emin wek perçemî canan emin wek perçemî yarim

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  1177 views
emin wek perçemî canan, emin wek perçemî yarim
le layê xaw û sergerdan, le layê mest û bîmarim
deba bigrîm, binałênim, ke wa têkçû ser û karim
diłim dana le řêy diłber, ne dił bom bû, ne diłdarim
diłim keyle le mîḧnet, wa řewane xwên le zamanim
le gêjawî bełada ẍerqe ser heta be damanim
le destî keçřewî gerdûn le kûrey fîrqetî ẍemda
be daym her wekû qeqnes ḧerîqî nar û ḧîrmanim
wesîyet bê mebin dûdił ke nada menfe’et pêtan
minîş dû dił bûm axir êste boye wa peşîmanim
xuda taday be min way da be carê wesłî dû diłber
..............Missing felek çon kirdî tałanim
wekû kurdîPen name le dû cejin bû le naw ḧîret û derda
emîşim çû ewîşim çû be carê małî wêranim