
be qełay «çemçemał»ewe
qişłey berdînî
çwar qulley
êsk giran
wek berazî limozborî
şifrespî
didanî cîř ekatewe û
eřwanête řêy bazyan.
ser qeła û damênî qeła
cimeyan dê.
leşkirî hejdey firayzer wek bargîrî,
lenaw xołemêşda gewzaw
le musłewe beřê kewtûy
le teputozda nuqim bûy
çaw dyar nemaw
ledway çend şew û çend řojê
geyşte cê.
* * *
le qişłeda
le hodeyekî gewreda:
textî xişt řêjî meylew sûr
kewanî taqî pencere
biropeywest
ser yekangîr.
dîwar sipî wek çuřey şîr
qenefey qebey berg qeyfey
ember û ewber řîzbestû:
mêzî le dargiwêzkirawî,
serugirtû.
şûşey girinc,
xanexaney merekebdan.
leser řefeş,
dû sê gułdan.
leser kursî ew dîwî mêz
«ceneřał»y ser danewî û,
zor qûł, wirdurd
eřwanête nexşey mełbend.
leser kursî em dîwî mêz
«muşîrî ḧemey silêmanPerson»
begzadeyekî hemewend
çawanî zît
zor qinc û qît
danîştuwe û
bepêşewe
le mabênda
lîvyekî kurd, zimanzan
řawestawe û
buwe be pirdî nêwanyan
* * *
firayzer pyawêke dirêj
řeqełeye wekû tancî.
qaçekanî wekû qaçî
şîneşaho.
qijî, xurî.
řengî pêstîş sûr û sipî
* * *
pêş mûsił
firayzer řimêkî barîkî
nûktîj bû
le memkî řeştałey bêşîrî
hîndistanLocation çeqî bû
pêş çend sał
firayzer le bengał
gurgêkî řeqełey sûrfil bû
eçuwe ser serbanî
małanî bê dîwar ey lûran
eçuwe ser řêwbanî
awayî û
mindałî «dê»y efřan.
pêş çend sał firayzer
lawêkî efserî biçûk bû
ew wexte gewre bû
sał‌besał
ke beser pilîkey seranî
biřřawî zincîra ser ekewt
ta buwe
«cenerał»
pêş êre kulle bû
çawanî genim û coy
zor xakî derhêna.
pêş êre sîsarke keçełey
asmanî bê hewr û baran bû
bałindey serbestî
řaw ena.
5
dway ewey tayerî lawaz û
ḧesenî girdełe
îznyan xwast le şêx û le dewar hatne der.
ew ḧele
taze xor
bekawxo be şanî goyjeda ser ekewt
taze xor pencerey zêřînî nêwnîgay
heł ebřî.
taze mel le asoy řojêkî tazeda
heł efřî
pêdeştîş şoxê bû
pêst zîwîn řakşaw
paw puzî xistibuwe naw cogey ber hetaw.
îdî her bêwestan bepele
swar bûn û her yekey bo qołê
awzengî tê teqên
espekan bałyan girt
dû komeł..
tayeryan ciłewî berew jûr wergêřa
ḧesenîş bere û xwar werçerxa
eřon û bangî şêx
wek towî deẍłudan
le diłî dê be dêy
mełbenda eçênin
eřon û bangî şêx
wek şetłî gułebax
le singî şeqarî mełbenda
eřwênin.
* * *
ew deme
wek çałî xełûzan
wek kûçe û naw çuxmî şewgaran.
tarîk û nûtek bû bîruhoş
zor kem bûn
çirawgî des wişey
řêgewban.
bîrî kon wek qifłî jengigirtû
leser dił dirabû
xeyałî piřupûç wek řeşmar
be qef qef
le milî kurdistan ała bû.
hejaran řîşołey bê dan û
tezîwî beserma û
naw dawî řawker bûn
cutyaran kerwêşkî tirsawî
naw kêłgey
le lanebeder bûn
ew deme
laney şêx
lay çepî lay řastî
çwar dewrî
be wirçî defjen û
meymûnî semaker gîrabûn.
hera bû
îdî her wirç bû
ehat û fûy ekird
le momî tak takî mełbendî dagîrsaw
îdî her meymûn bû ehat û
mêzerî qazêtî ebest û
ebû be:
ser pişkî ḧeqxuraw!
* * *
bałay şêx lew çuxme
tarîk û nûtekey ewsada
dirextî pelupogřigirtûy
řêwbanî xakî bû
eřoyşit û esûta
dengî şêx, çirîkey
le mêjûy xamoşî ewsada
nizarî le xewî kenar çem, řaçłekan
destî bird kakołî çyay girt, řaytekan.
destî bird laşanî herdî girt., řayweşan
dengî şêx, çirîkey:
çuwe bin penagwêy furat û
řaypeřan.
6
«muşîr» ber le yek dû sałê
le payîzêkî direngida be serdanê
wek çeqełêkî zirawçûy gwêçke tepîw
bo pakane çû bo lay şêx
dîwexanî şêx ew sate
pûreheng bû, cimey ehat
ledway ewey çeqeł destî
şêxî maç kird
şêx řûy tê kird
- muşîr! min, to û kulle û zerû
to û gurgî bor, to û dałaş û kunepepû
wekû yek temaşa ekem!
be dest towe nan û awî birsî û tînûy
ew nawçeye hemûy egrîn!
karwanî ew řêgewbane
be dest towe
wekû dirextî řinrawyan
lê hatuwe
be dest towe her namûse û
ezrîkênê û zewtî ekey
ey miłey pîs!
to çî nakey?!
* * *
îtir lew řojewe ke şêx
leber çawî serek hoz û
ser xêłekan
muşîr aẍay awa şikan
lew řojewe
ewîş řiqêkî lê heł girt
gewre beqed:
şaxî derbendî bazyan.
* * *
demew ’esre
hêşta hewałî çemçemał
ełêy henasey agire.
asman řengî:
xołemêşîyekî têre.
ta çaw biřka girdołkey zor
řengisûr û bor
wekû qariçkî hełtoqîw
nizîk nizîk, biław biław
le pêdeşta, dêne berçaw.
le qişłeda
lejêr sêberî darmêw û
dartûy hełçûy gwê ḧewzekey
naw ḧewşeda
cenerał û çend efserê
destyan xistote pişt qingyan
wek komełê tawsî gîv
têl řengawřeng
pyase eken, dên û eçin
nawbenaw eyken be ẍełbe û
nawbenawîş kiř û bêdeng
be heşt no hengaw ledwawe
kułe nanî
lejêr keway qoł fişołda
piştênî panî bestuwe
muşîre û dwayan kewtuwe
muşîr çawî wekû řêwîy
zerd û zîte.
kabrayeke çenagey kuł
gwêçkey řepe, qinc û qîte.
peřey lûtî tozê xwar û
tewêł qoqiz
dengêkî giř tozê nûsaw.
ceneřał dyare xeyałî
bo ewdîw derbend řoyştuwe
nexşey nawçey
lûl le desta hełgirtuwe
lenakawda
gurge çawşîn îstêk eka
be pence bangî muşîrî
gwê qut eka
be tekanê egate lay
firayzer hêwaş leserxo
her leser lêwarî seko
nexşey mełbend ekatewe
muşîr xoy da’enewênê
seyrê eka
lêy tê ega û lêy tê naga
firayzer pence exate
ser řêy şwênê
nawî be gwêy sûkî mişka
eçirpênê
muşîr serî eleqênê
ceneřałîş pê ekenê.
awřêkî serkewtiwane
le efserî dewr û piştî edatewe.
dway çinînî tořî tegbîr
dest ebat û
demançe peřebêlekey
le qedî xoy ekatewe
pêşkeşî eka be muşîr
înca ełê:
- heta êsteş
«şêx meḧmûd» wekû diřindey
kêwî waye
tuře û sirke
emanewê małî bikeyn małîy nabê
ême tê nageyn çî ewê?!
bûyn be pird û
le zeryawe şaristanîman geyande
deyan wiłat
hergîz, hergîz řêge nadeyn
ew ajawe berpa bikat!!
7
leşkirî hejdey firayzer
wek mêrûley řeş û sûrî
deştî tînû
bedway yekda řêçkebestû.
teqeteqî
espî ’erebane kêşker,
piřmey wiłaxî bareber,
viřevřî weřiskerî,
pasî textey
top le dwawe pêwe bestiraw
şestitîrî leser damezraw
tak tak hořnî qemere
sindûqî textey fîşekî
sermorkiraw
zorhełçinraw
çek û cibexaney fire
pyadey qiře,
henaseswar, bołebołker
dûsê fiřokey bałdirêj
peytapeyta
beser hêzda hatuçoker.
hawarî efserî swarey
emir derker.
giřey tenûrî ḧuzeyran
leşsûtêner.
hewrazeřêy piřûkêner:
leşkirî hejdey firayzer
qonaẍ‌qonaẍ
řêge ebřê û dête pêşê.
em nehenge tozawîye
kilkidrêje
demî gewrey dapçiřîwe
wa hatuwe
şax qût bida û
derbend bigrê!
* * *
pêş gerdugołî beyan bû
pêş kazîwe
tarîkî zyatir le řûnî
řeş le sipî.
le estêrey
qubey çaw xewałû zyatir.
leser zewî
neçawî bałindey namo
ne hî lûtke
ne hî çiro
hêştake hełnehatbûn
hêşta bijwên û daristan
her le xewî sewzyana bûn
hełnesabûn.
hêşta zewî
lêwqiłîşaw
xewî be awewe edî
hełnesabû.
lew kateda
be şaxî ewdîw derbenda
beser miley řewezêkda
ke her biznekêwî û beran
her bałinde goştixorekan
pêy ezanin û nazanin.
řêyek: ke çyay dak xoy
lêy win ebê û
şemał naçêtewe serî
řêyek: lûtke seru û binî
le yektir cwê nakatewe
hewr nayetewe bîrî.
řêyek: çawan bizir eka.
wek qumqumoke řengî xoy
têkeł be řengî werz eka
řêyek: befir be xeyałya
nehatuwe
hetaw kem řêy tê kewtuwe
wa êstake bew řêyeda
muşîr wek pişîle kêwî
danřîç
leşcîř
çing gîyr eka û
heł egeřê û heł egeřê
le dwaşewe
řêçke kulley
«sîk û gurge»
cê pêy pişîle heł egirin
wirdewrde ser ekewn
wextê muşîr
geyşte ser
dund û qutke
ewsa wekû qeleřeşke
bałekanî xoy kirdewe
piř be singî
heway řiqêkî hełmijî.
ke dageřaw çuwe xwarê
taze hetaw
pencey giznigî xoy eda
le qijî befrî sipî û xaw
8
ho be hoye, qirmeqirme
girmegirme, qirîweye.
leşkirî şêx
wa lenaw dawî asnî firayzera
leşkirî şêx
wa lenêwan dû daristanî agira
pyawekanî em leşkire gîrxiwarduwe
espekanî em leşkire řam nebuwe
wekû deyan masî giçke û gewregewre
kewtûne naw tořî fêłî
ałqe wirdî muşîrewe
toř beser şaxda kişawe
toř bezewîda xişawe
pan û poř mil dirêje
toř serêkî lew dîw derbend
ewî tirî le tasłûce
tepe tepe, nałe nałe
piřme piřme, şirîxeye.
em leşkire piłingêke û letawana
çote ser kilk
be dewrî xoyda xul exwa
ezrîkênê û zirîkekey
dar û berdî em derbende elerzênê
ezrîkênê û şaław ebaw her dû çawî
giřpirjênî
řiqî sûr da’egîrsênê.
letořaye û ewdîwî toř etoqênê!
* * *
wekû nîweřoy ḧuzeyran
şeřîş germe.
meterêzî emlaw’ewlay
şanî çya
qirmejnyan gwêy derbendî
keř kirduwe.
şestitîrekan le bêjnigî
deşt û dera
kujrawekan ebêjnewe.
canbêzar û pênictîrekan
be gulley tak
her ke derkewt
kasey seryan hełgirtuwe.
yek leser yek
gulletopî lew dîw derbendewe hatûy
lenakaw girmekirdûda
gêjełûkey dûkeł û giř
be çwar dewra dirust eka:
destî espê
qaçî naw demer qopanê
milê, serî
wek xiřkeberd, yan biniçkê
peytapeyta
legeł xoyda
eba û eba.
* * *
tawî ẍare. teputoze
ḧîley esp swargilane.
tepłî baze û lêdrawe
şêx hestawe
eweta leser xwanî zîn
çirayekî ber řeşebay dagîrsawe.
çepokanî espeřeşî
tewêł maroy kefeł panî
leser kilke û
singî be kiłpewe nawe.
eweta leser xwanî zîn
horeyetî
hore ebê be sozî xak
bekřûzey sileymanî
be henasey şî’rî «narînarî şa’îr»
hore ebê be zamekanî «şêx se’î» û
espeřeşeyş her taw eda.
yałî dirêj û xaw efřê
ke dêtewe em careyan şepol eda
efřêtewe û em careyan
likî feqyane maç eka
tepłî baze û lêdrawe
şêr kewtote naw tořewe û ḧepesawe
bełam hêşta eneřênê
bełam hêşta
gurgî çawşînî ewdîw toř
etoqênê!.
* * *
«sîk û gurge»y barîk‌barîk
řenge tîj wekû delûbîber
demuçawyan tarîk‌tarîk
wek şewezeng
wekû leqleq
qaç řût, qaç řût.
berpiştênyan piř le qeme
piř qedare
wekû jîjk.
beřîz her dên, beřîz her dên
ekewn û belada dên
řîz çoł ebê
dîsanewe řîzêkî tir
wekû řimî řeş û dirêj
eykenewe:
be hełbezîn û dabezîn,
be lûrelurê wek weřîn
şimşêrî tîj yek qulanc pan
bedestewe qurs û giran
hełkêşrawe
leber hetawa birîskey wişkikerî awî çawe.
* * *
nîweřoyekî direngî ḧuzeyrane
wek kizeba
teqe kize.
naw benawe
yanze tîr û ḧiske û mawzeř
le sengera
twêşûy giřyan pê nemawe.
ewa îtir:
têk řijane, hełpijane, hełdêrane
swar eglê, swar, epeřê
teputozî xakî tûře
asmanî bêřeng da’egrê
ḧîleḧîl û nałenał û girmegirim û
wişey kurdî û wişey hîndî
têkeł bejawejawêkî.
gewre ebê
nêze ser eka beska
xencer bo naw dił řa’eka
fîçqey xwênî fware bestû
le demuçaw, leqedare
le zîn û yał
le awzîngî le metare
heł epřijê
dar sûr buwe
berd sûr buwe
lał û pałe
ew leser pişt
em leser dem
qaçî bê ser
serî bê qaçe û kewtuwe.
* * *
her lelaşanî derbenda
swarey espî řeş taw eda
hełmete yan řeşebaye?
yaxud şêrêkî bałdare?
biruskeye yaxud ẍare?
ewe likî feqyaneye
yaxud befrî hełfiřîwî
ser çyaye?!
ewe piřmey espeřeşe
ya henasey germî sîney
girdekanî ser řêgaye?
ewe horeye û qetare?
yaxud çirîkey homaye?
her lelaşanî derbenda
le hełmeta
«kacnîs»êkî newey meẍol
xo mit kirdû
lepał qedî dartûyekda
espeřeşî
legeł casusî tifengida
tewaw cût kird
ke pencey na
bepele pîteda îtir
esp gila!
gila!
gila!
gila!
* * *
espeřeş ledway ḧîleye
yał biju kefeł xoławî
hełsayewe
wek bizanê
awřêkî
le swarî gilaw dayewe
nizîk gaberdêkî bin boş
şêr leser tenîşt kewtibû.
le dû lawe baz zamdare
le dû lawe dû kanîy xwên
heł equłên.
le dû lawe dû xunçey sûr
wa epşikiwên
le dû lawe dû zarî sûr
legeł espeřeşda edwên
nizîk gaberdêkî bin boş
swarêk û espekey tenya
swar zamdare û
ciłewî espîş berełła
nizîk gaberdêkî bin boş
be ciłewî şořî espa
swarey zamdar xoy hełwasî
leser sik û bexşexiş
esp eyba.
ta berdemî gaberd eyba
* * *
êste espeřeş betenya,
her xoyetî
kuřjin eka û swar dyar nîye.
çawanî wekû dû gułe
jałey teřî ber barane
kuřjin eka û şêx dyar nîye
gwêçkekanî
êste wekû
dûgeła çinarî sîsî,
hełwerîwî payzane.
êste yał û êste kilkî
bûne tutiřk û diřkezî
ḧuzeyranî em deştane.
kuřjin eka û şêx dyar nîye.
êste espeřeş betenya,
her xoyetî
namoy leweřgey xoyetî
wêłî wiłatî xoyetî
kuřjin eka û şêx dyar nîye.
* * *
ewa ḧemey yawerî şêx
şan xwênawî
wekû beranêkî pêkiraw
henase swar
wek henasey
singî pořêkî birîndar.
çawî tirsaw
wek dû hełmatî qaweyî
şewq pênemaw
beher çwar lada egêřê.
bin berd bin berd bepê dizkê
le espeřeş dête pêşê
wa ezanê şêx nemawe
axêkî quł piř be sîney,
xoy û sîney
espî bê swar heł ekêşê.
le espeřeş dête pêşê.
ciłewekey řa’ekêşê.
ta eybate pena berdê
her çonêk bê
swarî ebê û
boy der’eçê!
9
êste derbend, deştî derbend
jinêkî qijdûkeławî
siksûtawî řakşawe
çetrî řeşî gewałehewrî nebarî
leser serî xoy hełdawe
êste meydan, meydanî şeř
bokřûzî cergî kurdistanî lê dê
êste asmanekey mełbend,
her mangî xwênî tya hełdê
temaşa ke:
kuřî cwanemergî şax û
em pêdeştane bibîne.
lem ’erdeda penca dar sinewber nûstûn
lem deşteda penca estêre pał kewtûn.
penca goranî werîwin
penca gułegenim mirdûn
penca cogey sûr meyîwin
lenawyanda
tayerî ferxe û sey ḧesen
beranber yek
wek řezî sûtawî dûşax
dirêj bûn û
her temaşay yektir eken.
10
le tankêkda
firayzerî çaw bedûrbîn pê ekenê û
destî řast eda be piştî
muşîr’aẍay hemewenda.
tank hat û hat
ke geyşte gerûy derbend
dûrbînî le çaw kirdewe
be singya şořî kirdewe le tankewe
serêkî kêşaye derê
wa êstake gurgî çawşîn
çawbeşaxî
dest hełbiřîwî yexsîr û
textî tewêłî şikawî,
pêdeştekanda egêřê.
înca řûy kirde muşîr û
witî:
- şêxim ewê!
tank hat û hat
wextê le derbend awa bû
bem dîwda hat
ceneřałî pîredałaş
beserhatêkî dêrîney
lenaw hewrî xeyałewe,
bebîrda hat:
«hêşta mesîḧ
wek gułî sipîdar hermê
nepşikûtû bû, çawanî.
lew demeda xakî yonan
daykê bû serî le hewraw
çiray destî
hoş hełkirdûy
beser dinyada eyřiwanî
kuřî wekû «le’unîdas»y be şîrî
memkî piřî goş kirdibû.
kuřekanî teřlanî dewrî serî bûn
ewîş hêlaney naw diłan
kuřekanî dîwareşaxî dewrî bûn
ewîş xerman
ew řojane
xunkar nebû destî bigate damênî
kirase sewzekey yonan
yan kê hebû ke bwêrê
tenha gułê bikatewe
le qijî xawî naw baxan.
hêşta mesîḧ
wek gewałehewrî sipî
neçû buwe naw asmanewe
ew befrêkî nebarîw bû.
ke leşkirî
limoz řeşî parsî êran
wek berazêkî yekane
be ararata werçerxawe
řûy şifrey xoy,
kirde yonan
le mełbendî «tesalya» y,
kakoł sipî gona’ałda
beraz geyşte ber dergay
daxrawî derbendekey «termopîl»
«le’unîdas» piştî panî
na bedergay derbendewe
«le’unyas» eçuwe çawî berazewe
heřeşey mergî lê ekird
şaxî beserda eřûxan.
her ewende û îtir beraz
wek kewtibête zelkawî
xemxorkêkî qutderewe
çeqî û her serî ba eda
bełam «efyałit»
bełam «efyałit»y sipartî
kuřî řeşî «tesalya»y
çyafroş
baranfiroş
hetawfiroş
řêwî mełbend bełedî řê
newîy le gwêçkey beraz û
derî hêna
kewte pêş û be řêyekda
ke xway «ołimp»yiş neyzanê
kirdinî bewdîw derbenda.
ceneřałî pîre qajû
lew bîrî xeyałe qûłey têy kewtibû
ke hate der
yekser seyrêkî «fyałit»y
kuřî řeşî kurdanî kird
ewsa îtir
bizeyekî zerd wek çizûy
zerdezîře
bizeyekî nax hełkene,
řeş wekû mêş
wekû gene
le lêwî nîşt.
înca dûrbînî sersingî hełgirtewe
nay be çawyewe û wityewe:
- şêxim ewê.
* * *
ewa êste
serqapî tank hełbiřawe
demî tendûrî asnîn berełłaye
sûk‌sûk eřwa
lem sateda
çend bałayekî kem nebê
hemû şitê bo firayzer leser çoke
lem sateda
çend laqêkî zor kem nebê
hemû şitê leber demî firayzerda
qaç lerzoke!
tank her eřwa
sûk sûk eřwa
ewa êsta
tank řawesta
seryan le tendûr derhêna
hatne xwarê
leber deste řastewe
bo çiřûkî deşt û leş û
qij û yał û xwên têkełe.
lepêşewe
muşîr eřwat û bon eka
xawen tełe
kuřî řeşî em derbende
bebon cê pêy şêx heł egrê
lût leser zewî hełnabřê
heta egate bin gaberd
lepřêkda da eçłekê
çend hengawê
dête dwawe û eqîjênê û
dest bo firayzer heł ebřê
înca ełê
- şêxt ewê?!!
- 11 -
bo sibeynê, bo beyanî
her ke yekem çepke gizing
lekelewe
hełfiřî û xoy hełdaye naw,
sîrwanewe.
«bemo» xoy bînî le awa.
lew kateda
be kenarî dawên teřa
wek pełehewrêkî sipî
şwanêk û řane meřekey
berew bijwên da’egeřên
le dû awan
şwaney ’aşiq leser berdê
řû lehetaw
têy çirîkan
le beytêkî têçrîkaw
ta ewsate
bergiwêy sîrwan
bergiwêy bemo nekewtibû
her ke bîstyan
řewez şêt bû
kejan xoyan řa’eweşan
beyt bû.. beytî bazyan
bo şêxî berdeqareman
* * *
bo sibeynê, bo beyanî
her ke yekem şeqjinî mel
gełayan xeber kirdewe
nizim.. nizim hełfiřîn û
bałyan werda «zirêbarLocation»
le kêłgekey ew berewe
xałey cûtyar
xo hełkirdûy desquřawî
serî bo «şaho» hełbiřî
le horeyek têy çirîkan
ta ew sate
ne zirêbar û ne şaho
ber gwêy sûkyan nekewtibû
her ke bîstyan
şepol lay daye bestên û
demî xuřey xoy tund girt û
hajey biřî
şahoş dirextî baweşî,
řa’ejenî
hore bû horey soztikên
bo bazyan
bo şêxî berdeqareman
* * *
bo sibeynê, bo beyanî
her ke yekem pełehewrî
wêł û namo
gozey xałî xiste ser şan
çû bo baran
wextê geyşte ser serî
gomekey «wan».
bo belemêk taq û tenya
çetrî sêberî xoy hełda.
masîgrî gupqûpawî
şeřwałdiřaw
wextê tořekey kirdewe û
be herdû dest
tund ḧeway da
bo naw aw û
bo ew bextey ke ew eywîst
îdî lepiř
le lawkê têy çirîkan
ta ew sate
nehewrî ser,
nemasî bin,
ber gwêy hîçyan nekewtibû
her kebîstyan
letawana hewrî namo
gozey piřî ledest berbû
firmêskî hawîney dařişt
pole masî cût‌cût hatin
naw tořî ledeng nizîkyan,
kird be mołge bo gwêgirtin
lawik bo lawkî coşdan
bo bazyan
bo şêxî berdeqareman.
12
le dway pitrîş le şest sał
le şarêkî bałasûrî
befir le tewêł nîştuwa
le şarêkî dûsed sałey nenûstuwa
le geřekêkî dest û qaç qiłîşawa
le xanûyekî serpeřî kurtebałay
bê henawa
lenaw jûrêkî yek çawa
le şewêkî qijsipîda
şa’îrêkî em serdeme
be çwar mişqî danîştuwe û balîfekey
leser řanî xoy danawe
legeł wişeda řê egrê
legeł wişeda řê ebřê
bo bazyan
bo şêxî berdeqareman
dastanêkî nwê enûsê