mizgênî

bo hawřêm «’umer ’ebdułła»
From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 5 minutes  770 views
de sał bû hewrî ser «daban»m
janêkî gîrxiwardûy nebar bû.
wek kiçî dezgîran dîlkiraw
binarî dabřaw le lûtkem:
xemêkî bêdeng û
melêkî bêcût û bêyar bû.
de sał bû dirextî gerdaney şedełem
beyanîyan, nîweřwan, êwaran
ke nîgay gełayan
berewjûr heł’ebřî
be tenha gerdinî xwênawîy çyayan ebînî
her tenha pêwenî
hewrazî yexsîr û
dest û pêy řê řê bûy
kejanî çaw sewzyan ebînî.
de sał bû, de qifłî jengigirtû
le zarî hetawî ser befir
le quřgî eşkewt û
le demî şepolî řûbarim dirabû.
de sał bû be kulley be’sîyan
çwar dewrî xermaney tiropik û
gułcařî ewînim gîrabû
yasaẍ bû hellacim
pêkenê û des berê
bo qijî naw řezî sûrdaşim
yasaẍ bû, kejawey tirîfey ser daban
dageřê û biçête jwanî
kanyawî- mêrgepan-.
yasaẍ bû, qedeẍe, yasaẍ bû
sergełum goranîy biłêt û şedełem gwê bigrê
yasaẍ bû wek şî’irim, gułî sûr
bała ka û pê bigrê!
de sał bû, de sał bû, de sał bû
em diłe henarem
be çingî řebaye eguşra
de sał bû, nwałey em singeş
pêxustî postał bû
* * *
fermanî şehîde, dirextî řê witî:
kuřanî mełbendî yek û dû ha destim
fermanî şehîde û şax witî:
kuřanî yekêtî, ser kewne ser piştim!
wa eřon! sê řêçken, bebê deng
dîwarî nîweşew kun eken.
wa eřon! sipardey bałindey kujraw û
karêzî xinkawî kurdistan
bo lay xor ser exen!
ser kewn! berd witî: min hêzî qaçtanim!
ser kewn! ba witî: min wizey destanim!
ser kewn! baz witî: min tîjîy çawtanim
ser kewn! nan witî: min twêşwî řêtanim!
ser kewn! ser kewn!
gel witî: min wirey nawgyan û
min gulley çektanim.
* * *
çwar se’at! çwar sede, çwar newey dahatû
ebête sirûdî serdemî.
çwar se’at! xwênî min, xwênî xak
dastanî daban û hellacî
pêşmergey enûsî.
ey dinyay keř û lał! ezanim nambîsî.
bełam min gelêkim
ta dwênê şořşim pizîzk bû
emřoke biłêsem
wa hatûm be singî řûtewe
bo gułî azadîm,
jêr luẍim û naw lûley tifeng û tank û top egeřêm.
’eşqêkim bebê deng esûtêm
ta emirim
goranî bo befir û
bo guł û hejarî kurd ełêm.
* * *
dujminan!
lay ême xwênî dił wek awî me’denîy
ser mêzî berdemtan nafroşrê!
lay ême xwên, hewre û barane,
xoy bo xoy ebarê û da’eka.
lay ême azayîy nakřirê!
ziryane û xoy bo xoy heł’eka.
lay ême «nogih»y sing bo xełat
wek somay herdû çaw
her gułî kêwîye û
her maçî hejarî
dê sûtaw!
* * *
mizgênî!
dewenî girmołe û xembarî ser «daban», mizgênî
mizgênî! ey kanîy lapałî lêłkiraw,
řûn bewe û, mizgênî
mizgênî! şořebîy giryawî hêştake çaw teřî,
şedełe! hełsewe, mizgênî
pêkene! ey wirdeşepolî
naw cogey tirsawî bêxuře
werewe kenarî em ber û metirse!
ey hellac!
maçî ke! ew befrey îstake be serta ebarê
pêkene û bo sûrdaş be dû dest
gułî xwên hełbiře.
kê witî çekî min nûstuwe?!
kê witî nêrgizî çawanî şehîdim bîr çuwe?!
kê witî, ba «daban» bidwênê!
ba deştî damên û ba qîrî ser cadey
lêrewe ta «dûkan» bibînê!
* * *
min emwîst le hêroy guł sipî
kirast bo bidûrim kurdistan!
ey sûrdaş ey bûke sûrekey
par newroz.
xo zanît! ta seyran
sêberî bin darî koteł û tabîn bû,
serçopîy ewînit min emgirt.
îstakeş ey sûrdaş,
ke kotryan ser biřîm
ke řiqim giřî girt
her heman ’aşiqim
seyr ke, em care
serçopîy newrozit
be xwênim egêřim!
* * *
pêşmerge!
to xurpey em diłe şeydayey hełbestimî
to xamey, to pencey bizwênî destimî
îstake kêm heye to nebî
kesim toy
bestem toy
hestim toy
to nebî şî’rî min wek pořî xurawe
to nebî çîrokim wek melî bêdan û bê’awe
to nebî şanoy min ebête tabûtî ekterm.
to nebî jê û telî kemanim piçřawe!
pêşmerge, pêşmerge!
eger to etewê honrawem
wek deẍłî paş baran
xeyałim kerwêşkey tya bika!
eger to etewê dîwanim
wek lûtkey baweşî xorinşîn
zerd û sûr hełgeřê û
baweşt pya bika!
eger to etewê henaset, hengawit,
birsêtît, bixeme naw dûtwêy řistewe
bo řêwban byankem
be hawdem
byandem
le yexey kej û çem
eger to etewê keşkołim
bikeyte serînit
em ber û ew berî ser dêřim
bibête dûrbînit.
wa minîş emewê dastanî daban û
hellacî zortirim gwê lê bê
ta minîş hełbestî sibeynêm
bibête qennas û
serdiłî şa’îrî derbarî dagîrker
bipêkê!