řêwyekî birsî nizîk be mirdin

teme’ ser be bad eda
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  280 views
řêwyekî birsî nizîk be mirdin
hêzî nemabû bo neçîrkirdin
kewte miłumo le êre û ewê
egeřa bełkû řozî deskewê
zorî nemabû gyanî bête der
kałe konêkî kewte ber nezer
be bê desniwêj sucdey şukirî bird
paşan be edeb didanî bo bird
hełîgirt řoyî řûy kirde yałê
bê ẍem lî bixiwa dû sê qepałê
arezûy wa bû danîşê tawê
kałe kon wêney kebab bicawê
řwanî pol pol qaz û kełeşêr
mirîşk û cûçk, boqley mêw û nêr
bê xawen le dê hatûnete der
hatuçoyane bê xof û xeter
sergermî çînen her yek le layê
berz ekenewe heryek sedayê
witî wa çake ke firset bênim
bo nehar yekê qełew biřfênim
kałe konî wa bê lezet û tam
key sizaware bo nehar û şam
mesłeḧet waye lêre dayşarim
le sîngî boqle saz kem neharim
be matemate lêyan çuwe pêş
be řûy zewîda kilkî ekird kêş
qazewan zanî ke mame řêwî
xerîke kebab saz ka bo şêwî
bałî hełmałî û desî da darê
xoy lê xizane penay dîwarê
xoy amade kird řêwî fêłebaz
bo ewe boqle biřfênê be gaz
qazewan hesta û daye ber pilar
firsetî neda û şelî kird be dar
be tilawetil be sed derdî ser
bo lay kałe kon řêgey girte ber
heta hatewe be milî wirdî
kałe konekey qaławê birdî
le daxa serî xoy da we berda
wa şika meẍzî nema le serda