hełgurdî «p. m»

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  566 views
řêy hekare
řeşayî her řîzî pêşmergey werîwî
naw kiřêwe û befranbare
qed û bałay em diłdare hejarane
bûn be awêney sehoł û,
memkî biřawî şîrîn û xatû zînî
kurdistanyan têda dyare.
řêy hekare û eman nanin
nan le birsa belada dê.
řêy hekare û eman awin
aw tînwêtî û wa exnikê.
řîz ewerê bełam eřwat û nawestê
her hewraze û her řeweze û her qutkeye
be xêłî merg
řê tenrawin
her ladêye û her şaroçke û her penaye
be hezar dawî barîkî tełey sinûr
wird çinrawin.
* * *
řêy hekare û
lenaw befra řîze hêşû
denk, denk heł’ewerên
wek dewrupişt
wekû siruşt
çawîş tenya sipêneye!
deng: bestiwêtî û
tenha řêgeş, em řêyeye.
* * *
lenaw řîzda ḧewtem diłdar
lawaz ełêy tûłebîye
nawçewan pan, biro tenk
kewanîye.
wekû behê řengî zerde
çawekanî dû wenewşey
řeş û sîse
simêłîşî qetranîye.
gupekanî têk qupawe.
wek pełgegya lêwî barîk,
pêłûy kemêk heł’awsawe!
em «p.m»y şax û herde
le şar nawî miḧemmed bû, nanewa bû
bełam wextê ke ḧesarost
witî were û bû be dostî
leber xatrî çawî cwanî
leber diłî mêrgî sewz û daristanî
nawî gořî
em diłdarî şax û herde
îste wa bo sałê eçê
nawî tazey ew «hełgurd»e
* * *
řêy hekare
řeşayî her, řîzî pêşmergey werîwî
naw kiřêwe û befranbare
wa «hełgurd»yiş wek qułingî
ber şeware
çawî řêşkewpêşke eka
serî wek bêjeng esûřê.
hełgurd askî laq zamdare
tekanêk eda û eçeqê.
henasebřikêy kewî sing
bał lêk edat û hełnafřê.
çolekey dił be astemê
nûzey lê dê.
hełgurd wekû şepolêkî
hîlak, mandû
çon nagate ew ber aw û
le nîwey řêgeda emrê.
îste hełgurd bałay çiray
wirde wirde belada dê
îste hełgurd leser befir
nemamêkî bê pelupo û
řakşawe û
be tenha çawî ebînê!
* * *
řêy hekare
řeşayî her le dûrewe
padgayekî ser sinûrî qulle dyare
řîzî birsî, řîzî diłdaranî mandû
geřanewe ser hełgurdî nîwe mirdû
wityan: ejît,
ew padgaye
agirî tyaye, nanî tyaye
hełti’egrîn heta nizîk
dergay ewê
boçî bimrît ey hawřê?
hełgurd bizeyek be astem
kewte ser lêwî lerzokî
înca witî:
- birayne! becêmbêłn
lem befreda becêmbêłn
min lêreda eřwêmewe
sałêkî dî serdanim ken
embînin çon be pêwem û eşnêmewe
êwe řêgey keł jyantan nîşan dawim
lûtkem û naçemêmewe!.
birayne becêmbêłn.
eger beharê hatnewe
embînin min
giřî newrozî em yałem.
eger hawînê hatnewe
embînin min
deẍłî bepîtî ew sałem
birayne!
mewestin řêge tewaw ken
min ba negem, êwe bigen.
* * *
befir ebarê
řîz, řîz, řîz, řîz
beser leşî sardusřî
em diłdare tenyayeda
befir ebarê.
pencey kilû çawî em ’aşiqey lêk naw
her bo ewey sermay nebê
ewa îste
twêjał, twêjał
day’epoşê.
ewa îste
her bo ewey em diłdarey lê zîz nebê.
be tewawî girtye koşî.
befir ebarê û kiřêweye û
êste cêgey em hełgurde
jûrî henawî coşxiwardûy
kurdistan û diłî kurde.