hełwerîn
From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
1 minutes
1586 views
ew gułey dabût le qijit
nîgamî kird be pepûle û
be asmanî «hoł»da fiřî,
heta leserî nîştewe.
ke kirditewe û,
pêşkeş yekêkî tirit kird
lew sateda
ey gułperî!
lenêwanî pencekanta
pepûley çawim hełwerî.
nîgamî kird be pepûle û
be asmanî «hoł»da fiřî,
heta leserî nîştewe.
ke kirditewe û,
pêşkeş yekêkî tirit kird
lew sateda
ey gułperî!
lenêwanî pencekanta
pepûley çawim hełwerî.