nasḧî muşfîq û wey wa’îzî aşufte diłan

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 2 minutes  443 views
nasḧî muşfîq û wey wa’îzî aşufte diłan!
şawîrî ḧa’îr û wey mudbîrî emrî xecłan!
çareyî ’îlletî ḧîrman û deway me’yûsî!
momyay şerbetî sewda ser û řencîdetan!
beqye dûzî cigerî let letî şimşêrî cefa
merhemî sîneyî mecrûḧî senanî hîcran
wa řegî ’îlletî bêçareyî wek min xeste
bê nizarey řuḧ û bê tecrubeyî nebiz û zeban
zahîren decleyî lutif û keremit hatewe coş
boye řeşḧey qełemit carîye bo teşneleban
nameyêkit be kerem kirdibuwe zîbî teḧrîr
bo necatî dił û aramî ten û řaḧetî gyan
munşerîḧ bû ke eger to hete de’yey merdî
qet mebe talbî sîmîn beden û mah řûxan
gwê lemin bigre demê nasîḧî piř lutif û kerem
ta ’eyan kem be to em derde, çi zahîr, çi ’eyan
ewî řûy dawe lemin karî diłî bedbexte
wa minî kirduwe bo tîrî melamet be nîşan
bê dił û gwê û nesîḧet negir û serkeş û řend
sipłe û herze û ewbaşî bed’etwar û nezan
ta le lay min bû le men’î nedebûm qet ẍafił
geh be lome û heřeşe, ga be dexîl û aman
ke ewîş zanî emin ewme leser men’î ewî
na’îlac axrî kirdî le minîş ’etfî ’înan
sałe wextêkî buwe êste be meḧkûmî kesê
farîful bałe le te’ney min û lomey dîgeran
ewe ser menşe’î îfsad û emin bednawim
ewe mustewicb û min kewtime zecir û lêdan
ger bedestim dekewê şerit bê lepêş çawî to
cařs û muftezeḧî kem wekû kurdîPen name le cîhan