nanewayê bû be nan firoşî

dû kałek be desê hełnagîrê
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  406 views
nanewayê bû be nanfiroşî
dewłemend bibû kewtibuwe xoşî
witî eger min tuwê biçênim
xawen xerman bim genim nesênim
leme zyatir dewłemen ewm
le koł feqîrî tewaw ekewm
amûr û nîr û cûtê gay kiřî
wekû cutyaran zewî şêw biřî
řojê le cût bû řojê le dûkan
bem dû karewe xeste û sergerdan
ke eçû bo cût dûkan bêḧasił
ehat bo dûkan cût ebû matił
herçend eykêşa derdî serî zor
em dû karye her bo nebû cor
zorî pêneçû mayey qutar bû
bê mał û bê mułk, geda û hejar bû
bem dû karewe wa giriftar bû
darayî fewta, tewaw nedar bû
tenya karêkî baş bigre beste
îtir bo dû kar xot meke xeste