yadî pîremêrdî bwêj

From the Book:
Le Kořî Xebata
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1271 views
em behare
leser girdî mameyare,
bo yanze car,
nwê gułałey sûrî behar
xwênî řijaye ser gyay sewz,
xwên pengî xwardewe wek ḧewz...
bo yanze car,
sewze gyakey girdî yare
mûy sipî kird wek çořî şîr,
tûkî kelley bo yanze car
ba řiştîye ber pêy řêbwar!
 
pûşî de sał êste xołe
lew řojewe cêy pîremêrd
- qoçî tînû bo demî kêrd -
le baxçey hełbesta çołe
 
baẍçey hełbest,
hezar û yek cor guł egrê,
tyaya heye zûřes, bon mest,
bełam, ax, zû heł’ewerê
le naw hezar û yek guła,
min hêrom zor ço be diła;
ke paş ewey behar pîr bû,
be diřk û pûş herd dagîr bû,
gułî hêro,
gurc leser bincî serbexo,
sipî û sûr heł’eka beyax,
diřk û dał egêřê be bax!
paş beharê,
katêk: řojî lay nîweřo
derzîy daxî lê ebarê,
řêbwar tik tik etwêtewe...
lewkateda gułî hêro
le nakaw eşekêtewe,
sirincêk egrête řê û ban:
fênk wek aw, wek bay kwêstan!
hêrom boye la pesende:
leser řegêkî qûł bende
beser diřkî jîna załe,
ta emrê, ser liqî ałe.