řwanîn

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  590 views
le pencerey çaw xewałûy jûrmewe
wek bałindey ber hêlaney ḧepesaw!
serinc edem le «asos»y
biro û birjang, řidên sipî
nawşan panî, mil barîkî hełkişaw!
* * *
leser kawan «ba»y bizêw û peleker
hellacêkî şêtokeye û tûřeye
şîkirdinewey lokey befrî lew, ke le
dengî çekey nawbenawî
diringeye û dimeye
«diring, diring, dim, dim, dim»
bo berew xwar wek bixlîskê
be çirkeyek egate gwêm, lêreye.
* * *
pełehewrîş, kułincey ber
daristanî kakoł û qij ałozkaw
hêşta teře û lêy etkê
diłopî sardî befraw.
* * *
le gwê çemîş, leşî dirext
bêkirasin, řûtuqût
le serewe be ełqaw’ełq řawestawin
seyryan eken şaxî hawsêy kiław qûç.
le sermanda gopkey lêwyan
go nakat û elerzin
tozêkî tir em nisêye
em sêbere cêdêłn
her ke gizing girêy zuqmî
dest û pil û qaç û qulî kirdinewe
îtir ewsa
yeke yeke bo ber hetaw řîz egirin.
* * *
pêşmergeyek, hegbe be koł, řîşhatû
tîskey tifeng, simoreye, řewtî gurc
be barîke řêgey girda şanewşan
be pajney pê befrî şewê xirçexirç
eşkênêt û eçêtewe bo «sêrwanLocation»
ey pêşmerge! ey hawřêy birsêtî!
lepêş minda «goran» witî: tebî’et
hergîz hergîz bê řûnakî enwênê
eger azîz zerdexeney şîrînî
wekû guław be serda nepirjênê.
minîş ełêm ey pêşmerge!
ey hawřêy hejarî
kurdistanim, qełemekem, yarekem
ne bextyar, ne serberzin, ne cwanin
bê çekî to, ey hawřêy azadî!.