dû denke tirê

îḧay em şî’re le qiseyekî bêkesî şa’îrewe hatuwe.
From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  356 views
le baxçekey małî «las»da
gułêkî sûrim kirdewe
le berderga
«xezał»m dî
daway kird û
dam le qijî
le «mełkendî»
mameyarey hejarim dî
xom pişkinî
hîçim pê nebû bîdemê
le dû denke tirê řeşkey
geyîw zyatir,
ke bîlbîley çawanim bûn!