kobûnewe

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  951 views
le emrîkay xwarûda
şew be dizîy mexferewe
çend sinûrê kobûnewe,
biřyaryan da ke yektirî
bisřinewe!
pesaportî ber baxełî şar û gundî
em dinyaye wergirnewe
wextê hestan, lenakawda
paytextekan hatin dayan
be seryanda
beryan nedan
ta her «yekêk»yan kird
be dwan
be syan
ke beryan dan
pesaportyan da be xoşyan!