karesat

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  445 views
«lorkaPerson» witî:
dwênê wişeyekyan kuştim
le pirseda
legeł hemû şî’rekanma
boy danîştim
emřoş bo ew wişe
kujrawey min
herçî wişey cwan û pakî
naw dinyaye û
ew karesatey bîstuwe
hemû yek yek
boynbaxî,
řeşî xemyan
bo bestuwe!