weten qurbanî řengî zerd û ḧałatî peşêwit bim

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  451 views
weten qurbanî řengî zerd û ḧałatî peşêwit bim
weten sergerdî nałe û ahî serd û barî lêwit bim
bedaym dîdih xwênînî wiłatî şeř lih nêwit bim
çi derdê bû şikanî qametî diłkêş û nazarit
leber çî sext ebê leḧze be leḧze êş û azarit
ciger sûtawî mîwey baẍekanî piř le dêwit bim
dewayê bo nebû bo def’î azar û nexoşînit
necatit bo nebû wek min le ẍem noşîn û poşînit
xefetbarî gułî bê aw û sîsî deşt û kêwit bim
ebê key bêtewe emcare nobey nezim û aramit
kuřanî to hetakey merhemê nanêne ser zamit
esef xorî hetîwî xakekey piř zêř û zêwit bim
lih dawênî etoda em kuřanet çunke yek nabin
xeyałim waye ta řojî qyamet her be tenya min
xerîkî şînî bê řengî gułale û seru û sêwit bim
weten ta êş û janî ’eciz û nasaẍî le serta bê
lîbasî şořşî û kotî perêşanî le berta bê
wekû «zarîPen name» ebê her xakesar û lîtepêwit bim