tewqekirdin

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  778 views
qełemî «zincî»yek leser
koşkî sipî řawesabû
hawarî kird:
ke birûske tewqe legeł
hewra eka
kêłgekan heł’esne serpê û,
diruşmî «baran» heł’egirin
ke kêłgekan tewqe legeł:
baran û řûbarda eken
řût û birsî řast ebnewe û
daway nan û poşak eken
minîş herçend wişekanim
tewqe legeł: dengima eken
şî’rekanim řast ebnewe û:
daway serbestîm lê eken.