dastanî mameyare

From the Book:
Rûbar
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 15 minutes  1036 views
diłdaranî çyay «botanLocation»
bedem şiney «lawik»ewe
eygêřnewe:
hemû sałê: mangî gułan
demew ’esrî řojêkî sewz
bo çend satê
çawyan lêye: wa kake memPerson
le kejawey
hewrêkî sipî nizmewe
behêwaşî
dête xwarê û
lenaw xermaney gułałey tiropkêkda
řa’ewestê
çaw egêřê
hatotewe û çaw bo «xatû zînPerson»egêřê.
diłdaranî çyay «şaho»
bedem şepolî «hore»we
eygêřnewe:
hemû sałê le řêbendanî zistana
beyanî řojêkî sipî
bo çend satê:
çawyan lêye «biraymokPerson» hatotewe û
lejêr taqî pelke řengîney ser befir û
leber pencerey hetawî gurgezêda
řawestawe û
çaweřwanî derkewtinî «perîxanPerson»e.
diłdaranî şaxî «goyjeLocation»ş
bedem qaspey «qetare»we
eygêřnewe:
hemû sałê le mangî gełařêzanda
le xorinşînî řojêkî xemawîda
çawyan lêye:
mameyare espiswarêkî ẍemgîne û hatotewe
çaw egêřê
çawî piř pirsyar egêřê û be nermeẍar
seruxwarî «sîrwan» eka.
mekoy xulyay
her wek çimkî,
mişkîye řeşekey ew sere bêsrewtey
dêt û eçê
wekû sîrwan xoy kirdibê behenawya
le nêrîney azarêkî bê bwarda.
şepolî ’eşqî heł eçê
berebere
xulyakan ebin be pile û
dane berdî xizî «bemo»û
beseryanda heł egeřê
lew berzewe
mameyare, esutêt û çaw egêřê
mameyare, cêjwane konekanî bedî naka û
dû sê diłop firmêskî řûn
dêne qise û
lepaş tozê
lenaw çałî çenageyda wişk ebnewe
le piřêkda:
mameyare, le piřme û ḧîley espeşêy
şełał be ’areqî şîn û morî řêge
da’eçłekê:
- çi karesatêkî çiře
çon bitbînim?!
lem temeda
ne liq çawî wa le «pele» û
ne pel gełay xoy ebînê
çi karesatêkî çiře!
şepol zirîkey şepolî
tenîştî xoy nabîstê û
řoj se’atî xoy win eka.
minîş xemêkî řîşsipîm
le mabênî «eskî koyeLocation û şarezûrLocation»da
serî biřawî řołey xom
legeł xomda egêřim û
le çawanî ebłeqbûyan
wird ebmewe.
«ew çawane:
gułałey hełpiçurkawyan lebnidaye
estêre û mangî kujrawyan lebnidaye
termî ḧeyran û lawkyan lebnidaye»
maçyan ekem
dest be qijyanda ehênim
yekeyeke eyandiwênim
ay ke ’umrêkî dirêje
min serî sewday, biřawî
kuř û kiçî xom edwênim
çîm lê eken?!
zor siteme dar be darî
daristanê hemûy bigrê û
toş netwanî
firmêskî çawî gełayek çîye bîsřî!
zor siteme
lem heware çołaneda
bijît û gwêt
le kotełî bêkotay û lawanewey,
kej û kêw bêt
merg: dałêkî bałřeşî řimûzne
çawim lêye:
bał le xwênî,
leberřoştûy gundekanim
wer’edat û eqîřênê û
bangî nehate sał edat
çi karesatêkî çiře
çon bitbînim?!
- mameyare, espiswarêkî tûřeye û
hatotewe.
berew her mełbendê eçê
xwên ciłewî lê wer’egrê
řû ekate her telanê
pepûyek dê û
leser qełpozî zînekey
heł ekurmê
lenaw temda
ḧîley espeşê haware
mameyare: feqyanekanî heł eka û
yek dû awzengî lê eda.
wekû newroz heł egîrsê û
eçrîkênê: kê diłdare?!
- ho mameyare, ho mame
ew dałe «necîb paşa»ye
ew berde kêleş leserî hełnîştuwe
cê nizirgey
dwaxewî «eḧmed paşa»ye
-«necîb paşay»y ser leşkirî
sułtan ke hat
destî naye bînî guł û
nanî kwêr kird
be «řim» serî
wişey nalî û kurdî hełgirt
le dûkełda «koye»y xinkan
çi karesatêkî çiř bû!
- bîgêřnewe!
berebeyan leser singî eskî koyey
erxewanî. qirîwey swarey baban û
ḧîley esp û girmey topî mameyare le derbend û
şîw û dołî samlênîştûy xewałûda řijane naw
řîzbeřîzî şiłejawî turkanewe. dengidanewey
nałey eşkewt. gêjełûkey jêr simî espî
serkêş û birîsk û huřî şimşêrî behesanî
řiq tîj kiraw, dirêjeyan da be cengî şewhetaw.
necîb paşa her wekû dałekerxore leser
girdê hełnîştibû, le xem xorkî qînî kurda
fermanekanî eçeqîn. tirsîş wekû darkunkere
diłî exward. lew sateda mameyare hełoyekî
berzefřî çawgiřdar bû. beser serî ew
dałewe giřî exward. dał toqîbû. hełfiřînî
bîrçûbowe. qîřey geyande estembułLocation.
fêstekanî babî ’alî girdibûnewe. firyay kewtin
řengî pîlanêkyan bo řişt pîlanî dû ser
way ewt:
1- sułtan bawke
diłî bawkîş
le befrî «pîremegrunLocation»y
qełem řewî babanekan sipître
le bexşînda
destî sułtan
le mêrgekanî «şilêr»û
deştî «bîtwên»sewztire!
sułtan fermûy:
le naweřastî meydanda
dewarêkî sipî hełden
ser berew xwar řim û şimşêr hełbiwasin
xwa bixene nawendewe
le cêy ała qur’an hełken
2- le bîrtan bê
pwaz çû bo kwê dway kewn
«lîre» sîḧre û birîqekey
awî çawî kełeswarî baban ebat
«lîre» sîḧre û byandenê
ke weryan girt
ebne tûle û dwa ekewn
- giřî pîlan, wek le wişke pûşî deştî
hawînêkî direng berbê
heta ehat le ordûy swarey bebanda
etenêwe
lenaw çałî kune qînî
çend diłêkda
her pis mamî «eḧmed paşaPerson»
askî wefayan ser biřî
xwênî bełên, tik tik be řîş û simêłî
řû zerdana hate xwarê
meşxełanî hełmetî swar damirdewe
topekanî mameyareş
ew řojane
leber sêberî dewarda
xewyan lê kewt
çi karesatêkî çiř bû!
- dał pişûy da. dał têrî xward. dał kewtewe
berzefřî. dał be nînok erzî edřî.
şeřî be řeşeba efroşt. lîrey řo kird.
xeznedarî eḧmed paşa kurte biney dił diřkezî
ke lîrey dî çawî çinokî dapçiřî leber demî
awêneda xoy ebînî bote paşa kiław û mişkî
fiřê da û fêstî sûrî kirde serî le berdemî
awêneda qaqa be swarey beban û mame yarewe
şax û dax û dêy siksûtaw pê ekenê leberdemî
awêneda xoy ebînî řawestawe û leber pêyda
be çokda dê: silêmanîLocation çi karesatêkî çiř bû
- řojêkî tir, tarîk û řûn
leser singî «eskî koyey»erxewanîy
swarey sułtan
wek bawboran
wek birûskey pêş řêjney
hewrêkî tał
wekû lûrey řewe gurgê
diřyan be gewe û lûtkeda
hatne pêşê
wekû mafûr
deştekanyan pêçayewe
kiłpey naw demî ejdîhay deştî koye
asnî tya etwayewe.
sam: lafaw bû
lenaw samda
her betenya mameyare
wireyekî dagîrsaw bû.
- ey mameyarey betenya
cêmaw lenaw jîlemoda
wa swarey turk
geyştine ser topekanit
zamî bask û defey şanit
ziney xwênyan geş û řûne
gułebax leser feqyanet
enexşênin
çawman lêye:
le serçopîy mergî xota
beranber xor hełyan ebřî
ke xor û xwên egen be yek
bałat ebête awêne û
şewqêkî sûr edatewe le çawî kej
ey mameyare... to êste
bew girdewe...
dar erxewanêkî tenyay
dêyt û eçî û..
mirdin be bałay jyanî
lûtke ebřî!
- ta çaw biřka ordûy kulle zerd eçnewe.
řeş eçnewe. turkî kulle jyan her be kałî
exon. ałay sułtan asmanêkî xwênawîye
«mang»y xoy etik kirduwe. ta çaw biřka pelupoy
řeşdageřawî darî sûtaw termî kêłge û deẍłudanyan hełgirtuwe.
- sułtan: desniwêjî be xwênî sawayanî
kurd şituwe. jinî sułtan be kil çêwkî
zuxałî êskî «ḧebîbe»û «şem»y şeyda
ew çawaney xoy řiştuwe.çi karesatêkî çiře
- zamekanî leşî yare
dem û lêwin
ew wextey top egirmênê
nim.. nim.. nim.. nim
ebarête ser xołemêş
guł le agirda epşikiwê
çi werzêkî
nebîstiraw û nebînrawe
«kê key dî
xezan: gułan biřwênê»
- hatne serî zewî û asman wek dû berdaş
leber çawî exulanewe û eskî koyeyan ehařî.
dirextî kej ser berewxiwar ebûnewe û be qij xoyan
heł’ewasî. řojawa eçuwe řojhełat. lûtkekan
beser binarda eşkanewe. «bewr»y zamdar eynirkan û
řakşabû. jendirmekan be çwar dewrya sungîyekanyan
kirde ełqe. ełqe le dîlî birîndar esłemêwe. hengawêk û
dû hengaw û heta ehat ełqey sungî baznêbû
tesk ebowe. lepřêkda: bîst destî řeş
dirêj bûn û dayan beser bargîrêkda û be çwar laney
řiqêkî estûr û zibir şetekyan da. bargîr řûy kirde
xêwetî necîb paşa
- yarey zamdar
yarey diłdar
gurîs le zam şetekdiraw
beser piştî wiłaxewe
řê ekat û,
wirdewrdeş
kizebayek, beşêneyî
le başûrewe heł’ekat
kizeba dê û
be çirpe basî tawanî
xeznedar û xizim û xwêşî
napak ekat.
kizeba dê û
be çirpe basî azayîy
mameyarey feqyane sûr
bo gułałe zîndokanî
lařê ekat.
wiłax eřwat be hewraza
dîlî zamdar bo berdemî
xêwetî paşa ser exat.
- leser deyan estûnî zîw
qubey awrîşmînî xêwet
hełdirabû.
xor bew dîw mileda dageřabû
lenawewe:
cêgey ḧerîrî řengawřeng
leser doşek û ser kursî
ełqebestûy
naw dîwexan řaxrabû
be dîwarî berew jûrda
pêstî piłing û dełek û
wêney sułtan hełwasrabû
«kuřî paşay ber çilçiraş»
lenaw qaqay pêkenîn û
camî badey estembułda
wek gêlas sûr hełgeřabû
lenaw perdaxî zêřînî
berdemî necîb paşada
çepkê gułî
kêwî koye, danrabû
lew şeweda
ew gułane
çend çawêkî lêł û pêłî
namo bûn û
be bêdengî
egryan bo: mameyare!
- ke řoj bowe hêşta dûkełî henasey
pêdeşt û şax, dûr û nizîk. le asmanêkî
xamoşî řengimsînda pêçêyan exward. eskî koye
şehîdê bû le kifnî zerdegya û pûşî ser
tabûtî laşeyewe hêşta xwênî leber eřoy
bonî mirdin û barût û lakî esp û parçe peřo û
koteredar. egeyştine lûtî gundî dûrebnar
ke xor hełhat wekû ewîş bo yekem car
çaw le koyeda hełbênê, lenêwanî her dû kelda
namoyekî ḧepesaw bû. řengî aso wek řuxsarî
şořejnêkî sîlgirtû zerdêkî hełbizřikaw bû.
necîb paşay peř beserî sing be nîşaney
zêřînî sułtan nexşa û, tawsê bû fîzî bayî û
řengawřengî gîv kirduwe. le xêwet hate derewe
bastonî yaqût beserî beranberî «heybet sułtan»
řa’eweşan. be kilkî baston yek dû car teqey
le çermî çekmekey qaçî hestan, bołeyek û fermanî
daw jendirmekan wek zerdewałe wirjan, hêndey nebird
demuçawî mameyare tûře: wekû gêjenî aw.
lenaw pełe qemeyekda hate ber çaw. wirdewrde
demuçawî naw qefezî sungî û qeme be azar qał
hate pêşê ta geyşte berdemî dał
- kewate toy mameyare?!
- bełê minim mameyare.
- çi şeytanê
çûbuwe bin kiłêşey towe?!
çi circêkî kafiristan
derûnî toy heł ekołî
çon betenya eçûy begij
gerdawî beḧrî sułtan û
bêşełanî biłêseda?!
- derûnî şeytanî tyaye
guł û nan û aw bikujê
tenya nebûm
min darbeřûy kejekan û,
şî’rî «nalîPerson»m legełda bû
tenya nebûm
min řoḧî sipî mewlanem
le tekda bû
min heqê bûm, xom... xom
le piştewe pêka
min sertopçî ordûy xom bûm
pêm witrabû
çare nûst:
be zincîrî
topekantewe bestirawe
min ew zincîrem berneda
- ey êstake?!
- êste dîlim
min mirdinim
zor car řawnawe ta êre
řamewestin
ewe şimşêrî destitan û
ha eweş textî gerdinim.
- dujminî aza nakujim.
- bîbenewe -
- ey mameyare
ey kiłpey naw qefezî
şewî êste
damemirkê
ke çawanit lirfe eken
be piştawpişt
tarîkî bo dwawe hełdê
damemirkê
ke çawanit giř esênin
dał hest eka
peř û bałî esûtêt û
nêzey tirsê le bêxewe
pêkenînî dwênê şewî
heł ekenê.
ey mameyare to wiret
gêjawêkî tirsinake û
xêwetekey necîb paşay
tya exnikê
ey mameyare to êşî û
keçî çiray ḧeyranî sûr
leser serî xot heł ekey!
- karwanî şew karwanî řoj řewyan kird û
wirdewrdeş azar: zamî leşî dîlî
mame yarey becê ehêşt. goşte û zûnî
konebrîn beser pêstî řeng kêłgewe
nexşeyekî biçkole bû le xak û xołî bêjraw û
le girdołke û bax û řezî sûtênrawî mîrinşînî
baban eçû karwanî řoj karwanî şew koçyan
kird û carêk dûcar dał le diłî xoyda witî:
«eger serkêşî wek yarem
legełda bê..
min bo sułtan
çîn û maçîn
asman egirim
çyakanî hîmalayaLocationy bo ser ebiřim»
- bełam yare
birînêkî ’asî û gîre
zamî xak û zamî leşî
neda be pare û be lîre
bo babî ’alî û bo sułtan
«pîremegrun»y serî xoy
danenewan!
- ey çît ewê?
- tenha yek şit
- çîye bîłê:
- řêgem bidey carêkî tir
heway goyjeLocation hełmijmewe û
des kemewe milî ezmiřLocation
řêgem bidey carêkî tir
silêmanî bibînmewe û
wek mindałê le baweşî
«pîrmesûrda» aram bigirim
řêgem bidey
qumê lew awey serçinar
bixomewe û
înca bimirim!
- mameyare geřayewe
êste şarî silêmanî,
bêwejnêkî řeşpoşe
lejêr dare ẍembarekey
«şêx hebase»
koterey ejnoy nawe be kwanûy
sîneyewe
pirçî şew ehonêtewe
çi kotełêkî besame
mameyare: espî bê swar
be çwar dewrya egêřêt û
řankuçoẍey
- xwênkîy.
şehîdî dawe be piştî
řûtî espa û
simkołan û ḧîley espîş
le hajey şîn û şepořda
têkełî sîrwan ebnewe
çi karesatêkî çiře
çon bitbînîn?!
- sał hat û řoy
bełam xorî kurdistanî
le asmanî xwênda gîra û
her ber nebû
tabûtî şewî řîzbestû
hewełî bû, dwayî nebû
îste yare
pîremêrdêke kołewj,
legeł hemû bebadanî
dûkełêkda
jîlemoy tendûrî naxî
têk heł eda.
legeł hemû awřêkda
qułpî giryanêkî taze
le espî koyey singêwe
serheł eda.
êste yare,
janêkî piştikomaweye
yadêkî goçan be deste û henaseswar
be kołan û bazař û şeqamî şarda
sûř exwat û
serî biřawî řołey xoy
legeł xoyda egêřêt û
le çawanî ebłeqbûyan
řa’emênê
lepřêkda
mameyare leber dergay mizgewtekey mewlaneda
êstêk ekaw eçête ser sekoyek û řûy hetawî
xoy ekate nisêy derûnî ew xełke û pêyan
ełê:
- bangitan ekem
lem şwênewe
taşeberdî hawarî xom
fiřê edeme naw gomî
meng û kipî.. diłtanewe
em bêdengîye nekujin
etankujê
ew dełe dêwe ser nebiřn
sertan ebřê
a em teme řanemałn
xwaş win eken
liq ebê çawî le pel û
pelîş gełay xoy bibînê
- min mirdûm û êwe zîndû-
yek cê bêłn
sed carî tir
«eskî koye» ejêtewe
lecyatî xemî yareyek ebê xemî hezar yare
le dewrtan ko bêtewe.
gwê řabgirin
her xwa namrê, wesêt ekem:
min namewê be mirdûyîş hawsêy gořî
xeznedar û napakanî eskî koyey şaxfiroş bim.
min le seywanda menêjin ewan lewên.
cyam kenewe her betenya le singî girdî gułanda
bimşarnewe.
- řoj hat û řoy beyanîyek le beharda
girdî gułan mameyarey le baxî singya şardewe
girdî gułan çinarêkî hate qise û bedem şiney
«ba»we witî: le êstewe leber pîrozîy
em pîre wa nawî xom lem heware ekemewe û
nawî enêyn girdî yare
- ey mameyare
ey mêjûy giřmołebûy
kuncî azar
le xorinşînî çawanta
kazîwe exwênêtewe
le konezamî leştewe
heta êsteş
bonî barût dête lûtman
ḧîley espeşêkey toye
hemû řojê
lew berzewe
besermanda eḧîlênê û
bangiman ekat.
- ewa emřoş
mameyare espiswarêkî zor qoze û
hatotewe
leser lûtkey pîremegrun řawestawe û
hawar ekat
em bêdengîye nekujin
etankujê
ew dełe dêwe ser nebiřn
sertan ebřê
a em teme řanemałn
xwaş win eken
liq ebê çawî le pel û
pelîş gełay xoy bibînê
mameyare espiswarêkî tûřeye û
hatotewe
berew her mełbendê eçê
xwên ciłewî lê wer’egrê
lenaw temda
ḧîley espeşê: haware
mameyare feqyaney sûr
heł ekat û
yek dû awzengî lê eda û
wekû newroz
heł egîrsê û
eçrîkênê:
kê diłdare û
kê diłdare?!