zemanê adem hate dinyawe

kar bo xwa bike û be arezû bige
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  461 views
zemanê adem hate dinyawe
pol pol canewer le hemû lawe
çûne zyaretî be dił û be gyan
takû du’ayê xêr bika boyan
polêkî ahûy şîrîn xet û xał
tûk wêney mexmer şox û çaw kejał
çûne dîdenî bê hîç întîzar
ta le dîdarî bibin berxurdar
adem be řûy xoş berewpîryan çû
le yekayekyan merḧebay fermû
îltîfatî kird legeł giştyana
destî lutfî da be ser piştyana
bew zyarete xalîse yekser
bûn be kanga bo mişkî ezfer
baqî ahwan zanyan xeber
le leweřgada kowe bûn yekser
wityan wek yaran ba biçîn bo lay
ta bêbeş nebîn le behrey du’ay
çûn le ber dinya dîdenyan lê kird
le du’ay xêrî seferyan nebird
ḧeqîqet nasan, xawen bîrekan
dûr le hewa û fîz, destey jîrekan
le her cêgayê her karê eken
řezay îlahî lewda pêş exen