torandin

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  419 views
pê bizanim yan nezanim
ke parçe kaẍezêkî sipî edřênim
wişeyekî hêşta «nezawî» naw serî:
qełemekem, egryênim.
pê bizanim yan nezanim
qełemîşim ke wişeyek lebar ebat
parçe kaẍezêkî sipîm
le jwanî
şî’rêkî çawnepşikutûm etorênim!