fêrkirdin

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  534 views
«cemîle» pirçî dirêjî, řazekanî
«ceza’îr»y ehonyewe û, pêşî ewt:
nîştimanim
eger destî řastyan biřîm
çep fêr ekem
bo ewey nawit binûsê.
çepyan biřîm ewa pencey
qaçekanim řa’ehênim
bo ewey nawit binûsê
dway çwarpelî biřaweyşim
be hawar nawit enûsim
ke hawar mird, min serincim fêr kirduwe
ke çon nawit lenaw çawî
bîm û tirsî celladekanî jûr serma
hełbikenê
nîştimanim!