yadî bêkes
From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
2 minutes
1232 views
hełdanewey lapeřey konî ’umre
boye firmêsk le çawyaye em şî’re!
kurdistanî ew serdeme wa tar bû,
befrî zistan gułî baẍçey behar bû
bulbulekan le qefesa qetîs bûn
le sermana elerzîn, wek guł sîs bûn
ew melaney dałdeyekî germyan bû,
danewêłey çîne mayey şermyan bû
peřey gułyan be řengî «řû» sûr ekird,
wa hełbestyan pêşkeş berewjûr ekird
car car le pał metḧî diroy zordara,
çen gułêkîş ekira be qijî yara...
yarî hełbest yan hîy têrî bêdił bû,
yan hîy latî napesendî lay guł bû...
bełê hebû bulbulî wayş, birsî bê,
tema’ hergîz şî’rî pê nenûsîbê
here birsî û here lêbûrdûy deste
«bêkes» zyatir, xebatî xiste beste,
le baẍêka firmêskî «xanî» eřja,
diłî «ḧacî» le agira ebirja,
«bêkes» diłî biřway neda xamoş bê,
le besteya nîştiman feramoş bê!
le řûy şîrî řûta westa û neřanî,
azadîy wîst bo gel û nîştimanî!
ziman biřîn sizay qisey nesteq bû,
twancî «bêkes» bo dujmin berdî řeq bû
kizî çaw bû, be çawî hoşmendî
le asoy dûr birayetîy kird be dî,
le naw herdû netewey ’ereba û kurd,
be bangî berz emey xiste şî’rî wird
le katêka destî dujminî namerd
towî kîney çandibû wek geray derd,
bew nyazey bikewête xoxorî:
kurd û ’ereb, turkiman û asorî!
***
emwîst «bêkes» êsta be ser bijyaye,
em germîyey birayetîy bidyaye
bîzanyaye biragewrey ’erebman,
çen diłsoze bo xizmetî edebman
bîzanyaye gewherî nirxî «bêkes»
birakanî çon eygêřn desawdes!
«bêkes»! leşt ba le xaka řizîbê,
ba mirovît be yasay merg řazî bê,
bełam bulbul ke amancî lem jîne:
bes xwêndinî bestey şîrîn şîrîne,
takû dengî çirîkey bê leser dar,
her zînduwe û her bulbule û her bałdar;
ke wa bê toyş takû «darî azadî»
bestey kurde, ejîyt, nemrî yadî!