ew melek şêwe ke gêsûy şane kird

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 5 minutes  368 views
ew melek şêwe ke gêsûy şane kird
bê diłanî ’alemî dêwane kird
ḧezretî saqî bijî memnûnî hem
lutfî bû şîşey minî pêwane kird
awrî lêm dawe şîşey sînemî
piř le badey nabî ew meyxane kird
şem’î řuxsarî ke dagirsa qemer
hate dewrî řeqsî wek perwane kird
řojî ser erze tilû’î da be şew
qesdî çûnî la serûy em bane kird
wa deřoyî ew şewe de’wet kira
sed serî sersamî ew lingidane kird
aşnaye meşqî ’îşqî kirduwe
wa be germî teyî ew meydane kird
mekke ta «aqsîArabic» hengawî bo xuda
řeḧmetî kê waye bem sułtane kird
arezûy serkewtinî wextê kira
sebqetî lew hemwe salarane kird
wa le sedre têperî «ruḧ alamînArabic»
ḧeyretî lew řoyn û cewlane kird
řefrefî hêna xuda bu řef’etî
lamekanî cêgey em mîwane kird
’erş feřşî meclîsî em bezme bû
ew hemû wecde leber ew cwane kird
perde laçû řojî dîdar hełat
řu’yetî bê çûnî bew çawane kird
bû be çaw û gwê le pê ta tewqî ser
hem temaşa hem qisey merdane kird
bê sebeb emrî xudawendî ke bîst
ḧîfiz û zebtî bê ẍełet jîrane kird
dway becê hênanî řesmî bendegî
xwahîşî bo xêş û bo bêgane kird
kuḧlî «mazaẍîArabic» le dîdey wa swî
hîmmetî bo «ma tiẍîArabic» şahane kird
çû gułî bo hatewe řojêkî pak
kesbî em nûrey be nûr ew kane kird
aşna lem wez’e xatir piř sirûr
mudde’î zyatir qisey şêtane kird
mu’cîzey tenha ne qur’ane û feqet
mangî let bo xatir ew kwêrane kird
zeḧmetî kêşa û des hełgir nebû
de’wetêkî ’amî bew qur’ane kird
ey çi qur’anê sedaqet řîşeyê
butperestî řed wekû butxane kird
çeşme toqî beḧrî me’nî hate coş
dînî îslamî wekû duřdane kird
her şepolî em bû wek seylî «’eremArabic»
małî kufrî ser be ser wêrane kird
hîcretî ew negbetî qewmî quřeyş
komekêkî bew musłimanane kird
gerdî pay ew ḧezretî mimtaze bû
yesrebî bew cennetî řizwane kird
zeřřeyê cûła le berqî ẍîretî
xesrewî bew mesxerey dewrane kird
heybetî ew birqe bû baweř bike
çî be payey sextî ew eywane kird
ebrehe û ew leşkir û fîley duçar
ew hemû tefzîḧ û seng barane kird
awrî berda le beḧrî saweyî
awristanî be zaxirxane kird
gurg û ahû û sûsmar û berd û dar
sucde û te’zîmî lem awane kird
awî şîrînî le qamk hełqułî
leşkirî musteẍnî lem awane kird
řojî bo geřya dwawe dwa ẍurûb
řojî xendeq berdî let pyawane kird
mu’cîzey ew bû ke miştêkî te’am
çen hezarî têr û piř lew xwane kird
awî desniwêjî kira çeşmey tebûk
çeşmeyêkî carî lew deştane kird
mirdûy dûbare zîndû kirdewe
her wekû tesbêḧî bew berdane kird
seyrî yarî ew xuda nakey ke çon
pasî ẍarî bew dû bestezwane kird
çon tifî em «alşifaArabic»ye bo nexoş
def’î êşî jarî bew dermane kird
ḧîkmetî ew bû ke çawî derpeřîw
bê teẍeyîr cêy le nêw kalane kird
esłeḧey ḧerbî le darî tîr dirus
bo biřînî řîşey ew gurgane kird
mişte xakêkî boy xistin hemûy
deste paçe û kwêr lew meydane kird
nawî em ta şafî’î adem nebû
kê xelasî lew qiře û ’usyane kird
newbeharî hîmmetî ew bu xelîl
awrî bew lale û řêḧane kird
pertewêkî sadqî em sadqe
yosfî azad lew zîndane kird
seylî mîhir û xwahîşî em bû bizût
men’î îsma’îlî lew qurbane kird
noşdarûy em nebûba kwa xelas
ḧezretî eyyûbî lew kirmane kird
namey emrî ewî pê bû kelîm
duşminî wa tûşî ew xinkane kird
wa mezane musteqîl bûbê mesîḧ
kesbî ew eḧyaye lem luqmane kird
mu’cîzatî em řesułane xuda
zahîrî lem me’denî ’îrfane kird
qetreyê bo dînî her pêẍemberê
ḧeq řewaney lem çemî îḧsane kird
kesbî řûnakî hemû pêẍemberan
yek be yek lem řoje nûr efşane kird
dewłetî dîdar û gencî suḧbetî
her dû řûy lew tayfey yarane kird
řojî řuxsarî le her xakê hełat
ban û kołanî melayk xane kird
asefêkî waye «zarîPen name» kîmyay
suḧbetî e’rabî bew xasane kird